Ji aliyê Berxwedan Belo 19-4-2016
“Rast e, dem dema vekirin û pêşketinê ye û pêwîst e têkilî di navbera civakan de û mifa ji çandên wan bê kirin û çanda xwe jî ji bo wan welatan bidin naskirin, Lê yekbûna malbatê yek ji stûnên civaka Kurdî ye, û pêwîst e zarokên wê biparêzin ji bo paşerojeke geş”
Parçebûna malbatê wek pênase ji nemana hevgirtin û têkeliya di navbera yek malbatê de, û windabûna rola endamên wê di avakirin û bihêzkirina wê de, û hinek bi “bêhêzbûna malbatê” nav dikin.Li gor nivîskar û vekoleran, sedemên parçebûna malbatê ew in ku endamek ji wê dûrî jiyana maliyên xwe dikeve, yan jî cudabûn di navbera dayik û bav de peyda dibe, û dibe sedema windabûna zarokan, dîsa beşek din ku bi malbata vala navkirin û merema wan jê ew e di yek malê de çend mal hatine avakirin, gava her yek ji wan bi karê xwe ve mijûl e, bê ku pirsa endamên din bike û hezkirin di navbera wan de gelek kêm dibe û wiha diyar dibe ku xêzaneka bê ermence.
Beşek din ji nivîskaran wek sivik kirin vê pirsgirêkê û bi nerînek dûr nav dikin bi “dawî înana malbatê” û gelek nerîn jî bo vê gotinê hene.
Piştî şoreşên li gelek welatên Rojhelata Navîn peyda bûn, di van salên dawiyê de hijmarên mezin ji malbatan qurbanî dan, çi ji kuştina endamekî yan jî mirina yek ji serkêşên malbatê û zêdebûna penaberî û koçberiyê ku bi awayek ser dest bûye sedemên peydabûna pirsgirêka parçebûna malbatê û gotina Nivîskar “Hill” piştrast dibe yê ku digot sedema serekî ji bo vê pirsgirêkê “şer”e.
Civaka Kurdî ji serdemên kevin de di nav şer û pevçûnên welatan de dijî, herwiha siyaseta rêjîmên desthelatdar li ser gelê Kurd bûye eger ku di her malbateke Kurd de endamek jê dûrî maliyên xwe dikeve, millet penaberî welatan dibin, berdana jin û mêr an zêdetir bûye , qutbûna zarokan ji bav yan dayikê , zewaca keçên kêmî 18 saliyê ber bi zêdebûnê diçe, çi li Rojavayê Kurdistanê yan li kampên penaberiyê.
Malbatên Kurd ji dîroka kevin de ta niha bi hevgirtin, yekrêzî û hezkirin tê naskirin, ku serkêşê malbatê tekezî li ser kombûna maliyên xwe dikir û keç herdem bi dayikên xwe re karên malê dikirin, danûstandin jî di navbera wan de peyda dibû.
Rast e, ku hinek asteng û kêmasî di nav malbatina de hebûn lê bi giştî hevdû girêday maye.
Tevlî ku Şoreşa Sûriyê derfetên avakirina saziyên gel li Rojavayê Kurdistanê vekir, û karên baş li gor gotina xelkên deverê hatin kirin, lê hîn ew sazî nikarîne pirsgirêka parçebûna malbatê kêm bikin yan rolek aktîv hebe bo nehêlana penaberûna malbat û gencan bo welatên cîhanê, yan saziyên li wan welatan yên ku bi karên penaberan radibin nikarin bibin jêderek baş bo wan li dema ku pêwistîya van malbat û gencan pê hebe.
Egerên civakî, aborî, derûnî û pêşkeftina teknolojî wiha kiriye ku êdî hest û têkeliyên yek malbat kêm bibe û gelek keç û xort berev karên xirab herin û serbest jiyana xwe bibin serî bê ku li ber çavê dayik û bavên xwe fêrî karên baş bibin û çanda xwe jibîr dikin, têkiliya xortan bi civakên nû re kûr dibin û gelek ji wan bi çanda dûrî civaka xwe tên girêdan, Wek tê zanîn civaka biyanî ya ku gelek xort û malbat tevlî dibin gelek cudahî bi civaka Kurdî re heye.
Di civakên biyanî de her endamek jiyana xwe ya taybet avakiriye bê ku li endamên malbata xwe yên din vegere, îde serkêşê malbatê bi rola xwe yê rast narabe û danûsitandin pir kêm di nav wan de tê kirin.
zêdebarî pêşkeftinên li cîhanê, herwiha penaberî û dûrbûn ji hev, lê malbatên Kurd hîn girêdanên wan bihêz in, û peywendî di navbera wan de xurt dimînin, wiha diyar dibe ku civaka Kurdî ji civakên din bihêztir e .Jiber ku malbat ber bi parçebûnê ve neçe, çi pêwîst e?
Çareserî jibo pirsgirêkên berdanê hebin, hişiyarbûna jin û mêr an li dema gengeşê ku li dûrî zarokan bê kirin, herwiha têkiliya bav û dê, an bi zarokên xwe re bihêztir bibe, û mifa wergirtin ji tiknolojiyê bê kirin, û diyarkirina başî û xirabiyên wê, dîsan tekez kirin li ser xurtkirina peywendiyên civakî, û giringîdan bi xwendin, zanîn û rewşa derûnî ya zarokan û peydakirina aramiyê jibo wan.
Rast e, dem dema vekirin û pêşkeftinê ye û pêwîst e têkilî di navbera civakan de û mifa ji çandên wan bê kirin û çanda xwe jî ji bo wan welatan bidin naskirin, Lê yekbûna malbatê yek ji stûnên civaka Kurdî ye, û pêwîst e zarokên wê biparêzin jibo paşerojeke geş..
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” hejmara (41) 15.4.2016an de hatiye weşandin.