Roja yekşemê 6-7-2014an berdevkê fermî yê serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr.Umîd Sebah daxuyaniyekê li ser gefên tundrewan li ser Rojavayê Kurdistanê û banga serkirdeyê PKK MuradQarayelan ragihand, tê de hat: ʺHelwesta Herêma Kurdistanê ji destpêkê de zelal û eşkere ye û li ser parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê li wî parçeyî tekez dike, her bostek ji axa Kurdistanê pîroz e û divê ji gefên dijmin û neyaran were parastinʺ.
Berdevkê serokayetiya herêmê Umêd Sebah ragihandiye:ʺ Ji destpêka kirîza Sûriyê ve Herêma Kurdistanê piştgîriya mafên gelê Kurd ên rewa kiriye û birêz serokê Herêma Kurdistanê tim hewl dida ku hêzên siyasî ên Rojavayê Kurdistanê bibin yek rêzʺ.
Li dawiya daxuyaniya xwe de berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: ʺEm dîsan tekez dikin bila hemû Kurdên Rojava bi hev re bin, em ê bi hemû awayan piştgiriya wan bikin, bêguman tenê bi yekrêzî û birayetiyê Kurd hêzdar dibin û serdikevin, niha jî em ji xwîşk û birayên xwe yên Rojava re radighînin ku her çi pêwist be em amade ne piştgiriyê li we bikinʺ.
Hêjayî gotinê ye ku serkirdeyê PKK Murad Qarayelan, rojeke berî vê bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû, tê de gotibû ku pirsa Rojava pirseke netewî ye û îro ji bo Rojava pêdivî bi helwestek netewî heye.