Ji aliyê Ebduselam Xoce 19-4-2016
di van hevdîtinan de her aliyekî nerînên xwe derbarî çareseriyê destnîşan kirine, û radestî Dîmistora kirin, di herdû pelikên ku hatine dayîn bo şanderê navdewletî tu amaje bi pirsgirêka miletê Kurd nehatiye kirin, tevî ku du nûnerên Encumena Niştimanî a Kurd li Sûriyê di nav rêzê Îtîlafê de beşdar in di van danûstendinan de!!!?
heye ku mirovê Kurd bibîne ku li Rojavayê Kurdistanê û li dora maseyekê hêzên siyasî ên Kurd li hev bicivin û Cinêveke Kurdî-Kurdî lidar bixin û tê de hemû kêşe û nakokiyên xwe çareser bikin.
heye ku ev komcivîn bê lidarxistin bêyî destêwerdaneke ji hêla hêzên Kurdistanî û bi tayebet partiya Demuqrat a Kurdistan- Îraq, û partiya Karkerên Kurdistan PKK?
heye ku ev civîn bê lidarxistin û tê de biryara Kurdên Sûriyê bibe yek û deverên rêzgarkirî bibe cîgeheke ji hemû hêzê rikberiyê re, û tê de siberoja Sûriyê dûrî Ecindeyên dewletên herêmî bê gengeşekirin?
Bêgûman hêzên navdewletî û bi taybet Emerîka û Rûsya rijd bûne li ser dîtina çareseriyekê bo kirîza Sûrî û ev yek di civînên ku têne lidarxistin li Cinêvê di navbera rikberiya Sûrî ku Îtîlaf serkêşiya wê dike, û rêjîmê de bi serperiştiya şanderê navdewçetî Stîvan Dîmistora diyar dibin.
di van hevdîtinan de her aliyekî nerînên xwe derbarî çareseriyê destnîşan kirine, û radestî Dîmistora kirin, di herdû pelikên ku hatine dayîn bo şanderê navdewletî tu amaje bi pirsgirêka miletê Kurd nehatiye kirin, tevî ku du nûnerên Encumena Niştimanî a Kurd li Sûriyê di nav rêzê Îtîlafê de beşdar in di van danûstendinan de!!!?
bê yî ku mirov behsa helwest û nerînên nijadperest ên ku ji serkirdeyên rikberiyê derbarî miletê Kurd ji hêlekê û hustûxwariya herdû (Nûnerên Kurd ) û helwesta Rêjîmê em diyar bikin, derfeteke dîrokî ji destê Kurd an diçe, ku bi sedê salan ev derfet nema dûbare dibe.
– Di van rojên dawî de gelek bengewazî ji hêla hin aliyên Siyasî û ciwanên Kurd derbarî yekrêzkirina helwesta Kurdên Rojava û avakirina şandeyeke Kurdî Serbixwe û stendina biryara vekişana beşê ku beşdare di danûstendinên Cinêvê de di rojevê de ye.
xwendineke hûrbîn ji van bengewaziyan re tekez dike ku êdî pirsa Kurd di metirsiyê de ye, û erke ku bi leztirîn dem çareyek bê dîtin û aliyên siyasî li hev bicivin û biryareke netewî di xizmeta çareserkirin û misogerkirina pirsa Kurd li Sûriyê bistînin ta ku Kurd bêpar nemînin ji çareseriya ku wê bê dîtin ji kirîza Sûriyê re.
pêwîst e ku nûnerên encûmena niştimanî a Kurdî li Sûriyê birêz Fûad Elîko û Hekîm Bişar xwe ji desteya rikberiyê a danûstendinên Cinêvê bikşînin û hemû aliyên siysî ên Kurd li Qamişlo bicivin û nameyekê Arasteyî hemû hêzê navdewletî û herêmî bikin û bibêjin em li ser qada xwe ne û ê ku bixwaze danûstendinê bi me re bike em vane.
tenê wê hêvî bimîne an wê rojekê tenê partiyên Siyasî ên Kurd ku dev berjewendiyên xwe ên partîtî û kesayetî berdin.
êdî bûye ji ferzê ku Cinêveke Kurdî –Kurdî bê lidarxistin berî ku em têkçûnên bav û bapîrên Kurdan dûbare bikin.
Carekê tenê bila ew yek bibe ku çawa dijminên gelê Kurd li hev dikin dema ku Kurd nêzî azadiyê dibin, em jî bibin yek di xizmeta vî miltê dilşewatê azadiyê.
bila carekê tenê ên sûdê ji şaştî û têkçûnên bav û kalên xwe bikin, û daxwaza me tenê ew be, berjewendiya gelê Kurd di ser her tiştî re ye.
wê ne zehmet be ger viyana kirinê hebî… Tenê bengewazî ye..!
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” hejmara (41) 15.4.2016an de hatiye weşandin.