Di diwazdehê heyva dudiyan li bajarê Amûdê kongirê damezrêner yê Partiyên Lêvegera Siyasî, û bi beşdariya partiyên kurdî û saziyên civaka sivîl û kesayetiyên serbixwe li Rojavayê kurdistanê û li ser sir dirêjahiya du rojan de Hevpeymaniya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê hate ragihandin.
partiyên ku hevpeymaniya nû wekû çarçûveyeke nû ragihandin ku ew bi xwe ji derveyî her dû çarçoveyên ku heyî- TEVDEM-û ENKSê- xwe dibînin ku wê karîbin pirek din di navbera her dû aliyên ku nakokî di navbera wan de gûrr bûne û vê yekê dibînin ku xizmeta pirsa kurdî li kurdistana Sûrî nake.
lê pirsa ku tê kirin, gelo ta çi radeyê wê ev Hevpeymanî karîbe, wekû xwe daye nasîn ku ewê xwedî biryareke serbixwe û ji bingeheke Sûrî dûrî hemû ECINDEYÊN Kurdistanî herêmî û navdewletî bin.?
herwha wê bi çi rengî karîbe hevrêziyekê di navbera tevgera civaka Demukratîk û Encumena Niştimanî Kurdî li Sûrî de peyda bike?
di baweriya min de çarçûveya nû barekî giran daye ser milên xwe û peydakirina zemîneke çak ji bo misogerkirina daxwaz û armancên ku li ser hatiye avakirin, wê ne wekû ew dibêjî hesan e, ji ber gelek egeran ku em dikarin wan di çend xalan de nîşan bidin.
1- Bandor û destwerdana rasterast ji hêla hêzên sereke ên kurdistanî û bi taybet Partiya Karkirên Kurdistanê ku jê re tê gotin Tewera QENDÎL- ku palpiştê TEVDEMê ye, û partiya Demukratîk a Kurdistana Îraqî – Tewera Hewlêr- ku alîgirê Encumena Kurdî li Sûriyê ENKSê ye, wê ne bi hesanî ji dev hevalbendên xwe berdin û bihêle dûrî daxwaz û Ecindeyên wan kar bikin.
ji bilî vê yekê girêdana her tewerekî-MIHWER- bi dewletên herêmê, Qendîl bi Îranê ve, û Hewlêr bi Turkiya yê, ev ji hêlekê,
û peymanên ku her aliyekî bi hin dewletên ku berjewendiyên xwe bi wan re dibînin ji hêleke din ve, wekû nimûne, ENKSê û turkiyê û ÎTÎLAF rikber, û TEVDEMê û alîgirên xwe.
2- Mîkanîzma ku wê Hevpeymaniya Niştimanî ye Kurdî li Sûrî destnîşan bikî ji herdû aliyên ku kêşeyên wan gihaye asta îxanetkirina hev û ne baweriya ku di nava wan de peyda bûyî û ne baweriya wan bi serxwebûna xwedanê daxwaza vê yekrêziyê-Hevpeymanî?
3-Hêza ku pişta Hevpeymaniyê bigre ku vê pirojeya xwe bighîne serî û alîkariya diravî û diblomasî jê re peyda bike, li ser hemû astangelo heye ?
4-Bandora çarçûveya nû li ser erdê û di nav gelê Kurd de ku alîkar û palpişt bin jê re û rengê qebûlkirina armanc û daxwazên wê, wê bi çi rengî be.?
-Hevpeymaniya Niştimanî Kurdî li Sûriyê di demeke ne aram, tijî destêwerdan û kêşe hate avakirin, wekû diruşm û daxwaz bala her kesî dikşîne, lê wekî pêkanîn û piroje li ser ser xaka Rojavayê Kurdistanê wê çi bike û karî çi bike.?
di warê piratîkî de wê karibe tiştekî nû bîne holê ku herdû ÎTARÊN din peydanekirin û wê karîbe çi zêdeyê wan bike.?
– Wê karîbe bi rastî biryara Kurdên Sûrî misoger bike û wê ji destêwerdanê aliyên kurdistanî rêzgar bike.?
tevî ku bi derengî û cihê mixabiniyê ye ku ta vê gavê hîn biryara partiyê Siyasî ên kurdî li Sûriyê ne di destwan de ye, û tenê destek û alav in di destên hêzên din de ku têne bikaranîn bo berjewendiyên xwe, lê mirovê kurd fêrî vê yekê bû –ka em li vê ezmûnê jî binêrin bê dikare çi bike..!
Lê herdem daxwaza vî gelê berxwedêr ew ku rojekê bi mizgîniya yekrêziya helwest û gotara kurdî şa bibe, gelo tu kes heye vê daxwazê bicî bîne!!?
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (38)an de hatiye weşandin