Ehmedê Mûsê
Berî salekê, di rûniştinekê de bi berdevkê YPG` ê re min pirsek jê kir: Li ber guhê min ketiye ku wê pêxwasên Mihemed El-fares meznê eşîra al- Tey û Da’iş û rêjîm bi hev re wê êrîşê we bikin, gelo haziryên we jê re hene?.
bersiva wî ew bû: Em ê li ber xwe û milletê xwe bidin, eva ku em karin bikin?!. Tenê pirsik di mejiyê min de dilive, YPG em ji xwe re dibêjin ew şervanin yê PYD ne, parastina milletê kurd li başûrê biçûk kirin ji xwe re kar, û bi sedan şehîd dan di ber vê xakê de, ma gelo Encûmena Niştimaniya Kurd di vê bûyera ku li ser serê me qewimî çi kir? Ji bo mirov ne bêbext be xwe bi nivîsandina daxuyaniyan kelê xwe zuha û betilandin!. Ew jî piştî di rojên ji şerek dijwar li Qamişlo, ku zêdey bîst ji sedî ji milletê wê berê xwe dane dervî bajêr , û yê çûne Amûdê, Tirbesipîyê … fîşek wek ba û baranê li Asîmanê Qmişloka evînê de dilîstin, ji bilî ku roja diwem rûkêtên giran bi ser malên sivîlan de ketin, û di wê derbarê de gelek şehîd ketin. Mirov kare pirsekê ji xwe bike û yan ji Encûmenê bike, gelo ku YPG’ ê, û Asayîş tune ban çi li cem we hebû ku we paytexta Kurdistana Sûriyê biparasta, ku hersî bûne yek li me, û xwesteka wan ew bû me ji cih û qurm rakin.
Di wextê ku tu ji cîhanê re dibêjî kolana kurdî bêhtirî 80% bi min re ye û ez bavê kurda me, hela te nikarî bû li ber xwe bida ji ber ku qetek çek jî bi ter tune ye, ma te karîbû xwarin û derman ji xelkê bi te re wek tu dibêjî bi cih kiriba da ku te nehiştiba mendalek kurd birçî bimîne? yan tu tim camêrtiya herêma Kurdistnê ji xwe re dike destek, û tu kurdîtiya xwe bi qenciyan ser serê me kom dike, ger hûn hebin an tune bin wê herêma Kurdistanê camêr bin û li ber barê birayê xweyî biçûk rabin, ji ber ku serokê herêmê negirîyê we di siyasetê de merd e . Roja diwem şer giran bû, hin kes xwestin ku rêxistênên kurd li hev rûnên wek sala 2004 ku qetil’amek bi serê me de hat, wê çaxê ez dikarim bêjim we karek baş kir, lê piştî pênc sal şer li Sûriyê lidar ketiye di bin navê şoreşa azadiyê, ku hûn xwe beşek jê dibînin, û hûn dinava Hevbendiyekê de ne, û 110 dewlet bi serê we sûnd dixun, gelo we ji şirîkê xwe re ne got va rêjîm û Da’iş û pêxwasên xwe êrîşî me dikim û me topbaran dikin, ma ne heqe ku alîkariya we kirba, ji ber ku hûn perçak ji wan in, yan li ba vê Hevbendiyê em lawê jinbavê ne û ne xelkê Sûryê ne, bi tenê em ardiwê azadiya wan tenê bin û em bimînin Xizmetçiyê wan, ku ew hîn bi vê nerînê li me kurdan dinêrin . Ew bû ya baş ku we Odak girtî bilez çêkirba, û hemû rêxistnê kurd tê de li hev bi civîyana, bi dan û standinê biratî wenê bi hev re bighana biryarek dîrokî, we ew jî ne kir mixabin. tu anha devê kîjan welatîk kurd vekî, wê vê pirsê bike, qey Encumen dibin binê bîrê de bû ya di şikeftan de bû, ta ku dengê toban ne dihate wan. yan ji wer ne xeme ku milletê wê li ber here, û tenê karê we bimîne şîşîq, û gotinê ne dicih de bêjin wek dijminekî xwe li ber PYD’ ê rast kiriye . heger bimîne karê ev kar bila guhar be bi guhê xwe vekin di pêşerojê de, hûn tu dengan di hibijartina de nayînin, û hûn xewnan dibînin ku bibine disthiladarê başûrê biçûk, ku hezar herêmên kurdî li dûv we bin, winê ew tas û ew hemam bin..! Ma dengê topan nedihate we encûmena me..?!