Ger rêzimaneke hevbeş û erêkirî li nav me Kurdan hebûya, dê gelek afirandin û nûjenî biketa di denganî, watenasî û hêmanên ziman de .
Lê her çi qas gengeşe li ser nakokiyên rêziman werin kirin, di dawiyê de dê encam û bersiveke guncaw bête dîtin.
Mijara min di derbarê gotara Mamoste Fêrgîn Melîk de ye.
Di destpêkê de silav û spasiyên xwe pêşkêşî M.Fêrgîn dikim li ser şîrovekrina hin rêzikên rêziman, lê hin tîbîniyên min di derbarê çend xalan de hene.
Yek ji têbîniyan ew e ku Mamoste daye diyarkirin ku hemî lêkerên bi “în”ê diqedin negerguhêz in, lê ev rêgez ji hemî lêkeran re ne derbasdar e, ji ber ku hin lêker hene tevî ku bi “în”ê jî diqedin lê ew lêkerine gerguhêz in, wekî
(kirîn, birîn, dizîn û nivîsîn)Mînak:Min sêvin kirîn.
Min darek birî.
A dudiwan di derbarê lêkera “girîn”ê de ye, Mamoste nivîsiye ku divê ev lêker wekî “gîrîn” di ziman de were rûniştin! Bi rastî ta niha min ev lêker di zar û nivîsên Kurmancî de nedîtiye. Ev lêker ku li gorî dema niha tê kişandin rayeka wê rêzder e û wekî “girî” dimîne da ku were cudakirin ji rayeka lêkera “girtin”ê, çaxa ku di demên borî de tê kişandin (a) yek li rayeka lêkerê tê zêdekirin bi mebesta ku were cudakirin ji forma dema niha. Mînak:
Ez digirîm. (Dema niha)
Ez digiriyam. (Dema borî)
Gelek lêkerên din jî hene di demên borê de “a”yekê li xwe digirin da ku form û kêşaneke xweser bidin risteyê. Mînak:
Tu direviyayî / Tu dikeniyayî.
Di derbarê ketina “în”ê de ji rayeka dema niha, ez dikarim bibêjim ku çend lêkerên din hene wekî lêkera girînê bi tenê tîpa (n) ji lêkera raderîn dikeve û rayekê pêk tîne, wekî lêkera “jîn” rayeka wê dimîne”jî”. Ger em li gorî rêgezê biçin divê ku tîpên lêkera “jîn”ê werin guhertin û hin tîpên nû lê bar bibin, di vê rewşê de em bêtir tûşî aloziyan tên û pirsgirêk jî nayê bişaftin; nerîna min ew e ku divê her lêkerên bi vî rengî “a”yekê di demên borî de li xwe bar bikin.
Divê ku neyê jibîrkirin ku her rêgezek rêzderên wê hene.
A sisiyan li ser çawaniya gerguhêzbûna vê lêkerê ye; jixwe lêkerên Kurmancî di avaniya tebatî de teşeyê gerguhêz werdigirin, ka em lêkera girîn di avaniya tebatî de bikişînin.
– Zarok hatin giriyandin.
Di mînaka jorîn de diyar dibe ku bi wergirtina paşgira”andin” û bi pêkhatina kelijandinê me lêkereke gerguhêz bi dest xist.
Rengdêriya vê lêkerê jî di raweya çêbwar de pêk tê .
Mînak: Zarokên giriyandî.
Di mînaka me de rengdêriya lêkerê jî pêk hat.
A çaran di derbarê wateya lêker an jî peyvê de ye. Mamoste dibêje ku rayeka lêkerê çaxa ku dimîne “gir” tê wateya girbûnê.
Wekî ku tê zanîn di lêkolînên watenasiyê de peyvin hene xudanê qadeke wateyî ya berfierh in, ango tu nakokî nîn in ger peyvek di nava xwe de gelek wateyan vehewîne û ger ev yek wekî pirsgirêk were nirxandin dêmek lêkera “girtin” jî nayê pejirandin, ji ber di rengê rayekîn de careke dî wateya “gir” dide me.
Xala dawîn ez dikarim bibêjim ku hemî lêkerên Kurmancî yên bi “g”yê dest pê dikin tîpa ku li dûv wan tê ne tîpa “î” ye, ji ber ku tîpa”g”yê tîpeke qirikî û girtî ye, tîpa “î”yê jî tîpeke nîvgirtî ye û di warê denganiyê de zehmetiyek di lêvkirina vê kîteyê de çêdibe, nemaze ku rayeka lêkerê bi rengî “gîr” be,
li vir astengî bêtir dibe ji ber ku “r” tîpeke lerzîner e û di kêşanê de derxistina vê kîteyê zor dibe.
Mînak: Tu digîrî (dema niha)
Ew gîriye (dema boriya dûdar)
Di temambûna mijarê de min divêt bidim diyarkirin ku ez ne mamosteyê ziman im û dibe ku ev gotar li gorî ravekên zimanzaniyê bi qisûr be, anku li gorî pêzanînên xwe yî normal min ev nivîs daniye.
Bi hêvî me ku di nêzîktirîn dem de rêzimaneke têr û tekûz li nav me peyda bibe.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 37an de hatiye weşandin