Ji aliyê Berxwedan Belo 19-4-2016
“ Ketî, Bi Xebatê Radibin “
Seranserî dîroka xwe, netewa Kurd her û her aştîxwaz e, û tu carî ew nebûye şerxwaz. Kurd pir dilsoj û dilxwazê jiyana hevbeş bi miletên derdora xwe re ne. Ev rastî ji aliyekî ve, û dewlemendiya xaka Kurdistanê û pêwîstiya cihê wê di xaknîgariya Rojhilata Navîn de ji aliyê dî ve, bûne sedemên sereke ku miletê Kurd rastî pir pîlanên giran û genî hatiye. Ew her û her hem bûye nêçîr ji dijminan re, hem jî bi hêsanî sûde ji dilpakî û dilsoziya wî hatiye wergirtin. Padîşahiya Osmanî û Şahînşahiya Farisiyan (Sefewiyan) di destpêka sedsala 16`ê de wekû nimûne, Kurd ji xwe re dikirine rim û mertal. Di encama vî şerê wan de, bi hezaran Kurd hatin kuştin û birîndarkirin. Bêhtir ji vê jî, cara yekemîn bû ku Kurdistan piştî şerê Çaldîranê hate parçekirin di navbera herdiwan de.
Ne veşartî ye ku ji destpêka sedsala 20ê û bi şûn de, netewên bindest nexasim netewa Kurd û ya Ermen, di bin benê sitemkarî û zordariya dagîrkerên nijadperest de bûn. Wan pir alozî, êş û azarî kişandin. Komkujî, koçberkirin û talankirin li ser wan hate bikaranîn; hewildanên têkbirin û jinavbirina hizir, bîr û boçûnên netewî û windakirin û helandina hestên neteweperwerî û neteweparêziyê ji hiş û sewdanê wan. Ango, regezperestan dixwestin ku netewên hevsînor tev bibin Tirk û Faris. Rast e, şerê cîhanî yê yekem (1914 – 1918)z. ev xewnên neteweperestan ji holê rakirin; lê welatên ku di vî şerî de biserketin sînorine nû ji vê herêmê re li gorî berjewendiyên xwe danîn, da ku karibin dest li ser welatên nûçêkirî deynin û bi awakî hêsan rêveberiya wan bikin. Kurdistan ji vê pîlanê ne bider bû. Mixabin, ew jî li 4 parçeyan hate dabeşkirin, û şerê netewa Kurd bi awakî nû hate kirin.
Piştî sala 1920`ê, dagîrkerên nû (Firansa, Brîtaniya û İtaliya) dest bi imzekirina hevpeymanan bi netewên bindestkirî re kir, lê miletê Kurd ji danûstandin û guftûgoyan bêpar kirin. Di encamê de, serhildan û şoreşên Kurdî vêketin, carina melûl û carina jî geş dibûn. Mixabin, tevî serkeftinên di warê leşkerî de dihatin bidestxistin jî, lê tucarî ev şoreş biser neketin, çunkî miletê Kurd û rêveberên wî hêmanê serkeftinê peyda nedikirin.
Bêguman, hêmana yekemîn ji bo serkeftina miletan hebûna bîrdoz û bingehên zanyarî ye. Ev jî bêyî hebûna zana û rewşenbîrên welatperwer peyda nabe. Hûrnerînek li rewşa çand û rewşenbîriya Kurdî baş dide xuyakirin ku Roso û Voltêrê miletê Kurd nebûn da ku bingeheke zanistî ji serkeftinê re deynin. Di gel vê jî rastiyeke dî heye, lê sed mixabin ku ew tehil e, ji ber ku piraniya rewşenbîrên Kurd berjewendiyên xwe yên kesayetî didane pêş û yên giştiyane paşguh dikirin. Dezgehên ragihandinê, saziyên çandewarî û komelên nivîskar û rewşenbîran ketine bin bandora êş û nexweşiyên partî û siyasetmedaran. Nexweşiya dabeşkirinê û tunebûna hevkarî û hevrêziyê di navbera wan de bûne sedemên pirbûna nakokiyên kesane, û herwiha jî dûrketina wan ji berjewendiyên netewî yên giştiyane.
Hêmana duyemîn ji bo serkeftina netewî ya miletan hebûna tevgereke siyasî ye hevgirtî, û yekrêziya xebata beşên wê ye. Bav û bapîrên Kurdan wiha gotine: “Ketî, bi xebatê radibin.” Lê ka em ji xwe bipirsin: Gelo tevgera siyasî ya Kurdî li gorî vê pendê ye, yan na? Bêguman, nerînek li nexşeya têkoşîna siyasî, nemaze ya partiyan, dide xuyakirin ku berjewendiyên partiyane û yên kesane pêştir in ji yên kurdayetî û Kurdewariyê. Her kes dizane ku îro roj bêhtir ji berê, yekrêzî û yekhelwestiya tevgera Kurdî tê xwestin, da ku karibin doza xwe ya netewî li ser maseya guftûgo û danûstandên navnetewî li ser Sûriya siberojê deynin. Lê, li şûna wê ezezî (ezîtî) bûye yek ji nîşanên sereke ji vê tevgera xweperest re. Lewma, Kurd li cem hemwelatiyên xwe ne mirov in, ne jî li cem welatên derdora xwe û ne yên dûr jî, payedar in.
Bêguman, ne tevgera Kurdî, ne rewşenbîr, zana û hişmend, ne jî ew bi hev re karin mafên netewî yên miletê Kurd bicih bikin bêyî piştgiriya milet bi awakî bêlayane ji tevaya tevgera Kurdî ya welatparêz re. Ji ber vê yekê jî, ev piştgiriya gelêrî ya ne layengîr hêmaneke gelek girîng e. Ew rê li ber serastkirina riya xebata netewî vedike.
Di dawiyê de, pêwîst e em tev di wê baweriyê de bin ku tucarî dijmin wê bi hêsanî mafên me yên netewî cihbicih neke, eger em tev xwedî li van mafan dernekevin. Xwedîlêderketina me ew e ku em zanibin ku xebata rast û durust bi yekrêzî û hevgirtina hemû beşên netewa Kurd bicih dibe. Wê hîngê em ê zanibin Penda Kurdî ya dibêje: ” Dara xebatkaran tim bi ber e” rast e.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” hejmara (41) 15.4.2016an de hatiye weşandin.