” Revandin, tehdîd û şewitandin: ev qanûnên daristanan in, ev ne qanûnên şaristaniyê ne “.
Sîrwan H. Berko*
“Ev tenê destpêk bû: li devera ku mirov pirtûkan dişewitînin, wê di dawî de mirov jî bên şewitandin.”
Helbestvanê elmanî Heinrich Heine ev hevok di sala 1821ê de di şanoyeke trajedî ya bi navê “Almansor” de nivîsandiye. Şewitandina Qu`ranê ji aliyê dagîrkerên mesîhî ve li Xernatayê li Spanyayê di salên 1499/1500 de sedema nivîsandina van peyvan bû.
Şewitandina pirtûkan di dîrokê de gelek caran pêk hatiye. Şewitandina pirtûkan a herî naskirî di 10ê gulana 1933ê de li Elmanyayê pêk hat. Di 22 bajarên ku zanîngeh lê hene de, Naziyan pirtûkên nivîskar û zanyarên cihû, markisî û yên aştîxwaz şewitandin.
Şewitandina pirtûkan tê wateya şewitandina mirovan bi awayekî ne yekser. Dema mirov keda mejî ya mirovan têk dibe, mîna ku mirov wan mirovan ne hêjayî jiyanê dibîne. Ev faşîzim bi xwe ye. Ev hovîtî ye. Tenê kesên faşîst û hov dikarin bi van karan rabin. Ji ber vê yekê ev kes dibin beşek ji dîroka hovîtiyê ya mirovan. Hestek çawa ye ku mirov bibe beşek ji dîroka hovîtiyê?
Dibe ku ew kesên ku di tarîşeva 26ê nîsana 2016ê de navenda ARTA FM li Amûdê şewitandibin bikaribin bersiva vê pirsê bidin. Ew kesên ku bi vî karî rabûn, dijminê çanda mirovane ne. Ew dijminên azadiyê ne, dijminên mirovê azad in, dijminê civaka azad in!
Şewitandina navendeke ragihandinê li Rojava tê wateya dijminayetiya Rojava jî. Ev devera ku em dixwazin bibin devereke nimûne ji bo tevaya Sûriyê. Ev devera ku bi hezaran ji keç û xortên wê ji bo hebûn û aramiya wê şehîd ketine.
Rojava nikare bibe devereke nimûne û ya xwedî systemeke demoqrat ku ragihandin tê de ne azad be. Pejirandina navneteweyî û piştgiriya Rojava girêdayî ye bi peydakirina zemîneke xurt ji bo azadiyan û mafên mirovan. Ev yek divê zelal be. Şerê li dijî terorê heta hetayê dirêj nake. Û alîkariya ku îroj digihê Rojava, wê ne ji bo hertim be, ger rê li ber binpêkirinên mafên mirovan neyê girtin û azadiya nerîn û ragihandinê neyê misogerkirin. Şewitandina navenda ARTA derbeyeke mezin bû li dijî berjewendiyên Rojava. Kesên li dû vê kiryarê ne dilsozên Rojava ne, belkû dijminên Rojava û aramiya Rojava ne. Divê ev yek zelal be.
Berpirsyariya Birêveberiya Xweser û dezgehên wê yên ewlekariyê yê ku rê li ber van kiryaran bigire. Berpirsyariya Birêveberiya Xweser e ku endam û karmendên xwe hîn bike di warê rêzgirtina mafên mirovan û azadiyên giştî de. Her kesek ku li Rojava dijî, divê nas bike ku rêzgirtina li azadiyan û parastina wan siberojeke geş jê re misoger dike.
Revandin, tehdîd û şewitandin: ev qanûnên daristanan in, ev ne qanûnên şaristaniyê ne. Di dîrokê de gelek kesan xwestin, van qanûnan ser gelên xwe ferz bikin. Mîna Naziyên Hitler di 10ê gulana 1933ê de, dema pirtûk şewitandin. Lê piştre çi bû? Pirtûk man, nivîskar man, mejî û zansit man û bi pêş ketin. Û Hitler û Naziyên wî? Ew bûn beşek ji dîroka hovîtioyê, û mirovayetî lanetê li wan tîne!
Ev gotar di hejmara (43)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin15.5.2016
*Sîrwan H. Berko damezirênerê ARTA FM e û birêvebirê wê yê giştî ye.