“Wê çarenûsa Erdogan û partiya wî reş be, û helbet ewê buhayê hemû kiryarên xwe yên qirêj deyne”
Di destpêka şoreşa Buhara Erebî de Erdogan xwe amade dikir ji bo taca Sultaniyê deyne ser serê xwe! ji lewma bi hemî alavan piştgiriya şoreşa Buhara Erebî kir ji Tûnisê, Misrê û nexasim dema ku Şoreş giha Sûriya wî yeqîn kir ku di demeke nêz de, wê ew taca beriya sed salî li erdê ketî bi destê xwe deyne ser serê xwe, lê bi hin şêwe û alavin nû de, ne wek kalikin wî “Sultanên Osmaniyan”!!?
Xewnên Erdogan yek jê ku destê xwe deyne ser Betrola û xaza Ereban da ku ji bin bandora Rosan derkeve û bi serbestî destê xwe dirêjî welatê Qafqasiya bike û ji ber mayê Mangoliya li wir li dijî Rosan bi kar bîne û Taca Sulataniyê li wir jî bilind bibe.
Ji ber van xewnan û pilanan Erdogan bi hemî hêza xwe destê xwe dirêjî nav şoreşa Buhara Erebî kir, û bi taybetî li Sûriya û deriyê Tirkiya ta bi dawî li ber Mercenariya vekir pere û çek bi ser wan de rijandin ji her derî ew anîn û derbasî Sûrî kirin ji wan re got: Em ê di demek nêz de li Şama Şerîf nimêj bikin!!? Lê xewnê wî ne rast derketin bi têkçûna wî li Misrê û li Tûnisê û li Lîbiya û li Êraqê. Têkiliyê wî û Kurdan tevlî hev bûn, û rewşa di hundirê Tirkiyê de ber bi nexweşiyê ve çû, ewî nema dizanî çi bike, dest bi komkujiyê kir bajarê Kurdan bi ser sivîlan de herfandin bi hezara Kurd ji bajarên xwe koçber bûn. Li Sûrî Kurd bûne xwedî hêz û şervan û erd vegirtin ev ê hişt ku Erdogan bihtir dîn bibe û ji hiş bikeve, ew petrola ji Sûrî di rêya Da’iş re diçû jê re nema! derîk li pey deriyê din li pêşiya wî têne girtin, lewma xwest bêje ez hîn li ser xwe me û tiştek bê min li Sûriyê nabe nexasim piştî ku Rûs bi giranî derbasî Sûriyê bûn xwest li pêşiya Rûsan bisekine lê di wir de jî têk çû.
Dema ku Israîl û Rûsan ji rexekî ve bi hev re hemahingî kirin û ji rexê din ve Rûsan û Emirîkiyan bi hev re kirin his kir ku ew derdikeve ji derveyî lîstikê di vir de wek ku ji xwe re bêje min berê xwe fere kir!! lewma xwest hêza xwe bide ser hev û giraniya xwe bide Sûriya vê carê kaxeza koçbera li dijî Ewropa bikara nî, û rê ji koçberan re vekir kirîzek çêkir Ewropa mecbûr ma ku pê re rûnin û perê ku ew bixwaze bidin da ku deriyê xwe bigre! lê ev jî ne çareye ji bo Erdogan ne ji kirîza wî ya navxweyî û ji ya bi derdora wî re? Erdogan cihûyên li welatê xwe ji xwe re bi karanîn da ku têkiliyên xwe cardî bi Israîl re vegerîne, lê vê carê wê ne li gor ku ew dixwaze? Ji rexê dî ve Erdogan xwest bi lêbûrînekê Rûsan rezî bike lê ta niha ew jî neçûye serî, dîsan xwest wan gotinên xwe yê li ser Israîl di gotin balîse û mercên wa bipejirîne û sînorekî ji tevgera Elhemasre di rojên tê de deyne. Dema ku bi Israîl re kete têkiliya xwest wê zincîra li dor qirika wî hatî pêçan bişkîne û ji rexê dî ve xwest adiziya li Qefqaziya ji Rûsan re çê bike. Niha Erdogan dixwaze têkiliyên xwe bi Misrê re vegerêne, lê hîn derî li pêşiya wî venebûye dibe ku piştî ew Israîl hin gavê dî bi hev re bavêjin deriyê Misrê jî li ber vebe lê gor ku tê gotin Ewropî û bi teybet Emerîka û Birêtaniya dixwazin Erdogan ji holê rakin û niha têkilî bi Fethele Gulan re yê ku berê piştgêriya Erdogan li Emerîka dikir û dibe hin ji hevalê wî di rêz de bin? Ya dî ku Erdogan îro dibêje em ê Regeznamê ji endamê partiya gela bistînin. Diyar e ku Erdogan weka mişkê şehirxwarî lê hatiye lê gelo ew dikare xwe ji vê kirîze derxe û ji wan xewnê xwe şiyar bibe û Taca Sulataniyê ji bîr bike ez ne bawer im? Wê çarenûsa Erdogan û partiya wî reş be, û helbet ew ê buhayê hemû kiryarên xwe yên qirêj deyne..
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” hejmara (41) 15.4.2016an de hatiye weşandin.