Hekîm Ehmed
Hema win çi navî li xwe bikin, dîse win ew in. Ewqas sal, win parêzvanên nirx û prensîpên netewa xwe û ola xwe û xak û dîrok û xaknîgariyê, we em bi jehrî xistin hingî we pesnê xwe û bav û kalê xwe da, win geh netewperest û geh oldperest û carina sosyalîst in, rojekê desthilat û rojekê rikber in, ê, me çi kiriye ji we? Çima em tim tawanbar in?
Ya rast ew e, ku win nikarin bi welatekî aram û pêşketî biramin, we jiyan û berjewendiya xwe di zikreşî û kînên dîrokî de dîtiye, yan divê xewnên we yên gemarî bi cîh werin, win çend hezar sal vegerin, xwe bibînin serdestê cîhanê û gel hemû xulam û cêriyên bavê we bin, an win venahesin, ji xwe ev rêjîmên han, encama gemara mêjiyê we ne, incax win vegerin li dîrokê bigerin kê kî kuştiye û kî li gor şirî’etên êlên we mirov bûn, yên mayî ji mirovan jî tev pesnê we bidin ji ber we serên wan li ser milan hiştine.
Serokê Emrîka yê berê Abraham Linkolin digot: (Li dijminên xwe bibuhûrin, lê navê wan jibîr nekin), lê weleh em Kurd jibîr dikin, ê çima na, mane em birayê hev in, welatiyên hev in, doza me yeke dadmendî, azadî û rûmet e, lê em jibîr dikin ku dema ev kes dibêjin azadî, mebesta wan ku di pêlêkirina me de azad bin, wilo jî dema dibêjin wekhevî, ango em xwe jibîr bikin û di nav wan de bihelin ji bo reng û zimanê me wek hev bin, rûmet jî dema em tola wan ji dijminên wan hilînin.
Belê, heqê wan jî heye, ma kengî Kurdan ji xwe re kirine, eger em di rewşa herî pêşketî de bin, em bi zimanê wan ê pîroz li zanîngehên bajarên wan ê mubarek li ser lehengiyên wan ê dîrokî dixwînin, wilo lehengên me ji ber di ber wan û dozên wan de ne, ne yên me ne, zanyarên me, ji ber di çarçewa çanda wan de ne, yên wan e.
Piştî ewqas sal ji zorê, ez fêm nakim, ev zikreşiya wan ji ku hatiye? Lawo, me dar dixwarin, tu yê duh pozê te şewitî, tu hatiye bawernameyan didî me? Tê ji nû ve me biraziyên xwe yên sêwî bibînî? Na, kes nema li benda we dimîne, ta win biryarê bidin ku ji mafê me ye em avê vexwin û nan bixwin li vî welatî yan na, ta win biramin bê gereke dayikên me li dergûşên xwe bi çi zimanî bilorînin, em we nas dikin, navê we di hişê me de kolayî ne û çiqas win rengê xwe biguherin û defeke xweş ji dûr ve lê bidin, bêhna we derdikeve.
Kolegeh nabin welat û bindest nabin welatî, nema durişmên xwe yên pîroa bi stuyê me ve bikin, herin li dilên xwe bipirsin û hişê xwe biparzinînin, tevî ez bi guman im, lê eger we dendikeke mirovatiyê di canên xwe de peyda kir, xwe ji nû ve çê bikin, eger çavên we yên kor em dîtin, êdî em dikarin wek bira hev hembêz bikin.
Lê tevî van wêneyên tarî, em ê li benda nifşên nû bin, ku zanibin gelek hebû birahez û aştîxwaz bû, ta asta ku pêl mafên xwe dikir, xwe dikire gopalê birayên xwe, lê birayên wî zenga hiş û dilê xwe di serê wî didan û digotin, ji xwe yê jor em in, digotin bav û kalên bijartî bûn, digotin win jî wilo xwedê win bêmaf dane, bêkes û sêwî, bê ziman û çand, digotin, tir dikirin û dixeyidîn.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” hejmara (40) 1.4.2016, de hatiye weşandin.














































