Hunermend Reşîd El- Sûfî Ji Bûyerpress Re Daxive:
Dema dûrî Kobanî dikevim, wenda dibim, dema wenda dibim ez diçim li Kobanî li xwe digerim
Min pişta xwe da Kobanî, û ez meşyam ta gihiştim sînor, ez li Kobanî zîvirîm û min got: Ne xem e, ku payîz were û pelên min biweşin, lê ditirsim Buhar were û pelên min nepişkivin.
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
– Hikûmeta herêma Kurdistanê Tiştek ji min re nekir, min jî xwe ji wan re pêşkêş nekir.
– Ji siyaset û stranê siyasî hez nakim.. Nikarim li ser kesayetan bistrêm
– Şivan Perwer ket warê siyasî, gerek hunermend ne têkildarê siyasetê be, divê behsa welat bike, şehîdan bike. Siyaset merov dadixe, û Şivan Perwer jî daket
– Stranek min heye 40 deqe ye, û 32meqam tê de hene, min hîn tomar nekiriye
– Dema ku “Mihemed Selman” wezîrê ragihandinê bû, ez gelekî hezkirî bûm, mûçeyê min jî wê demê pênc hezar bû
– ez ji kilîpê erzan hez nakim, dema ku keçek bi min re reqsê bike û xwe bihejîne,
– Ez dikarim gelek helbestan binivîsim, lê ez naxwazim çend şebeşa bi yek destî – wek hunermendên van rojan -rahêjm, psporî xweş e.
– Di sala 1979an de, hunermend Riyad El sinbatî û Belîx Hemdî bi xwe li ahengeke min amade bûn.. Gelekî ji dengên min hez kirin.
……………………….
-Di serî de em dixwazin ku hun hinekî li ser kurte jiyana xwe baxivin?
Reşîd Sofî, ji Bajarê Kobanî ye, di sala 1953an de hatime diniyê. Piştî min “Bekeloriya” di sala 1978an de bidawî kir, ez çûm welatê Mesrê min mûzîk xwend, ez li ser hesabê xwe çûm, li wê derê, Dar Elopera û Peymangeha Bilind ya Mûzîkê bi barê min rabûn, û bawernameyek sembolî dane min, ez li wir pêrgî hemû awazjenên wan bûm, Mihemed Ebdilwehab, Belîx Hemdî, û Riyad Elsinbatî. min di sala 1985an de li bajarê Helebê peymangehek mûzîkê vekir, û ders lê dan, ew jî derdora du salan berdewam kir, dûv re ez çûm Şamê jî min ders dan, paşê min dersên “Meqamatan” li Peymangeha Bilind dan. Ji ûdjenên yekem li ser asta cîhanê tême hejmartin.
Di jîngeheke oldar û sofîtî de rabûme, lê oldariyek ne hişk û dijwar bû, bavê min Miftiyê Giştî yê Kobanî bû, gelek helbestên Melayê Cezîrî digotin, me jî piçûkanî Quran jiber kir, dengê min xweş bû, min dixwend û bang û azan dida, bêtir em li ser guhdarkirina stranên Erebî mîna Mihemed Ebdilwehab, Ferîd, Um Kelsûm rabûn, lewre jêhatîbûna min di meqaman de ji wir hat.. ji hêla malbatî ve jî ez hîn xort im, nezewicî me.
– Kengî Hunermend Reşîd Sofî ji mûzîk û awazan hez kir?
Di sala heftê de, ez şagirtê pola Heyştan bûm, mamosteyek me yê mûzîkê li dibistanê hebû, heftane, û her roja Pênşemb û Duşembê dersek mûzîkê dida me, min radihişt ûda dibistanê, mamoste ji min re digot tê zû fêr bibe,min jê xwest dersekê bide min, roja dî ez hatim û min dersa xwe jiber kiribû, yeke dî da min, min ew jî jiber kir, û herweha , dawî gote min ez nema didim te, tu zû fêr dibî.
– Gelo raste hûn ji bo xwendina Olî çûn Misrê?
Piştî min xwendina “Bekaloriya ” bidawî kir, ez çûme Misrê, û çûna min ne ji bo xwendina olî bû, ev tişt qet tune bû, ev gotegotin, ez bi taybet ji bo xwendina mûzîkê çûbûm. Hindek dibêjin bavê wî ew şandiyê ta oldariyê bixwîne, û dawî dema Reşîd vegeriya amûra ûdê bi xwe re anîbû, ev yek qet ne rast e, bavê min bi xwe Miftî bû û min ol li gel wî xwendiye.
– We gelek awazjenê Ereb yên navdar li Misrê dîtin, li ser wan dîdara û navan baxive?
Ez du salan li Misrê mam, min gelek hunermendên mezin dîtin, gelek dezgehên ragihandinê mîna ya “Sewt Elereb” , “Misrê” û “Peymangeha Bilind ya Ahengan” hevpeyvîn bi min re kirin. Di sala 1979an de, hunermend Riyad El sinbatî û Belîx Hemdî bi xwe li ahengeke min amade bûn, ev kesên payebilind di mûzîkê de. Gelekî ji min û dengên min hez kirin, min ji wan re helbestên Erebî digotin wan jî jê hez dikir, min şevbuhêrk li Qahîre li dar dixistin.. di wê demê malbatê nûçe dane min gotin bavê te pir nexweş e, lewre ez ji bo wî vegeryam, lê ez nema çûm Misrê ji ber rewşa siyasî di navbera Sûrî û Mesrê de nebaş bû. Dema ez ji wir vegeryam jî gelek serêşî ji min re hate kirin, dipirsîn tu çûbû çi, û te çi dikir.
– Ciyawza di navbera Mûzîka Kurdî û Ereb de?
Mûzîka erebî mûzîkeke “Muhecen û xelît e” ji ya Tirkî û Farisî, ne mûzîka ereban û hunermendên wan tune bûn, ji ber Misilmaniyê Mûzîk heram kiribû, di serdema Ebasyan de, Mûsillî û Ziryab hebûn. Ya dî, ez dinerim her welatekî ereban taybetmendiya wê ya mûzîkî heye, eger tu li ya Farisî guhdar bike tê wê nas bike, herweha ya Mexribî û Mesrî, lê mûzîka Kurdî gelek taybetmendiyên wê hene, di Kurdî de strana herî resen û rast ya Koçerî ye, mîna Payîzokê û Lawik. Gelek hunermend hene awaz û stranan li gor siruşt û filiklora deverê datînin, Qamişlo taybetmendiyek wê heye, herweha Kobanî, lê wek mûzîk û afirandinê ew tişt vedigere erkên kesayetî.
– Li gor ezmûna te ya kesayetî,di nerîna te de hunermendê Kurd li deverê rastî çi astengiyan bi giştî tê?
Hunerî hewceyî valabûn û aramiyek dirûnî, bi taybet ji hêla siyasî ve, eger zexta siyasî li ser hebe ew hunermend têk diçe, ji ber mecbûr dibe ku destê aliyekî li ser hesabê yê dî bigre, divê di warê huner û mûzîkê de partiyetî tune be, merov nebe alî, tenê merov li aliyê huner û mûzîka xwe bisekine, ew partiya merovê hunermend e. ez merovekî welatperwer im, ji welatê xwe hez dikim, lê dûrî siyasetê me.
Astengiya aborî jî heye, hunermend gelek zehmetiyê dikişîne, tomarkirin gelek lê xerc dibe. Ê min gelek hene dixwazin ez li gel wan tomar bikim, ew jî weke dengekî ji wan re ye, niha li Bakur ji min dixwazin ez herim ji wan re tomar bikim, Orhan Gencebay ji min xwestiye, lê hindek pirsgirêkên sînorî hene, ez ê nêzîk herim.
– Gelo hunermendên li Rojava dikarin ji hunera xwe nan bixun û bijîn?
Na, qet nikare, ya divê aliyek fermî mîna “çand û huner” alîkariya wî bike ku ew li gel wan bibe karmend, yan jî divê ahengên dawetan lidar bixe ta ku jiyana xwe birê ve bibe, û di nerîna min de jî ew ne huner e.
Min bi xwe ta niha tiştek madî û aborî ji mûzîkê wernegirtiye, jibilî dema ku min li bajarê Şamê ders didan.
– Kî helbest û awazên hunermend Reşîd Sofî datîne?
Bêtir helbestvan Mihemed Salih ji Kobanî ji min re nivîsandiye, strana “Xweziy Hêvî, û Gulistana Dil” yên wî ne. stranek min li ser “Helebçe” heye, ew helbesta Ehmedê Huseynî ye. “Ez Mêvanê Dilê Te Me ” helbesta Mihemed Emîn Sîdo ji Amûdê ye, hemû awazên stranên min yê min in, ez ji xwe re çêdikim. Strana “Çûme Ber Çemê Êvarê ” ya min e, min tenê ew helbest nivîsiye, ez dikarim gelek helbestan binivîsim, lê ez naxwazim çend şebeşa bi yek destî – wek hunermendên van rojan -rahêjm, pisporî xweş e.
– Çima tu xwe di warê strana siyasî de nabînî?
Ji siyaset û stranê siyasî hez nakim, û nastrêm, min strana “Evîna Te Pir şêrîn e Li Ber Dilê Me Pir Buha Bû” li ser Kurdistanê straye, strana “Newroza Min Kurdistan e Bihna Wê Gul û Rîhan e” ew jî li ser Newrozê ye, ji stranê niştimanî hez dikim, lê nikarim li ser kesayetan bistrêm, min strana “Em Pêşmergên Qehreman” di sala 1977an de çê kir.
– Bajarê Kobanî ji hêla “Da’iş”ê ve dagîrkirî bû, û şervanên Kurd ew rizgar kirin, tu piroje tunene ku tu stranekê li ser wan bêje?
Strana Kobanî piraniya wê li ser wan e, dema ku ez dibêjim:
Warê şêran xweş Kobanî
Deşt û zozan mêrg û kanî
Li her şopa pakrewanî
Bi dilsozî bi mêranî
Eyeşe Nûr e, Mişte Nûr e
Bi awazî birîn kûr e
Ew jî helbesta Stêrê Çello ye, ez bêtir dixwazim stranê evînî û civakî û herweha yên niştimanî bêjim.
– Strana herî li ber dilê Reşîd Sofî şêrîn e?
Meynenoşê.. ji ber ew yekem stran bû min di sala 77an de çêkir, ew jî gotinê Melayê Cizîrî ne.
– Te çima ji destpêkê de xwe spart van helbestên giran û resen?
Sedem jî ew bû,ku di wê demê de helbestvan û mûzîkjen kêm bûn, dîwanê Cizîrî li ber destê min hebûn, difikirim nêzîk tiştekî ji Cegerxwîn re bêjim, Seydayê Tîrêj ne bi Qeweta Cegerxwîn e, lê mixabin qet tu têkilî di navbera min û Seydayê Tîrêj û Cegerxwîn de çênebû. Di nerîna min de helbesta ku tu bikî stran divê xurt be, hestê te tev bide.
– Tu caran helbest ji te re hetine pêşkêşkirin û te nestraye?
Rast e, hindek ji min re dihatin lê qafiya wan nelihevduhatî bû, gelekan xwe dikirin helbestvan, lê min ji wan re digot ev ne helbest in, min dixwest ez helbestên bilind û xuya bin. Helbesteke Seydayê Tîrêj heye ez xwe hazir dikim ku ez bêjim.
– Çima vîdyo kilîpên hunermend Reşîd Sofî tune ne?
Na , tune ne, min ji vê meseleyê hez nekir, ez ji tiştê eciqandî hez nakim, eger ez rojekê vîdyo kilîpekê çêbikim, ez ê yeke sivik li siruştê, li nav daran çêbikim, ez ji kilîpê erzan hez nakim, dema ku keçek bi min re reqsê bike û xwe bihejîne, ji ber ev yek ji temenê min re ne munasib e, ya didwa yê temaşevan nema li stranê guhdar dike, wê bi çavê xwe guhdar be.
– Te tu aheng li derveyî welat pêşkêş kirine?
Di sala 2004an de min ahengek li Okranya lidar xist, yek li Mosko jî di sala 2005an de, min li Mesrê jî û li Şamê li pirtûkxaneya Esed çêkirin, min li zanîngehê jî yek lidar xistiye. Lê ahengên li Kazîno ez ji wan hez nakim û çê nakim.
– We Ta Niha çi xelat wergirtine?
Sendîkeya Hunermendan li Şam, Helebê, û Humsê min xelat kir, li Herêma Kurdistanê ez hatime xelatkirin, û ji xwe îro Arta fm, jî min xelat kir.
– Weke hunermendekî ûdjen tu di Sendîkeya Hunermendên Sûrî de qeydkirî yî?
Erê, rast e, û dema ku “Mihemed Selman” wezîrê ragihandinê bû, ez gelekî hezkirî bûm, mûçeyê min jî wê demê pênc hezar bû.lê mixabin gelek hunermendên Ereb di wê demê de ji min aciz bûn, girê xwe ji min girtin, çawa ev ê kurd wisa cîgirtî ye, rabû ez çûm gel Ebdiselam Hicab, Rêvebirê Dezgehê, min jê re rewşa xwe şîrove kir, ji min re got xema nexwe ez li pişta te me, lê ew jî piştî demekê ji wê deverê hate vuguheztin, nakokî pir bûn rabû min dest jê berda.
– Reşîd Sofî çima ‘ûd ne tenbûr?
Ji ber ûd amûreke fireh e, lê Tembûr tiştan gewde û teqzîm dike, û Ereb dibêjin:
إذا كانت كلّ الليالي ليلة القدر
فأيّ قدر لليلة القدر
Mebesta min eger em hemû tembûrjen bin, wê kî ûdjen be, dûv re ûd amûreke kevn e ji serdema Ebasyan de ye. Pêşî perdeyên tembûrê tune bûn, niha her kes li ser perdeyan lê dide, anku rêbaz û delîleke wê heye, lê yê ku dixwaze di mûzîkê de xurt bibe divê li amûrekî azad û serbest bixe, anku amûrekî “HUR” mîna ûd, keman û qanûn. Ji bo awazan mîna ûdê nîne, awazjenên tembûran herdem qels in.
– Şêweya ku hûn stranê xwe çêdikin û dibêjin giran e anku “Terb”e, hun nabînin ku nifşek heye jê re hin şêweyên stran û, mûzîkê taybet divin?
Ez dikarim, lê tê naskirin ku ez jibilî tiştên kevn û giran –anku tereb- nabêjim, wek mînak strana “Çûme Ber Çemê Êvarê” sivik e, lê xweş e, yan strana “Ez Mêvanê Dilê Te Me” ew jî li gel min sivik e, lê ji yê guhdar re ne sivik e.
Stranek min heye 40 deqe ye, û 32meqam tê de hene, min hîn tomar nekiriye, ew jî dibêje:
Çavê yara min sed hezar reng e
Cejn û evîn e , aştî û reng e.
Ew ji helbestên D. Nîdal Hisên ji Mosko ye. Stranek din jî heye ew jî hîn tomar nebûye, dibêje:
Tu bi xêr hatî mala me
Gelek şa bû dilê me
Ev stranên bûrî eger ez werim tomr bikim ez ê wan diyarî Qamişlo bikim.
– Berî şoreşa Sûriyê we li Kobaniyê çi dikir, çi karê we bû?
Girupek keç hebûn min ew fêrî mûzîkê li ser keman û ûdê û deng dikirin, hindekan ji wan bidawî kirin, niha li Kobanî derdora bîst keçan li ûdê didin.
-Piştî ku şoreş li Sûriyê vêket we li kobaniyê çi ji bo vê Şoreşê pêşkêş kir?
Şoreşa Sûrî gelekî germ bû, xwepêşandan heftane bûn, ez bi xwe dernediketim, carekê xortan min kişandin nav xwe, min nedixwest, ji ber ez mirovekî hunermend im, tev ku dilê min bi ser wan ve bû, piştî çend hefteyan wek nerîna min derket.
– Wek hunermend û kurê Kobaniyê li ser hestê xwe nexasim çaxa ku Kobanî hat dorpêçkirin, û êrîşa mezin li ser çêbûn bixave?
Wê çaxê gulleyên hawnan Ii derdorê Kobanê ketin, roja dî millet ji kobanê derketin, ez gelekî mam ta ez derketim, hêviya min hebû ez tê de bimînim, lê eger ez mabama xwarin nemabû, ez mecbûr bûm derkevim herim Tirkiyê
-Di wê êrîşê de we ji Kobaniyê bar kir, we çawe xatir jê xwest, û hun xwedî omîd bûn ku hunê vegerin Kobaniyê?
Min pir helbest, awaz, bîranîn li paş xwe hiştin, min pişta xwe da Kobanî, û ez meşyam ta gihiştim sînor, ez li Kobanî zîvirîm û min got:Ne xem e, ku payîz were û pelên min biweşin, lê ditirsim Buhar were û pelên min nepişkivin. Ji xwe min omîd û hêvî qut kiribûn, ez heyvekê li Tirkiyayê mam, dûv re çûm Herêma Kurdistanê, sal û sê heyva li wir mam, tev ku derketina Ewrupayê zor hesan bû, lê ez derneketim, ji ber derketina ji derve wendabûn e, merov ne bi dest xwe ye û ne ji xwe re ye, merovê hunermend milkê milet e.
-Berhemên we yên ku hatanî vê çaxê hatine tomarkirin?
Du kasêt tomarkirî ne, 23 stranên ne tomarkirî jî hene.
– Piştî ku tu vegerya Kobanî tu alîkarî bi te re bû?
Gelek telfon ji min re hatin vekirin, serokê Kantona Kobanî û wezîrên xwe hatin serdana min, encumena leşkerî jî hat, ji min pirsîn eger tiştek ji min re gerek e, vegera min li gel wan tiştekî pir mezin bû, alîkariya min ya madî jî kirin, malek dane min, ji ber mala min wêran bûbû.
-Gelek hunermendan stranê Reşîd Sofê gotine, lê strana te ya “Xwezya Hêvî” hunermend Yenal Tahir gelekî ew stran navdar kir, ew î destûr ji te xwest ji bo wê stranê bêje, û tu jî dibêjî erê ku ew stran navdar kir?
Ewî destûr ji min xwest, û min erê kir, strana min berê navdar bû, vajî wilo min jê re got te dengê xwe gelekî zirav kiriye, ne serkeftî bû tê de.
– We peymangehek ji bo mûzîkê li Kobaniyê vekir bû, ew kar hîn li dar e?
Niha ez wan li malê fêr dikim, gelek şagirtên min derketin, tenê du –sê keç mane, ez wan li malê fêr dikim.
-Di tenahiya xwe de hun li dengê kê guhdar dikin?
Ez tu car li xwe guhdar nakim, ez bêtir li mûzîka Farisî guhdar dikim,hunermend Mihemed Rida Şeceryan, Hisên Elî Zade, li Erebî Mihemed Ebdilwehab, Kurdî li Şivan. Lê Şivan perwer jî ket warê siyasî, gerek hunermend ne têkildarê siyasetê be, divê behsa welat bike, şehîdan bike. Siyaset merov dadixe, û Şivan jî daket.
-We çi di jiyana xwe de winda kir?
Hêviya min hebû ku ez peymangehek mezin vekim, mîna Ekadimiyê.
– Eger stranek hevbeş ji bo we pêşkêş bû, hun kîjan dengî wek “doyoto” hildbjêrin?
Feqê Teyran. Têkiliyên me hene, û pirojeyek wisa heye di paşerojê de.
-Li herêma Kurdistanê çawe pêşwaziya we hat kirin, û we çi karê hunerê û konsêrt li wir kirin?
Tiştek ji min re nekirin, min jî xwe ji wan re pêşkêş nekir, divabû hikûmetê tiştin ji min re pêşkêş bikira.
Hun dixwazin ji bo mûzîka Kurdî çi projeyê pêşkêş bikin?
Pir hene, pêşî pirtûkek min heye dixwazim çap bikim, min lêkolînek li ser mûzîka hemû deverên kurdî daye hev û li ser taybetmendiya wan diaxivim.
-Hun çima beşdarî karê hunermend Dilşad Se’îd yê bi navê “Şengal “nebûn?
Baş bû, lê tu hest dibû ku te berya niha lê guhdar kiriye, tiştekî nû tê de tune bû. Ez beşdar nebûm, eger tiştekî wisa hebe ez ê bi tena xwe çêbikim
-Çi qîr hîn di hinavê Reşîd Sofî de maye, û dixwaze derxîne?
Dixwazim karekî gewre bi navê Rojava amade bikim, lê kadir û alîkarî jê re gerek e, eger ev yek bi cî were serkeftinek mezin e ji min re.
– Bi Erebî jî hun ji kê re dixwînin?
Ez şano dixwînim, romanê dixwînim, ji Ebdurehman Munîf, Tewfîq Elhekîm, Ebas Mehmûd Eleqad hez dikim.
-Ku Reşîd Sofî dûrî Kobaniyê dikeve, çi hest pê re derdikeve?
Ez wenda dibim, û dema ez wenda dibim ez diçim li Kobanî li xwe digerim.
– Şîretek ji bo hunrmendê nûhatî?
Ji wan hêvî dikim ku xwendina xwe ya mûzîkî xurt bikin ta hestê wan xurt bibe.
– Gelo rojnamegrya Kurdî mifayê Reşîd Sofî dayê de?
Erê daye min, dibe ku kêmanî ji hêla min ve hebe. Gelek caran dixwazin min bibînin ez ne vala me, tev ku ev hevdîtin ji min re serbilindiyek e.
– Hun di nav hin mûzîkjenê Ereb de naskirî ne gelo?
Xweş naskirî me..hemû min nas dikin.
Gotina dawî?
Ne tenê bi hêvî me, baweriya min heye ku milletê Kurd bêtir pêş bikeve, bi hêvî me bibin yek.
Ev hevpeyvîn di hejmara (42)an , ya rojnameya “Buyerpress” de hatiye weşandin 1.5.2016