Bang
hey revokên ber bi xopaniyê de
werin vegerin li min
tenê karim
hêviyên we yên sitewr
bi gon bidim ..
********************
Rawe
hêvî
bi devê penceran ve serjê dibin
saw û sawîrên dirînde
birînên min dixepêrin
veşargehan
di xavika zayînên min de vedidin
û gûmanên çavsorî har”
pîkoliyê
di guhên min de dikin..!!
Qêrîn
“Di Bîst û Pêncê heyva Cotmehê de sala 1966an de li gundê “Navkurê” yê bi bajarê Qamişlo ve girêdayî ye hatiye dinyê. Lê di doseyên fermî de jidayikbûna wî di sala 1969an de hatiye qeydkirin”.
/1/
qîran bide
ta ku tu dawerivî
lê çi hêjane ev qîr..?
ku dengê te
guhên te nebûrîne..!!
/2/
eger ku qêrîna te
çeperan neçirîne
sînoran neherifîne
perwaneyan
li delavên sorgulan necivîne ..?
bi hêminî
çavdêrî sawan bimîne
çêtir e..!!
Doza
Serma ye dijwar e doza
Bahoz e…ba…
û pê re pîjên kînê
tiştek me nanixumînê…
ne ti al ..
ne ti bext…!!
şewitîne koz û belgeyên daran
pîrepindan tevnên xwe nehûnane
û kevokan hêlînên xwe berdane
şikeft mane bisaw û bê dergevan
li giyanê peyxamberan
kulibîne nijdevan
êdî were …..
hey omîda evî dilê perîşan
were em hev himbêz bikin
bi agirê evînê xwe germ bikin
amadeyî berberiyê
berxwedanê nû bikin em dîlberê..
1989.z
Lavelav
“Li dibistanên Qamişlo xwendiye û bawernameya duwayî ya giştî\beşê zanyarî da sala 1986an de wergirtiye”.
ne pêwist e ev lavelav
bawer bike
kevokekê dilê min revandiye
ber bi bêhna çiya de
û dengê azad
ber bi şopa Siyamend û Ferhadan de
û çemên dil şad
niha……
de rabe tu
hey keça arezûmend
tu jî dil jê re birêke diyarî
belkî mîna du feriştan payedar
belkî di henteşa wê de
bicivin her du giyan…
1990.z
Ez ê Bêm
kulîlka min….
hengeyek perwerî tî me
ji rivînê
ber bi baxên xewna te de
revyayî me
digel sêncên direhî
ez ê bêm
hinguv ji nav lêvên te binisilînim
ez ê bêm û mizgînan
di fîxana bêzaran de vêxînim
da rondikên şadîmanan
van giyanên azirandî raşoyînin….
1990.z
Rêwî Me
“Li bajarê Qamişlo dijî û ji qurbaniyên serjimêriya 1962an e”.
Rêwî me…
û pêwist e bûrandin
li seranserî sînoran
saw qozikên xwe disûn
baskokirî….
Birîndar e kevoka min
li ber bayê
reyandina dezgehên ragihandinê
bawî dibe helbesta min
êdî çawa?
saloxên pertikandina çivîkan
saz û ritmên raperîna çemên xwînê
çawa biryara evînê
bighînim destê yar!?.
1989.z
Xewngîrî
bi nav xeman de dûr çûye
peravên hêviyê dûr in
deryavanan
qeyikên xwe bûrandine
bi tenha
şikestiye helbesta wî
li keviya dudiliyê
keseran ew hilanîne bi pêlan
pirs û gûman
guhên wî dikişkişînin
li ber çavan
aso dişkin
diruşim reş girêdayî têne xwar
çavan digre
bi hatina pêleke tewş
xewngîr dibe…!!
1989.z
Dîsa Va Me
“Ji destpêkê de helbest bi zimanê Kurdî û helbesta kêşesaz nivîsand, di nîvê salên Heyştêyî de ji serdema bûrî de dest bi helbesta nûjen kir, yek dîwanên wî çapkirî bi navê ” Were Vê Êşa Bilind ” heye”.
erê…
dîsa va me
li ber deryê malbava te
di canê min de mestbûnek dinale
areziwek dikale
va dilê min mendalekî şevdere
kolan kolan digere
himbêza te
penageheke ewle ye
de were…
1991.z
Vê Carê!
“Xelata baştirîn helbesta nûjen du salan li du hev di festival helbesta kurdî de wergirt, destnivîsên wî li ber çapê hene”.
vê carê…
ku hatim civanê te
berî ku em
dibin perên birînan de
binav bibin
berî ku em
di gerînoka pirsan de
winda bibin
min agadar bike bo maçê..!!
1988.z
Şewitandin
ne tu dikî
ji zindana payebûnê rizgar bibî
ne ez wêrim
sawên evan sînoran bibûrînim
ez li vir û …
tu li wir…
bibêhrî dişewitin
dibin arî
bê ku geş bikin ti warî..
1990.z
Ne Bêje
ne bêje min:
-“piştî şikistina tînê
şemala hatina te wê vemire”.
dîlberê na
ne bablîsokek
bi hewes bêm û herim
sirek ba yê pelendarî perwerim
di derbend û
hemî asêgehan re ez dibûrim
alên evînê eşkere
di esmanên mêbûnê de hildigrim.
1989.z
Rêwiyo
rêwiyo…
di kelkela vê lavê de
bêhnefişka xwe ragire
çiye ev lez û beza te..??
li xwe bizîvire carek
rê bi sawe rêwiyooo….!!!
eva ku tu li pey digrî
rewrewk e…
ne mizgîna şadiyê ye
eva tu ber pê de dimrî
leylan e
ne çemê azadiyê ye…!!
1992.z
Sernixûmkirina Helbestvanekî
soz ji bo te mîrê min
vê carê
canê min ne qurmiçîne
lê carek din
hew guhê te bi vê sazê
diwestînim
hew xwestekên belengazan
dixwînim
ez ê van kaniyên xewnan
biçikînim
termên helbest û ramanan
bi esîdê bisotînim
bes vê carê
canê min ne qurmiçî ne…!!!
soz ji bo te mîrê min…..!!!
Naxwe
wekî wisayî ezbenî
li gorî dilbijokiyê dibûrî
dihênijî…
dilekijî….
dikujî……
naxwe ji mafê min e jî
ku xewnên xwe
di guldanekê de
li ber serê xwe vêxînim
û çivîkên ramanê
di firewaniya helbestê de bifirînim..
Dema…
dema tawankar tên û
bi şûrên xwe çep û rast
gerdenan dixilînin
gulîstanên aştiyê
xewnên xwe diweşînin
şax û kulîlk tawî dibin
perwane bawî dibin
û peyv
dibin mêşikin gurî
di demûşa diruşman de
diçikilin…!!
Helbijartin
ji şêwazê kargêriyê
kerên kor diengirîn.
piştî guft û goyekê
ji bo serokatiyê
mirovek helbijartin…!!
rojin bûrîn……
û cendekên pirsan
di xwînê de gevizîn
careke din raperiyan
lê vê carê
kûçikek helbijartin..!!
Delûdînê
delûdînê….
çi xewnin te dixapînin..?
çima wisa …?
di pencera payebûnê re dîq dikî..
û lêvên xwe dirêj dikî.
tû nizanî…?
ev bajarê tozê ye
û çavên bikenîşt
bajarê demûşê ye
û mêşikên mirarokî..!!
li ber
dergehê kirêtiyê
nêrên xesandî
û mêyên pûşt
ciwaniyê bazar dikin…!!
Bêsûde
roj bêpêjin
temen dimeridînin
û demsal
dûvê xwe li hev dipêçin
ez im
yê li ser tehtoşka demê dinive
bê ku pirsek bilive
canê wî diwerive…
Sofiyo
sofiyo….
berê çû bi berê re dikudîne
devê xwe
ji nav axê derîne
tu nikarî
gera demê rawestîne…!!
eger tu arezûmendî
rabirdûyek bi ronî damezirînî
derbarî pirsa rojevê
tê rola xwe bikêr bînî
wê pêşeroj
li ser anya dîrokê
serfiraz te bijînî…!!
Xalo
xalo…..
tu bi pendên sinceyî
giyanê min dîl dikî
û zerya te di pişt çît re
di pala peyvên te re
awiran dadihêje min
ber bi windagehên xwe de
min dibe….
lewra
sîberê min li ser kursî
li ber te tarûmar dibe…!!
kebaniyê
kebaniyê…
sibehên te xeyidîne
rojên te
di kef û aravan de xwe noq dikin
tiliyên te bûne “darik”
bi têla cilan ve mane..
kebaniyê…
qeretûn û taştê
firavîn û şîv…
û şev tê qure û gîv..
rondik mîna gulsitêran têne xwar
li ber dergûşa xemê
dihênije bejna nazdar
dilekije li xewna te
xirxira mêrê zordar…
û herî tu dinisilî…
bê sirûdek
bê mizgînek
wisa ev temenê ciwan
xula xwe dibûrîne bêgulvedan…!!?
Dostek
bi geşbînî derbas dibû
bi ken û şelafiyan
çayê vexwar
sozek birî
û çirvirand
civan danî
û çû mîna marmarokê
xwe veşart
ez dimam……
ta sawîrên celdeyê
bi ser min de xiliyan
gêrikên bendewariyê
di laşê min de westiyan
ta pencrên derdoran
baweşkiyan…
û nehat…!?
şam-1992
Alek
aleke…
bi dîwarê oda min ve
hîna helawistiye
li binya wê
wêneyê mendalekî felestînî
xwe dadide keviran…
roj dibûrin…
û demsalên kerepûlê
lehengan pêşkêş dikin
hîna jî lewendiya xwe parastiye
dûrî gemara mêşan
û lotikên li derbarî vê odê
hîna di pencera dil de
bi azdî pêlpêl dibe
di gel pêvedana pirsan
û finasên pêxwasan
ber bi başûrê min de
û başûr
di qûntara xerdelê de
bêhnefişka mendalan dihêwirand..!!
1992.z
**********************************
Weke Ku Ez…
weke ku ez şûrek im
di xavika rojê de
weke ku ez derya şêtim
di bejê de
weke ku ez firtone me
di dojê de
wisa……
pîlebazên vê deverê
ji hatina min ditirsin
dergehên xwe asê dikin
zarokên xwe
bi efsanên jiyana min dixin xew de
û hîna ez
şikestinên xwe dijmêrim…!!
1996
**************************
Li Vê Derê
li vê derê…
ezmûna mirovetiyê me
û gewdê min
xaka vî welaî ye
biçînin tê de biçînin
pîjên kînê
kêrên jehrê
wênek û zikreşiyê tê de biçînin.
lê ev xaka
birînên min tê de bûne
kaniyên azadiyê
zor e zor e
ji bilî baxên evînê tê de şîn bên..
Tu
di mestiya şevê de
tenahiyê tu dadidî…
çixara xwe
ji guhikê bîranînan vêdixînî.
bi pirtîna kewekî re ji sînor
tu penayan
di hêrikê Hilêlîkê de dikolî
pêşwazî siwarên xemê
tu kolanan
bi qawan û nefelê radixînî
li ber saza ahengên te
çûkên dehla Nisêbînê tên semayê.
û bengînên bendewar
hildiçenin ji tayê…!!
tu mezin bûyî…
bajar bi te re mezin bûye
raz û pirsên zaroktiyê
û xewna hilbirrînê…!!
nuha…
tu diwêrî sawîran bipertikînî
sawên evan sînoran
û zeviyên mayînan bibûrînî
razên henge û kulîlkan
ber bi Bakurî êşê de bifirînî…
tu mezin bûyî…
li nav giyayê birînê
li henteşa
xecxecoka evînê….
* * *
bila gûman
li devê pencera te vingvingê nekin
û dilsarî
di asoyên dozê de
qaşilên pûç liba nekin
tu bi vî dilê mezin
dikarî beyarên gundan
û sînorên birînê
bi evînê vêxînî
bila
leşkerên kîn û revê li duryanan
tuf li singoyên xwe bikin
tû pêwistî
qeşmeriyan bi wêneyê xwe neke
zîlana veguhestinên mezinî
milên te
pirin ji bo bûrandinê pêwist in
û destê te
ji bo ragirtina çeman pêwist in
bi lihevketina du keviran re
dibe xurrîna nijarê
cîhan pêkve
li ber siya lingê te dikumişe..!!
Negrî
nijdevan bûn
bilez û bez dihatin
girtin dora kelha min
derî li min setimandin
hîm danîn ser devê min
dîl kirin qêrîna min
lê tu negrî dîlbera min
evîna te venamirî
bi vî serê ji pola
ez ê vekim sed derî…!!!
1986.z