Piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Parlamentoya Kurdistanê xwest ku kar ji referandûma giştî bike bi armanca serxwebûnê, berpirsekî Turkmenên Kerkûkê piştgiriya xwe bo damezrandina dewleta Kurdî nîşan da.
Di vê derbarê de Serokê Encûmena Partiya Niştimanî ya Turkmenan li Kerkûkê, Cemal Şen ji BasNewsê re got: ‘’Em wek Partiya Niştimanî ya Turkmenan piştgiriyê li dewleta Kurdî dikin. Piştgiriya me jî diyarkirina mafê Turkmenan e, ji ber em dizanin mafên me nayên binpêkirin, eger referandûm bê kirin, em ê deng bi dewletbûna Kurdistanê bidin ji ber Turkmen daaxwaza diyarkirina mafên xwe dikin û ne bi vêna be bidest me nakeve.’‘
Şen wiha axifî: ‘’Piştî ragehandina dewleta Kurdî bi dawî bû, divê Kurd garantiyê bidin Tukmenan ku dibin duyem neteweyê dewleta Kurdistanê, ji ber paşeroja Turkmenan wek ya Kurdan e û divê di destûra Kurdistanê de bi soznameyeke navdewletî îtîraf bi mafên me bê kirin.