Refîq îbrahîm
Wexta ku mirov bixwaze milet bi xaka xwe re bê girêdan, pêwîst e pêdêvyên jiyanê bêne peydakirin. Da ku karibe li ber xwe bide pir pê ve mijûl nebe, çavê xwe jî ber bi revê ve beloq neke, bele di dema îro de em bi çavê serê xwe dibînin bê gelê Rojava yê Kurdistanê di çi rewşê de jiyan dike, ji hêla abûrî ve. Bê gûman ev rewşa awarte bandoreke pir xerab li roj û jiyana wî dike. Ku roj bi roj pêdiviyên jiyanê kêm dibin bûha jî dibin. Wekî em dizanin bê rêjîma Sûryayê bi çi rengî şerêkurdan dikirin, da ji deverên xwe koçber bibin û bajarên kurdî bêne valakirin.
Rêjîmê siyaseta li ser dida meşandin, Çimkî tu kes nikare berberyê bi birçîbûnê re bikşîne, lewra bê xwarin jiyan berdewam nabe, yanî bela tu kes gotinên qelewî bê sûde ji mer şîrove nekin, serê xwe pê mezin nekin. Di vê hêlê de divê mirov vekirî û zelal be, Ji ber gotin tu carî birînan derman nakin wekî derziyê bencê ne demkî ne, belê ez vê pirsê dikim, ma gelo her yekî ji Rojava koçber bûye ji bitrî çûye, yan jî hinek pirsgirêkên koçberyê hene…!? Gava mirov bi duristî bişopîne û lêkolîn bike wê gelek rastî dakevin holê. Çimkî gelek ji penaberan ji neçaryê baz dane. Yanî ez dikarim bêjim, pisgirêkê neçarya berdewamya jiyanê dîtin di civaka me de rojane derbas dibin, mixabin tu çare jê re nayêne dîtin. Yan jî bi lewazî di ber cava re tê derbaskirin, tev li wiha jî gelek welatî dibêjin em ji Rojava naçin, hetanî em karibin lê jiyan bikin, ji ber rûmeta mezin xwedîderketina xaka welat e, tevlî ku kêrê hestî jî derbas kirine û roj bi roj rewş ber bi xerabûnê ve diçe, ji loma car carna çi di dilê me de hebe em tînin ser ziman, û gava derî di riwê me de têne girtin her kes neçar dimîne li ber kişandina zahmetiyan. Sedema yekemîn ji vê rewşa abûrî ya awarte re dorpêçkirina ji her çar aliyan ve, ya duyem daketina nirxê pereyên sûrî ji ber vê qêrana ku sala pêncan derbas kir em nizanin bê wê kengî bi dawî bibe.
Belê em wekî kurd, divê li ber xwe bidin ne hema teqînek rû bide em çavê xwe li re vê bigerîne. ez vê yekê ji wan kesên ku karîbûn jiyana xwe li ser xaka xwe berdewam bike. Nexasim piştî serkevtiyên lehhengên YPG û YPJ ê li dijî tîrolîstan kû deverên me jiwan hatine paqijkirin . û ji ber aramiya xwe ji hemî deverên Sûryayê berê xwe ber bi Rojavayê Kurdistanê ve vekirine. Bi sed hezaran lê bûne neştecî.
Lê çima em xwediyê cih bi hesanî jê direvin, qutbirîne pê re dikin lê jî xwedî naderkevin…!
Ev yek nayê wê wateya ku ez dev davêjim welatparêziya gelê kurd. Lê gava hewcedarya welaê me bi me hebe em wî li paş xwe bihêlin bi rastî ev yek cihê rexin û mixabinyê ye. Belê piraniya wan kesan li berxwedan lê man neçar û bê hêvî,ku nema karîbûn jiyana xwe berdewam bikin. ev yek ji sedemên ku berê xwe dane welatê xerîbiyê bi sedan ji wan canê xwe kirin xelatiya koçberyê xwe û malbatên xwe radestî pêlê deryan, lawerên daristanan û bazirganiyên bê bext û wijdan kirin. Belê hin pirsgirêkên din jî hene destê wan di vê koçberyê di gelek xalan de hene. Yek ji wan xalan ku van kesên penaber bûn tu kes li dora xwe nedîtin, destê alîkiriyê dirêjî wan nehate kirin, nej rêverberê, ne ji saziyên civaka sivîl ne ji komele yan jî ji netewên yekbuyî, ta ku pirsgirêkên wan bêne çareserkirin ji ber gelê me di vê demê de hewcedarî olîkarya pêdêviyên rojane ne. lewra li deverên aram ku pêdêviyên jiyanê rasteser bibin wê çima xelek berê xwe bi riya çûn û nehatinê vekin ev yek. Ya duyemîn ku gelek ji bazirganan li ser xwîna şehîdên me gepa nanê vî gelê lê dikine agir, ji loma xelkê êdî nema dikarîn têr xwein bixwin. Di bin gelek navan de, riyêngirtê, komê çete, buhabûna dolar îro em tev de zanin rewşa awarte ye zehmetî hene. Lê gerek negihê wê wateya ku mirov xwîna birayê xwe bimije. Lê mixabin ku piraniya bazirganan deh qat nirxên alavên xwe zêde dikin, li tu kesî napirsin, belê divê rê ve berî û saziyên wê baş bi karê xwe rabin karê bazirganan bişopînin û bi tundî wan kesê bi gepa xwarna feqir û perîşanan bilîze ceza bike. Da ku tu kes ji wan xetê sor derbas nekin. Ji ber milê abûrî di şoreşan de milê herî sereke ye. Ma gelo gava milet birçîbûnê ve mijûl be ew ê çi biştgiryê bidin hêzên leşkerî, wê çi berxwedanê li hemberî dijminan bikin. Çimkî gava ku mirov bixwaze gel ji warê xwe dernekeve Pêwîst e xwedî lê derkevin pirsgirêkên wî çareser bikin xwestek û armancan pêk bînin. Belê gava tu geşbînî , xweşî di jiyanê de nebin, wê çaxê tu kes ji me nikare wan kesan tewanbar bike bi xiyaneta axa welatê xwe. Çimkî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ji berî sedê salan li benda vê dema zêrîn bû da maf û azadiya xwe bidest bixe. Êdî di vê dema balkêş de divê her yek ji me bi erkê xwe rabe çi berpirsyar, kesayet, siyasetmedar, rewşnbîr, ji ber her yek ji bo xwe dike her yek xwedî li xwe derkeve, li xwîna şehîdan derkeve belê em bi hêvî ne ji kesên berpirs ku sînga wan fireh be da ku karibe hemû gelê li deverê dijîn himbêz bike bê cûdahî. Bela bi guman bin gava yek ji me rexnekê dike ji dilêşîkê dike çimkî bê rexnedarî serkevtin çênabe û divê rexnê gel cihê rizdariyê be ji ber ew kesê rehştine bar ew nûnerê hêviyê me ne. E z jî di wê gûmanê de me ewê karibin di rojên pêş de pirsgirêkan çareser bikin û birînan derman bikin da em karibin jiyanek bi rûmet û hevbeş li ser xaka xwe jiyan bikin.
Ev gotar di hejmara (42)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin1.5.2016