Dema têghiştin û pênasekirina zimanekî, ne bi awayekî xwezayî be, dê xwendin û nivîsandina wî jî ne şîrîn be.
Piraniya Kurdan bi ron û zelalî, bi xwendina zimanê dagîrkerên xwe tênagehin. Ta bi zimanên cîhanî jî.
Zimanê biyanî ji Kurdan re, ne zimanekî xwezayî ye. Ji ber vê sedemê civaka Kurdî, ne civakek xwendinhez e.
Bo nimûne: Dema mirov pirsa pênaseya peyvekê zimanî, ji wateyên zimanên biyanî, ji kurdek rewşenbîr û xwenda dipirse, nikare bi awayekî ron û zelalî şîrove bike. Lewra piraniya Kurdan ne xwendinhez in. Kurd bi zimanên olên xwe bi awayekî zanistî, bi felsefî tênagihin.
Çi gelên cîhanê heyîn, bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe yî, normal û xwezayî pêş diketin. Bi hezaran pirsgirên xwe yê civakî û ramyarî (siyasî) çareser kirin.
Kurdan jî zimanekî xwe yê xwezayî û normal heye. Piraniya Kurdan zimanê xwe, bi awayekî zanistî nizanin.Kurd nikarin bi şêweyekî zanistî û felsefî, bi hev re biaxivin û danûstandinê bikin. Gorî vê serdema pêşketî di her aliyê jiyanê de ,piraniya mirovên Kurdî li paş mane.Ji ber ku Kurd zimanê xwe naxwînin, lê xwedî dernakevin.
Zimanê her gelî, dermanê zanîna wî ya xwezayî ye. Çi xwendevan û rewşenbîrên Kurd ên bi zimanê kurdî, dixwînin baş zanîn di hiş û bîrên xwe de bi ronahî wergirtiye, cuda ne ji xwendevanên bi zimanên biyanî dixwînin.
Ev hestpêkirin li ser ziman, bi şêweyekî felsefî.”Dermanê xwezayî” Her tişt xwezadar e, her tişt bi sirûşta xwe ve vedijî. Her hêvî, her xwestin.
Her zanîn, viyan, jiyan, newazî, ronahî, û her şadûmanî. Vedigere li xwezaya xwe yî sirûşt.
Xweza dibe dermanekî çaresaz, ji tînbûn, tarîbûn, zanîn, zanînxwestin, bêrîkirin, xwezî, û ji jankêşan û nexweşiyên xwe re.
Dema kesek li ber tîna rojê, gerim bibe. Li biyabanê ziwa bibe, dê ew mirov gellekê tîn û ziwa bibe.
Lê dema hat û da wî, wê, tînziwabûyî, ça, şîr,xweşav şîr û kakaw, cehav û şîrav. Dema wî wê, vexwar, ma dermanê tînbûna wî, wê ew vexwarine? Ma dermanê tînbûna wî wê, çi ye ?? Helbet, dermanê tînbûna wî, wê av be , aveke zelal û sar e !.
Lê dema kesek di tariyê de winda bibe, li çirûskek ronî bigere.Helbet dermanê tarîbûna wî, şewq û ronahî ye!.
Lê dema kesek dîlgirtî be, ew ê ji rizgarbûna xwe re hewesdar be.Helbet, dermanê dîlbûna wî, wê azadî be!.
Lê dema welatek ji hezar salî ve, dagîrkirî be, bindestê dijmin be, gelên wî welatî, çirûska azadiyê nedîtibin, helbet, dermanê dagîrbûna wî welatî, serxwebûn e !.
Lê dema kesek nezan bimîne, bi zimanê xwe hîn nebe, lê dema hat û ew da hînkirin, bi zimanekî biyan û ne hevxûyî.
Wekî : Zimanê Ingilîzî, Hindî, Erebî,Farisî,Firinsî. Ma dermanê nezanbûna wî, wê zimanekî biyan û ne hevxûyî be?
Helbet, dermanê nezanbûna wî, wê zimanê wî yê zikmak û xwezayî be !.