Xalis Misewer
Bêguman ku mirov bi cidiyet li rastiya siyaseta Amerîka û hevalbendên wê di warê şerê Sûryê de bi awayekî stîratîcîk binêre, wê xweş bê xuyakirin ku Amerîka di hemû gotinên xwe de, berdewamiya serokê Sûryê li ser kursiya serokatiya, bê rewa û şer`îyet dide xuyakirin û dibêje: Gereke serokê Sûryê dev ji kursiya serokatiyê berde, çimkî ku nêzî(300) hezar kes ji miletê xwe bi awayekî hovane kuştine, û hê jî bermîlên mirinê bi ser wan de davêje. û bêyî wilo aşîtî li Sûryê çênabe.
Bi rastî ku mirov xweşik bi van gotinan mijûl bibe, wê bê xuyakirin ku ta nuha Amerîka weke ku tê xwestin nêzî şerê (Da`işê) nebûye, û qada Sûrye ji balefirên Rûsyayê re berdaye, û ketina qada Sûryê bi hêzên bejahî bi awayekî rsterast nedaye xuyakirin, û naxwaze xwe bavêje nav bela û astengiyên şerê Sûryê de. Di vê mijarê de Serokê Amerîka (Ubama) dibêje: Min eskerê Amerîka ji Şerê Sûryê parastine. Amerîka di warê civîna Cinêva (3) de jî gavin bi paş de avêtine, û herweha artêşa azad agahdar kiribû ku bi cidiyet guftûgoyên li Cinêvê bi rêxistina Sûryê re bike, tevlî ku biryara 2254an bêhtirîn nêzî bercewendiyên Rûsyayê jî hatibû. Lê ji aliyekî din ve, Amerîka dixwaze ku bi peyvên xwe yên dijî rêjîma Sûryê koalezisyonê razî bike.
Li hember vê diyardeyê, hin ji berpirsiyarên koalezisyona Sûryê dan xuyakirin ku Amerîka ji sozên xwe vegeryaye. Lê bêguman tiştek di cihê xwe de namîne û her tişt li ber guhertin û zayînê dimîne, ji ber wê jî Amerîka pir bi hesasiyet nêzî bûyerên şerê li Sûryê dibe, û ya rast ewe ku halê hazir naxwaze Beşar- El Esed bilez ji holê rabe, ji ber ku qubletnameya xwe li ser bercewendiyên xwe û Israîlê jî terkîz kiriye, dibîne ku bêhtirîn girûpên koalezesyonê yên ku îro li gastîna Sûryê şer dikin, hindik ji wan xwedî demoqratîk û pirensîb in, ango li gor nerînên welatên Rojava ne cihê soz û ewlekaryê ne. Ji ber wilo rê dabû Rûsyayê ku cihê linigê xwe di Sûryê de çêbike ku karibin bi hev re şerê (Daişê) bikin û çareseriyekê siyasî li Sûryê peyda bikin, û bigihê asta ku agirbestê îlan bikin. Birastî jî agirbest kete warê biraktîkê de, lê bi vê piraktîkê leystika Erdoxanê kujer jî encam negirtiye, û derfeta serkeftina xwe wenda kiriye, çimkî riya Başûrê Tirkiyê ku karîbû di wir ve bi hevalbendê xwenî qirêj (Da`iş) re alîkar be, ew rê ji ber hatiye girtin û pilan û hewildanên wî yên ji bo herêma ewlehiyê, û ji bo vejîna xîlafeta Osmanlî têk çûne.
Di eynî demê de jî, hebûna Rûsyayê li Sûryê, hiştiye ku rola Îranê jî di Sûryê de lawaz û piştişikestî bibe, tevî ku Rûsya hêza xwe bi piranî kişandiye jî lê li ser erdê tu guhertinên serekane çênebûne.
Li vir, ji hêzên li ser qada şer, ji bilî kurdan yan(QSD), welatên Rojava û Amerîka, yên mayî hemyan ne li gorî bercewendiyên xwe û yên Israîêlê nabîne. Çimkî ji wan ve xuyaye ku, hemû hêzên di bin kirasê misilmantiyê de, û piranya yên di bin siya netewyê de, nêzî bûyera Sûryê dibin, yan terrorist in û yan jî şofenîzm in.
Amerîka dizane ku yên bi navê Mislmantî û netweperestiyê xwe li Sûryê didin nasîn, ta nuha dijberî dewletên Rojava û Israîlê xwe didan nasîn, ne wisa bi tenê jî, lê evna ji bilî xwe kesekî din napejirînin û nikarin bi kesên cuda re mîna kurdan jiyaneke hevbeş bijîn. Jiber wilo Amerîka dixwaze dema şer dirêj bibe, ku Rûsya û Îranê û rêxistina Sûryê û hêzên şer jî li ser erdê, di hêla leşkerî û abûrî de biwestîne, ta weke ku dibêjin bêne ber benê xwe. Lê piştî ku Rûsya û rêxistina Sûriyê li hin cihan bi serkeftin şerê xwe derbas kirin, û ta rê li ber hewldanên Trkiyê û doza herêma ewlekar bê girtin û asteng bibe, wezîrê derve yê Amerîka (Kêrî) bi lez doza peymana agirbestê li Rûsyayê kir, û hemû aliyên şer agahdar Kir û got ku ev agirbesta şer neçe serî wê perçebûna Sûryê bi xwe re bîne. Serokê Tirkiyê Erdoxan jî, nerazîbûna xwe dijî vê agirbestê nîşan da, ji ber wilo gengeşeya di nav Erdoxan û Amerîka û welatên Rojava de nemaze piştî bûyerên Belcîka rojbiroj fereh dibe, lê bêguman nagihêje wê radeya jihevketinê, ji ber ku aleqederya di nav wan de di asta istiratîcîk de ye, lê dîsanê şerê li Sûryê, Amerîka xembar dike, û mejiyê wê yê siyasî dixe nav fikir û ramanan de.
Li vir kî li gastînê dimîne? incex ew jî kurd in ku xwe li ser qadê isbatkirine, û berevanya milletê xwe ji xwîn xwarên (Da’iş) diparêzin, û ta milletê Ewrupa jî bi wan re tê parastin.
Ji ber wilo tiştekî balkêşe ku Amerîka ta nuha bê cidiyet nêzî şerê (Da’iş) dibe, jiber ku ew jî û Rûsya jî dizanin ku ji hêzên li ser qada şer, ji bilî kurdan û çend girûpin ji artêşa azad, cihê ewlekaryê jêve nayên dîtin ku, karibin hukmê Sûryeke nûjen û demoqrat kontrol bikin, wê demê çi garantiyek heye ku, ev gurûpên çekdar hovîtiya xwe nebin serî û sira bayê kursiya serokatiyê li wan nexe, û nebin imberator û diktator û hokarên dijîtiyê careke din dijî Israîlê bikarneynin, û careke din destlatdariya xwe li ser serê miletê xwe ferz nekin, Û bumbeyan bi ser kal, û jin, û zarokan de nebarînin. Ji ber wilo hevalbendên herî bi ewle û bi bandor di bala Amerîka û Rûsya û hemû dewletên Rojava, ji pêv kurdan û hin gurûpên artêşa azad nemaye, ango wê Rûsya û welatên Rojava jî, ji pêv kurdan bi rengekî serekane hevgirtiyê xwe nebînin. Lê di vir de piştî kişandina beşeke mezin ji hêza Rûsyayê, û piştî bûyrên terorîstî yên li Belcîkayê çêbûn, nedûr e ku siyaseta welatên Rojava ji aliyê sîstema Sûryê de jî kêm zêde bê guhertin.
Di vê babetê de, ji kurda tê xwestin ku lîstikvanên siysetek zana û resen bin, ji ber ku qada Sûryê bûye gastîna lîstikvanên herî mezin, û yê nizanibe li gorî demê bileyize wê li şûna waran bimîne, û miletê xwe li hêvya talan û wêrankirinê bihêle. Îro dema Kurda hatiye ku, Kurd bi aqilmendî nêzî bûyerên li Sûryê bibin, wê encamên serkevtinê bidest bixin, û Sûriyeke yekbûyî û fîdiral ji hemû miletê wê re bicih bînin. Erdoxan zanibe yan nizanibe ku, ya giringtir ji Amerîka û dewletên Rojava û ji Rûsyayê re jî îro têkçûna (Da’iş) e, ji ber wilo wê Kurd biserkevin, û wê hukûmeta Erdoxanê xwînwar û şofînîzm têk here.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” hejmara (40) 1.4.2016, de hatiye weşandin.