Şêrwan Yûsiv
Çalakiya HRRK`ê ya ji bo piştgiriya Berxwedana Bakur di kesayeta Nisêbînê de roja Şemiya borî lidar ket û her wiha roja Yekşemê jî insiyatîfa ku ji aliyê YRA`yê ve bi navê Na Ji Bêdengiyê re dest pê kir jib o ku rastiya êrîşên li ser bajarê Nisêbînê derxîne derve, ev yek jî bi beşdarbûna hemû nûçegihan û rojnamevan û ragihînerên saziyên ku li Rojava li Kantona Cizîrê dixebitin pêk hat.
Derveyî pêşketinên li Nisêbînê ku dê ev çalakî heta kîjan radeyê encam bigire, lê belê ya girîng ew bû ku rewşenbîr û rojnamevanên ji nêrîn û helwestên siyasî cihêreng li ser êşeke neteweyî kurdî lihev civiyan..
Her wiha ev herdu çalakî jî di bin banê du saziyan de pêk hatin; a yekemîn Hevgirtina Rewşenbîran bû û ya duyemîn jî Yekîtiya Ragihandin Azad bû, ango van herdu saziyan teqez kirin ku ew saziyên neteweyî û civakî giştî ne, dûrî partîbûyîna teng û dûrî yekrengiya siyasî ne. Ev jî xala herî girîng, rast û durust e ji Şoreşa Rojava re ku niha kesayeta civaka kurd bi hemû rengê xwe ava dike..
Çaxa ku saziyeke bi armaca xizmetkirina civakê û ji bo berjewendiyeke bilind a neteweyî hatibe vekirin û ev yek xistibe hedefa xebata xwe de, divê li gorî vê yekê jî xwe saz û birêxistin bike, ne ku li gorî yek rengê siyasî be û vêya bike astengiyek ku ti alî nikaribin cihê xwe di nava wê saziyê de bigirin û nikaribin bi erka xwe ya neteweyî rabin. Eger ku hedefa wê saziyê civakî neteweyî be, divê deriyên xwe ji her kesî re veke..
Her wiha li aliyê din jî divê nêrîna teng ji holê rabe û asoya nêrînê ji tometbariyên siyasî teng derkevin, ango divê her kesek weke erkeke xwe ya neteweyî li gorî taybetmendiya xwe ya pîşeyî bi kar û xebata xwe û bi wêrekiyeke jidil û bi hişmendî û nêzîkatiyeke neteweyî-civakî yê payebilind xwe berde nava saziya xwe û dest pê bi karê xwe bike, ku niha Şoreşa Rojava kêlî bi kêlî dîrokê bi me dide jîyîn..
Ango nebeşdarbûna nava saziyan û xwedîtina aliyekî; saziyan jî neçarî aliyê din dikin û ew jî dibin aliyekî din ku di yekrengiya xwe ya siyasî de diherrimin û her di cihê xwe de dimînin, ji lewre pêşxisitna saziyan erk û berpirsiyariya hemû aliyên siyasî, civakî û ramanwerî ye.
HRRK û YRA`yê di çalakiyên xwe yên ji bo Nisêbînê de ev ders û nimûne dan me ku kar û xebata bi hev û din re pêkan e û her wiha pêwîstiyeke jî. Her alî û kesayeta ku derfeta Kobanê jidestê xwe da der, îro Nisêbîn wê derfeta dîrokê ji me re dubare dike, û vê carê jî pêşeng ronakbîrên vê welatî bi rewşenbîr û rojnamevanên wê ne. HRRK û YRA`yê di warê sazûmaniya neteweyî-civakî de gaveke serkêş avêtin, divê hemû saziyên Rêbeberiya Xweser û di demên pêş de yên Federaliya Rojava li gorî vê mînakê bixebitin, ku civaka me jî bibe civakeke sazûman û ber bi şarmendiyeke payebilind a cîhanî ve bikeve rê, dûrî kîn û dilreşiyê.. !