Ji aliyê Dawud Çîçek 19-4-2016
Ji roja 27 Şubatê ve ku Neteweyên Yekbuyî bi biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî biryara agirbesta li Sûriyê pesend kir şer bi awayekî giştî di navbera girupên ser bi Itîlafa Opozisyona Sûriyê û rêjîma Sûriyê de rawestiya û ji wê rojê de êrişêm ser taxa Şêx Meqsûdê destpê kirin.
Di demekê de ku hêzên kurdî êrişên xwe li dijî rêxistina DAIŞ zêdetir kiriye û roj bi roj gavên bi pêş ve davêje û bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî araziyên ferehetir ji destê terorîstan derdixe û her weha jî rêjîma Sûriyê bi piştevaniya hevpeymanên xwe gelek cihên stratejî ji kontrola terorîstan derxistin lê belê binêrin di vê qonaxê de çekdarên Opozisyona xwe bi çi ve mijûl kirine ji bilî kuştina xelkê sivîl, jin, zarok, kal û pîrên kurdan li Şêx Meqsûda Helebê.
Çekdarên Itîlafa Opozisyona Sûriyê ji roja agirbestê ve heya îro hîç şerekî cidî li dijî Cebhet Nusra û DAIŞ nekirine li dijî rêjîmê jî nekirine û êrişên ku niha li dijî kurdan li Efrînê û Şêx Meqsûdê li dijî sivîlan encam didin ji komkujiyêm bermîlên bombekirî yên Beşar Esed xirabtir û qirêjtir in.
Xelkê me li Şêx Meqsûdê dinalin û hawar dikin û diqîrin partiyên me yên Kurdî yên ku niha li Cinêvê li kêleka berpirsên van grupên çekdar rûniştina ji wan re nabêjin ew topên cehenêm ku hûn davêjin Şêx Meqsûdê gelê min dikujin rawestînin lê belê bi beyannameyek şermînok dibêjin bila şervanên YPG xelkê sivîl ji xwe re neke mertal.. hûn kê dixapînin!!
Ji dêla hûn wan rawestînin hûn wane gur dikin hûnê çi qezenc bikin we tiştekî ku em şanaziye bi we bikin nehîşt we got ‘Fîdralî’ ji we re gotin “Kurd qereçî ne” berya Beşar Esed gotin em Fîdraliyê qebûl nakin…. Hûn hêviya çi ji wan dikin ey nûnerên ENKS`ê… werin bi rûmet li rêza gelê xwe bisekinin, parastin û bergîriya xelkê xwe bikin dîfa`ê li zarok û jin û ew kal û pîrên ji ber bermîlêm hevalên we yên li Itîlafê bikin carekê bila bêvla we bişewite û em bêjin wele nûnerên me yên Kurd li Itîlafa Opozisyonê nûnertiya me dikin … eger hûn wê jî nakin hûn li wir çi dikin ew dolarên ku hûn dixwin xwîna jin û zarokên me yên li Şêx Meqsûdê şehîd dibinê ye… ji kerema xwe ji wê rewşê derkevin Welah Kurdbûn weha nîne…
Bi baweriya min siyaseta Kurdî û Kurdistanî di qonaxên xwe yên herî aloz û qeyran de derbas dibe û metirsiyên gelekî mezin jî hene bi rastî ez pêşerojeke zelal nabînim ji ber ku parçebûneke û dubendiyeke mezin heye hem li ser asta Rojavayê Kurdistanê û hem jî li ser asta Kurdistanî li Başûr û Bakûrê Kurdistanê… di qonaxeke weha de pêdivî bi wê yekê heye ku Kurd li kêleka hev raweste bi qenc ya neqenc dive em li kêleka hev bin, tirsa min ewe ku carek din dîrok dubare bibe û dîsa Kurd ev derfeta han winda bikin û ji xwe jî em vê yekê li Sûriyê jî dibînin ku çawa hêzên Opozisyon (baasiyên berê) û rêjîma baasê li dijî mafên Kurdan disekinin û me bi cudakar binav dikin.
Ey gelî partiyên Kurd û Kurdistanî ez federalîzmê û serxwebûnê naxwazim ez yekîtiya we dixwazim û hew .. yek bin û li kêleka hev bin û gelê xwe ji tofan û bahozên li navçeyê rabûye biparêzin di vê qonaxê de bese binêrin birayên me yên Bakûr ji bo xatira birayên xwe yên li Rojava îro hemû bajarên Bakûr bûne Şêx Meqsûd û bûne Kobanî çima?
Ji ber ji xwe re qebûl nekirin ku ji aliyekî ve aştî li gel Tirkiyê bikin û Tirkiyê bi hemû hêza xwe bi destê têrorîstan êrişî Serêkaniyê û Kobanê û Efrînê dikin … ev yek ji xwe re qebûl nekirin û hemû berjeweniyên xwe jî kirin qurbana berjewendiyên netewî … îşte îro eve ji hemû kurdan tê xwestin.
Dawiya dawî bang li Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Hevpeymaniya Niştimanî ya Kurdî û Partiya Pêşvero ya Demoqrata Kurd dikim dengê xwe bilind bikin û ji berpirsên Opozisyona Sûrî re bêjin rawestin bese hûn gelê me dikujin. Her weha jî ez bang li PYD û TEV-DEM`ê û YPG û QSD dikim ku hûn her roj nûnerên Emerîkî û Rûsî dibînin carekê daxwaz li wan bikin ku moşekeke firokeyên xwe li wan qatîl û namûsizên oposizyonê bibarînin û wan rawestînin.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” hejmara (41) 15.4.2016an de hatiye weşandin.