Imran Yûsiv
Pênc sal di ser kirîza Sûriyê re derbas dibin, û hîn çîrok bi dawî nebûye, bi hezaran ji weltiyên Sûrî hatin kuştin û birîndar bûn ji bilî yên hîn çarenûsa wan ne diyar e, bi hezaran koçber, derbider û penaber bûn, gelek gund, bajar û bajarok wêran bûn û hatin ruxandin, rêjeyek mezin ji avahiyên bingehîn û aboriya Sûrî talan û aloz bû, piştî van hemû bûyerên tracîdîk, gelo berê Sûrî bi ku ve ye?
“Guherînên mezin bûyerên mezin bi xwe re tînin”, Tiştê ku li Sûrî bû li ser dirêjahiya pênc salan divabû bûbaya, ev rastiya han qederek e rev jê tune ye.
Pirsa Sûrî ne pirsa guhertina rêjîmekê ye, mesele girêdayî guhertineke ciyopolîtîkî ye ku navê wê Rojhilata Navîn a nû ye, herêm bi şêweya xwe ya kevin û nexşên dewletên xwe yên ku ne li ser bingeheke dadwer ava bûn û rêjîmên desthilatdar yên ku gelên xwe bi salan perçiqandin û bi hesin û agir desthilatdarî kirin, nema dikare bi vê şêweyê berdewam bike, çiku ev sîstema kevin li Rojhilata Navîn gelek nexweşî di hundirê xwe de hilanîn di encama zulm û setema ku li hemû pêkhateyên herêmê bû de, hevdijayetî û nebawerî di navbera wan de afirand û ziyaneke pir mezin gihand hevjiyana aştiyane, roj bi roj birîn kul dibû û di vê jîngehê de ramanên bergîr û teror geş dibûn heya giha astekê bû gefek li ser berjewendiyên dewletên serwer di cîhanê de û bi taybet Emerîka lewre piştî êrîşên 11ê Êlûnê yekser siyasetmedarên Emerîkî û pilangerên wê yên stratîcîk berê xwe dan herêmê ta ku pirojeya Rojhilata Navîn ya nû cîbicî bikin û ji Iraqê destpê kirin. Bi ruxandina rêjîma Sedam birîna kul teqiya û hemû qirêj û elema salan ya di bin cilkê de veşartî bû dest bi derketinê kir û bi şêweyeke tund derket holê, piştî 13ê salan ji tundutujiyê li Iraqê girêdana di navbera pêkhateyên wê de sist û aloztir bûne û egeriya hevjiyandina wan ligel hev di hundirê yek dewletê de kêmtir bûye, ev tişt tev de di bin çavdêriya Emerîka de dibe ku navê tevliheviya afrîner lê hate kirin.
Heman dîmen li Sûrî rûda lê cudahî di navbera herdu dîmenan de ku Emerîka ruxandina rêjîmê li Sûrî da paşxistin û hişt dawiya dîmenê.
Heger em li pelên her pênc salên kirîza Sûrî vegerin û bi mijiyê nirxandinê bixwînin em ê bibînin ku Emerîka tenê xwediya biryara dawî ye di pirsa Sûrî de û aliyên mayî tev de lîstikvan in di şanoyê de her yek ji wan rolek jê re hatiye danîn, hin dewletan xwestin roleke sereke bilîzin di kirîza Sûrî de û rê li ber pirojeya Emerîka bigrin wek Tirkî, Îran, Erebistana Si`ûdî û Qeter lê hemû hewldanên van dewletan têkçûn berovajî wê ew bi kiryarên xwe bêtir xizmeta piroja Emerîkî kirin.
Emerîka karîbû ji destpêkê de rêjîma Sûrî birûxîne lê dizanîbû ku berdêliya vê rêjîmê rêjîmeke Islamî sunî ye wê wek rêjîma Îranê be û ketina rêjîmê bi vî awayî xizmeta proja wê nake ,ango nabe rêjîm bikeve û nabe rikberiya islamî biserkeve ,di heman demê de divê şer û pevçûn di navbera herdiwan de berdewam be heya qonaxeke din
Lewre destêwerdana Rûsya di dema dawî de bi rêdan ji Emerîka bû ne tenê ji bo ku nehêle rêjîm bikeve lê belê ji bo alozîkirina çekdarên rikberiyê yên xwedan îdyolocya îslamî selefî ne ,ku rola wan di lîstikê de ber bi dawî ve diçe û divê cihê wan di paşeroja Sûriyê de tune be û divê kar bibe ji bo jinavbirina wan ne tenê ji Sûrî lê belê ji tevahiya herêmê
Lîstikvanek din daket herêmê û roleke wî mezin heye di xizmeta proja Emerîkî de ew jî rêxistina Daiş bû ya ku di bin çavdêriya Emerîka de mezin bû tev ku Emerîka karîbû vê rêxistinê di dergûşê de biperçiqîne, Daiş sînor di navbera Iraq û Sûrî de şikand, jîngeheke geş ji bo hemû (cîhadiyan)peyda ki , vê yekê hişt ku bi hezaran cîhadiyên xwedan ramanên kufirandinê ji hemû cîhanê berê xwe bidin Sûr , ev jî di bin çavdêriya Emerîka de dibû, Daiş alaveke ji bo jinavbirina idyolocya selefî li bal gelên herêmê herwiha behaneyeke ji bo ji nû ve xêzkirina nexşeya herêmê.
Ji alî siyasî ve jî dîmen zelal dibe, li ser zemîna Sûrî sê hêzên sereke li meydanê diyar bûne –rêjîm: (nûnerê Erebên Elewî û Şîaa) – rikberî ku îro îtîlaf nûneretiya wê dike (nûnerê Erebên Sunna) – rêvebiriya xweser:(nûnerê kurdan ) ku her hêzek nûneretiya beşekî ji gelê Sûrî dike tev ku her yek ji wan ta vê kêlîkê vî tiştî eşkere nabêje û di hundirê xwe de hinek ji pêkhateyên din civandine wek dîkorekî pê riwê xwe dixemilînin lê ev pêkhatî di hundirê van hêzan de ne li ber tiştekî ne û ne cihê biryarê ne.
Piştî ku bawerî di nav pêkhateyan de nemaye êdî nûneretiya bi vî awayî zemînê amade dike ji bo avakirina sîstemeke nû ji dewletê …piştî hewqas hevkuştin û hedijayetî çareserî tenê ewe ku her pêkhateyek cuda bibe di bin sîwana sîstemekê de ku mafê tevahiya gelê Sûrî û pêkhateyên wê bête parastin.
Ji bo pêkanîna vê sîstemê ku ew beşek sereke ye ji piroja Rojhilata Navî a nû ye, du rê hene: yek jê riya danûstandinê ye ku îro li Cinêvê hewldan jê re tê kirin û divê her sê hêzên sereke bi riya sazanê li hev bikin li ser Sûriyeke Fîdral wek nemûneya Iraqê û hemû pêkhatî beşdar bibin di desthilatdariya wê de, heger ev çareserî di riya danûstandinan de nehat wê gavê wê di riya biryara navdewletî re bê ferizkirin, berpirsên Emerîke ev yek eşkere anîn ziman dema amace pê kirin û gotin: Heger danûstandin têk biçin em ê berê xwe bidin pilansaziya “B” .
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress hejmara ” 39″an de hatiye weşandin