Parêzer: Zahid Mehmûd
Komeleyên mirovan, di qonaxên hebûn û pêkveçûna xwe de, rastî gelek ezmûn, bûyer û serpêhatiyan bûne, loma hewldanên wan nerawestane da ku karibin şêweyên berdewamkirina jiyanê destnîşan bikin û tiştekî xuzayî ye, çaxa em dibînin ku hemî liv û tevgera mirovan dikeve bin bandora bawêziya dabînkirina hebûna wan li ser riwê gerdûnê, pêwîst e li vê derê em bibêjin ev civatên di hinek deman de aram û tebitî, lê di demin din de ne aram in, dikevin nava şêl û pêliyê de, bi hev dikevin netebitî ne ji ber sedemên cuda nemaze binpêkirina desthilatdaran ji nirx û rûmeta pêkhateyên civakê re, û ji ber vê yekê gelê wî welatê ku ev kirîz û arîşe tê de peyda dibin, li çareseriya xwe digere, destê xwe davêjê çendî alav û yasayên demkî, da karibe xwe birêve bibe. Ji van biryar û zagonan re (Dadmendiya Veguhêz ) tê gotin, ev têgeh di hebûna xwe de ne temen dirêj e, di demên şerê navxweyî de tê bikaranîn û sûd jî jê hatiye wergirtin.
Ev şêweyê xwebirêxistinî di danasîna xwe de ji hêla pispor û saziyên navdewletî ve hatiye şîrovekirin, wekî nexşerêyekê da ku pêkhateyên welatekî xwedî kirîz û ji hevketî karibin şaşîtî û tawanên berê sivik bikin, mafê her kesî jî di wekhevî û dadmendiyê de parastî be.
Li dûv vê pêşgotin û danasînê, divê em çend xalên giring ragihênin, da ku em karibin armanc û xweseriya dadmendiya veguhestinê bi hev re parve bikin:
1- Ev pirensîpên, ku em di derheqê wan de dinivisînin- demkî ne – ne heta dawî ne, ango em dikarin bêjin kulmek ji biryar û yasayan e, diktatoriyê bidawî têne û civakê jî ber bi reweşeke demokratî ve dibe.
2- Jiber ku ev qonax pir lawaz û nazik e-a veguhêz- û avakirina dema bê (paşeroj) li ser bingeheke asê damezrandî be, pêwîst e tevahiya reng û pêkhateyên civakê hevparê destnîşankirina nexşerêka vê qonaxê bin, da ku karibin bi hev re bijîn û xwedî yek maf û erkî bin.
3- Ji ber ku berjewendiyên tevahiya mirovên ku bi rewşa awarte hatine çewsandin, divabe bên bicîkirin, pêwîstî bi rêkeftineke civakiyî nû heye, lewra nivîsandina vê lihevkirinê li ser nerîn û vîna hemî beşên netewî û tîreyî ên gelê wî welatî giringiya xwe heye, da ku tu kîn û nerazîbûn veşartî nemînin, ango kesek dûrî vî karî nebe.
4- Heger em bixwazin dadmendiya veguhêz , bi jîwarî pêkbînin ji dil û can da ku tu goman li cem aliyekî, yan bihtir, nemîne; pêdiviya me wê bi lihevkirin û lêbûrîna civakî heye li ser tevahiya rûbera dewletê, ev kar – lihevkirin û lêbûrîn – di wateya xwe de asêgeheke çênabe bê jibîrkirin, ji ber ku tawanên mezin ji rex hin mirovan li dijî mirovin din çêbûne û divabû ev mijar neyê paşguhkirin.
5- Di vê qonaxa hestyar û tevlîhev de, avakirina dadgehên pisporî û dadwerên xwedî wicdan tiştekî bingehî ye û daxwazî bi veqetandina siyaset û desthilatdariya dadwerî heye, da ku tu biryar ji dadgehan dernekevin ji bo rengê mirovan yan jî ji ber regeza wan, yan ji bo nerînên wan yên siyasî, tîreyî û netewî.
Di dawî de, em dikarin bibêjin ta ku ew amancên dadmendiya veguhêz biserkevin, gelek hêz û pêdarî pêwîst e da rêzgirtin ji van yasa û biryarên demkî bêne girtin, loma çalakirina rêxistinên civakî yên sivîl û serastkirina karê wan erkekî niştimanî ye, da bi alîkariya wan, em stemkariyê bişkînin û binyada dîmoqrasiyê deynin; û dîse di dawî de, em dibêjin ev gotara kurt hemî hûrguriyên mijara me di hundurê xwe de bi tevahî nade xuyanîkirin, bi tenê pênasîneke, ji ber ku mijar giring û ber fereh e.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” hejmara (40) 1.4.2016, de hatiye weşandin.