Berdewamî ji rêkeftina ku imze bûbû di navbera yekîneyên parastina gel YPG û rêxistina Banga Cinêvê de, roja yekşemê 06-07-2014an rêkeftina sêyem ya taybet bi parastina zarokan ji bandorên pevçûnên çekdar hate imzekirin.
Ev rêkeftin ji bo misogeriya netevlîkirina zarokan di nav yekîneyên parastina gel de û dawîkirina karê endamên zarok yên ku berê tevlî leşkeran bûne.
Rêkeftin pêk hat bi amedebûna serokê desteya berevaniyê li kantona Cezîrê Ebdilkerîm Sarûxan û cîgira wî Xaliya Niʼmet û berdevkê ragihandinê yê YPG Rêdûr Xelîl û hejmarek ji serokên desteyên sivîl, ciwan, jin û mafnasan li kantonê.
Li gor agahiyan gereke endametiya kesên temenbiçûk di nav YPG de bê rawestan li gor vê rêkeftinê, lê dîsan jî hinek eniyên şer weke Kobanê li derveyî rêkeftinê mane.
Tê zanîn ku berî demekê du rêkeftinên din navbera herdu aliyan imze bûne, yek ji bo qedexekirina bumbeyên dijmirov û yek ji bo qedexekirina tunda cinsî di ceng û pevçûnên çekdar de.