Zibêr Zênal
Berdana jinê di van demên dawî pir bûye.. çima? Di şoreşan de gelek tiştê çewt û tewş çê dibin mirov bêhnteng û engirî dibe.
Li malê, li kolana, li dibistana û li bazara, divê merov bêhn fireh be. Bêkarî pir dibe û bihabûna alava û mêrkirin kêm dibe, jin ji hêla rêxistinên mîna (Yekîtiya Star) û (Mala Jinê) nav tê dan û ji wan re tê gotin hûn azad in, wekhevî çêbûye, eger hevjînê te peyvkê bêje ji te re didwa lê vegerîn. Xuşkê me li dibistanan mamoste ne, por birîne, dirûtnê dikin, asayiş in, leşker in. Rêz û hurmeta min ji wan re heye, ew nîvê civakê ne.
jiyan xweş e bi şêwirdarî, ew jî ji ber gelek sedemên curbecur, çi di warê aborî, civakî, û siyasî de. divê ku tu bikşînî ew sist bike, ew bişidîne tu sist bikî, xweş e merov bi danûstandinê bi guftûgo rojên xwe yên nexweş biqedîne ji bo jiyan berdewam bibe. Ger rêz nemîne li nav kufletan û adetperest û rewişt bê hilanîn wê pelişandin li civakê çêbibe, û gelek astengî û kelem bikevin riya berdewamiya vê jiyana xweş, jinA kurdî li cîhanê bû destan û efsane, nav û dengê wê li hemû cîhanê belav bû û deng veda, bû mînaka lehengî û wêrekiyê, yekî wek (Welîd Can Pûlat)û (Semîr C`ec`e) û (Salih El Qelab) gotin jina kurdî lehenge, wek sed zilamî ye, pêşmerge ye.
Dema rêz û guhdarî li ramana nemîne wê vehatin çêbibe, piştî nelihevkirinê û berdanê, wê zarokên delal ku merov jiyana xwe jib o wan dike û bi şev û roj li kolan û çolan baz didin bê ban û serkan bimînin û kuflet wê bipelişe û ji hev bikeve, em jibîr nekin çaksazî û şîret û hinek kesê çalakvan hene nahêlin ev rewş û hal bighê a dawî, ê ku bêzave li cem Xwedê. Tim merov dûrî berguneha be û divê Qelen ta asta dawî kêm bibe, û ya baş ew e ku nemîne, bera xelata wê gustilkek be, û eger rewş tenik be, bera ji zîv be, û eger tune be, bera weke Muhemed Pêximber gotiy gustîlkek ji hesin be, bera girêk ji ber mêrkirnê werin hilanîn, û rê li pêşiyê vekirî û bekelem bimîne. Rijandina pera bê sûd li tiştin vala mîna stodiyo û nadî û govend tiştin ne gelekî pêwist in eger rewşa merov ya abûrî tenik be… dûbare tînim ziman birîna çekan derman dibe lê birîna ziman derman û rehet nabe, eger jin û mêr bi hev re bi “itifaq” bin û li hev bikin, rewşa abûrî nabe kelem, lêbûrîn hebe wê gelekî qenc be, merov dused salî li jiyanê namîne, ji bo berdana zêde bûye divê em li zengilê metirsiyê xînin û nemêrkirin pelişandina kufletan e, herweha hoz û êl orta wan ne xweş diba, hezkirin namîne, vajî wilo kîn û dijminatî dikeve şûna wan de, hemû bêtar çareser dibin ku mirov bixwaze, poşmanî bi dû de ye û jiyana xweş bê qal û qîl rêz û wekhevî xweş e, guhdan û guhdarî û şîret xuya jiyana jin û mêr e, bera cam neşikê, ji ber nema wek berê vedigere, û tim merov berî çi gave bavêje, zaroka bîne bîra xwe.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress hejmara ” 39″an de hatiye weşandin