Dilovan Çeto
Piştî serkeftina Osmaniyan di şerê navbera wan û Sefewiyan de, di cenga Çaldîranê de di sala 1514an de û bi saya alîkariya Kurdan,imperatoriya Osmanî dest danîne ser beşekî mezin ji Kurdistanê ya ku bû qiblenameya hêzên sereke di cîhanê de, ew jî ji ber zengîniya xaka Kurdistanê bi samanên siruştî û istiratîciya wê a cuxrafî di Rojhlata Navîn de.
Nêzî 500 salî imperatoriya Osmaniyan karîbû hijmareke mezin ji welatên Rojhilata Navîn dagir bike, û di heyama van sedsaliyan de, ji bilî xerakirin û paşkeftinê pê ve li şûn xwe nehişt.
Bi vê rewşa xerab û aloz imperatoriya Osmanî li gel Elmanan derbasî şerê cîhanî yê yekem bû ji sala1914-1918an û di encamê de ne serkeftî ji vî şerî derket.
di dema şerê cîhanî yê yekem de peymana Saykis-pîko di navbera welatên Ferensayê, Birîtaniya û Rûsiyayê de di 16-5-1916an de hate imzekirin û di encamê de samanên imperatoriya Osmanî li xwe parve kirin û yek ji wan xaka Kurdistanê bû.
Piştî şoreşa Belşefiyan di sala 1917an de di bin fermandariya Lînîn de, Rûsiyayê xwe ji vê peymanê vekişand û destladariya deverê bi danîna nexşeyeke nû ji herêmê re kete bin kontrola Birîtanya û Ferensayê de, û bi vê yekê doza gelê Kurd kete qûnaxeke zehmet û aloztir de, çimkî xaka Kurdistanê li gorî xalên peymana Saykis-Pîko û li gorî berjewendiyên herdû dewletan hate parçekiri, nemaze ku Rojhilatî Kurdistanê ma ji derveyî peymanê jiber welatê farisan ango dewleta Iraniyan ne di nav nexşeya peymana Saykis-Pîko de bû, lê belê ji derveyî peymanê mabû.
Eger em vegerin bi şûn de dema şerê di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de destpê kir,herdû hêzên şer û di bin sîwana niştimanî û rakirina ala Islamê de,leşkerên xêza pêşî di çeperên şer de, herdem ji şervanên êlên Kurdan bûn, û bi vê yekê êzingên şer û pevçûnan Kurd bûn û li ser xaka Kurdistanê ku piraniya cengan li ser wê xakê bi rê ve diçûn hevdû dikuştin.
Piştî Kemal Atatork destladariya Turkiyê girt, soz û peymanên dost û hevaltiyê ji Kurdanre diyar dikir û bi biratiya Turk û Kurdan bang dikir û bi vê yekê gerantiya berdewamiya şer ji alî şervanên Kurdan ve li kêleka leşkerên Turk, bi hesanî qezinc dikir.
Lê dema şer bi dawî hat û serkeftin hate ragihandin,Kemal Atatork riwê xwe yê resen eşkere kir û dest bi kuştin û darvekirina serbaz û rêberên Kurdan kir û Kurd dane nasîn wek Turkên çiya, herweha li Sûriyê û Iraqê jî rêjîmên destladar û pişt re partiya Elbees dest bi qirkirin û cinosaydan kirin derheqê gelê Kurd de herweha rêjîma Iranê jî şopa wan meşand û ji bilî kuştin, zindan û koçberî û derbederiyê, civaka Kurdî û tevgera siyasî ji hev belawela kirin nemaze di van salên dawî de ku peymana Saykis-Pîko ber bi dawî ve diçe.
Lê Pirsa Herî Giring Ew e:
Gelo siyasetmedarên Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê tê gihiştine ku dewletên dagirker û sitemkar pîlanên bindestiya gelê Kurd ji heyama sed salî ve hûnan dibûn û miletê Kurd di xizanî û hejariyê de jiyan dikir û ji samanên welatê xwe bê par mabû?.
Gelo ew dizanin ku sedemên berdewamiya parçebûna Kurdistanê û neyekrêziya tevgera Kurdî li her parçeyekî û li Kurdistanê bi tevayî encamên wan pîlan û peymanên dagirkerane?.
Gelo, di heyama sed salî de û bi sedan şoreş û serhildan li tevaya Kurdistanê hatin kirin,û li ser destê heman dagirkeran rêber û serokên wan serhildanan li qad û meydanên Kurdistanê hatin bi darvekirin û rûmeta Kurdayetiyê di bin lingan de hate binpêkirin, çi wane û ezmûn ji xwe re girtin?
Eger di heyama sed salî de Kurdan sûd û mifa ji waneyên dîrokê ne girtibin,û bi hizrê Mehmûdkî û Osmankî bi hev re reftaran bikin û çanda lêborîn û heskirinê fêr nebûbin, manaxwe ev gelê bê şivan ne layîqî jiyanê ye û ne hêja ye ku bibe xwedî welat.
Lê eger siyasetmedarên Kurd tê gihiştibin ku sedemên parçebûn û koçberî û xizanî û komkujiyên ku bi serê gelê Kurd hatine kirin, ji pîlanên dewletên sitemkar û nijadperestin û tevlî wilo jî mane bê deng û tenê mîna temaşevanekî li bendî perdeya şanoyê ye ku were berdan û şano bi dawî bibe bêyî ku ew jî bibe yek ji lîstikvanên şanoyê, careke dî ez dibêjim ku ev gel ne layîqî jiyanê ye û tenê bûye barek ser milê mirovahiyê.
Banga her Kurdekî îro ji hemû serok û rêber û siyasetmedarên Kurd re, xewna avakirina welatekî serbixwe û azad pir nêzîk û li ber çava ye, nemaze ku Kurdistan welatekî bi samanên siruştî û bi taybetî patrol û gaz zengîn e, herweha gelê Kurd hatiye nasîn ku miletekî mamnavendiye û şerê terorê dike û ti gefê li welatên derdorên xwe di paşerojê de wê neke, û ev yek xaleke positive e û erênî ye ji Kurdan re ku daxwaza serxwebûna welatekî serbixwe bikin.
Lê eger win vê delîveyê ji dest xwe berdin, bê guman navê we di rûpelên dîrokê de wê bi diwêta gemar û qirêj were nivîsandin, û careke din dê xewneke nû ji nifşên paşerojê re were afirandin bi peymaneke nû û navekî nû.
Ev gotar di hejmara (43)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin15.5.2016