Encumena Niştimanî Kurdî ENKS roja şemiyê 05-07-2014an, êrîşa hovane li dijî herêma Kobanê û xelkên wê şermezar kir, ENKS di daxuyaniyê de doz li hemû pêkhatên herêmê kir ku berpirsyariyên xwe hilgirin û berevaniyê di ber gund û arziyên xwe de bikin û wan biparêzin.
ENKS ji Encumena Gelê Rojavayê Kurdistanê kir ku nakokiyên herdu encumenan derbas bike û heyamekê ji yekrêziyê re peyda bike, di daxuyaniyê de ENKS tekez kir li ser giringiya yekrêziyê û amadebûna wan ji bo hevkariyê û misogerkirina parastina herêmê û gelê kurd tê de.
ENKS ji rikberiya niştîmanî bi hemû rengên wê xwest ku berpisyariyên xwe hilgirin bi şermezarkirina van êrîşan û kar ji bo sekinandina wan bikin û parastina welatiyên herêmê.
Ji aliyekî din ve ENKS ji aliyên kurdistanî xwest ku piştgir û alîkarê birayên xwe bin ji bo derbaskirina vê bobelatê.
Daxuyanê êrîşên li dijî gundên (Zormixar û Beyade û Ziyare) anî ziman, êrîşên hovane bi çekên giran ji hêla DAIŞê ve li dijî welatiyên sivîl li rojavayê Kobanê şermezar kir û bang li civaka navdewletî û hêzên çalak yên herêmî û navdewletî kir ku xwedî helwesteke berpirsyar bin ji bo rawestandina pêşketina hêzên tariyê û parastina sivîlan ji êrîşên wan.