_Babet: girtina hejmarêk ji penaberên kurdê Sûrya û Iraqê li devera Şmzinan li Tirkî di barûdoxên gelek zehmet de.
_Cih: devera Şimzînan li Tirkî, li kampa supayên Turkyayê di gel holeka werzişî; li ser riya go diçe vê deverê, piştî pirdekî li aliyê çepê nezîkî rûbarekê. Ew hola werzişî ser wêna bi hesina hatiye girtin û ne cihê jiyanê ye.
_Hejmara hebûnan: di holê de 1200 kes hene û di kampê de 3000 kes hene, kurdên Sûrya û Îraqê di gel çend Êzîdyên Şîngalê ku ji ber destên Da’iş reviyane. _Rewša jiyanê: gelek zehmete, di gel keş û heway sext, sermayê, qeşa berf û baran.
_Pêwîstiyên ku pê bijîn: di van barûdoxên zehmet de gelkî kêmin û têra hemû hejmarê nake, betaniyan di navbera xwede bêş dikin u bi dorê bi kar tinin.
_Derêjiya girtinê: hejmarek ji wan girtîne ji berî 20 rojan û zêdetir, çend heb ji wan tên berdan ji wextkî heya yekdin, lê hejmarek gelektir dikeve şûna wan de u ev tişt sextiya girtinê zêde dike. Xelkên hêsîr nizanin wê kengî azadiya xwe werbigrin, wexta ku pirsa wexta berdanê dikin berseva wa ku lîstê navan bên wê wan berdin û soza dido- sê rojan bi wanre didin. Bavê Salih, nimûneyek ji girtiyên holê ye, ev 21 roj hatiye girtin, li 25 meha 1 de ji sala 2016 de hatiye hêsîr kirin û piştî gelek zehmetiyan me karî bû em pertêkevin têkelyê. Li 15 meha 2 de ji sala 2016 bi hatine du kiçên ku li rexistinên mafê mirovan yan alîkariyê de kar dikin bihîstin. Ji bo ku halê wan nas bikin, lê yek ji berpirsên holê ku Kurdê- Tirkiye ye ji wanre got ku nêzîkî xelkê nebin ji ber ku nexweşin. Xelkên girtî ta rojekê baykot li xwarnê kirin ji bo nerazîbûna xwe derbibirin, lê bi zorê hiştin ku bişkînin
– xelkê sîvîl: Izaadin mamostay zanko ye ji bajarê Amûdê li Sûrya, ji ber celta dil mir li vê derbirînê ji ber bikar anîna hêzê. Pêwîstiyên ji xwarin û dermanan gelkî kêmin û klînîka ku heya xizmeta wê gelkî xerabi û gelek zext li ser heye ji ber hejmara xelkên nexweş ( zarok u yên bi emir mezin ). Dermanên nexweşiyên dirêj xayen wek, zext, şekir u celtan. Û ev kêysana nayên şandin ji bo xestexaneyên din gi pêwîst be. Tištên gelkî pêwîst ji wan re bi nirxekî gelkî buha difroşin wan ku bi du jara buhatirin ji nirxên normal. Torayên peywendiyê gelkî zi’îfin û eger hebin bikar anîna wan gelkî zehmete. Toreyên mîdyayê yên xwecîheyî û nêvdewletî ku vê babetê belav bikin ji bo ku Mîdyay cîhanî kar li ser bike, ji ber ku bi şêwazekî sext tê veşartin. Û em ji rêxistinên mirovî/nêvdewletî û ji hikûmeta Tirkî di gel hikûmeta Herêma Kurdistanê ku karê zû têde bikin ji bo çareserkirina ev halê girtiyên sext ya ku wek cihên girtinên hezên tîrorê ye. Di wextêkde ku blege u dokûmênt( suret û deng ) li cem me hene ji bo selmandina gotinên me.
Ofisa Ragihandinê a Rêxistna Mehabad Ji bo Mafên Mirova
Hesan Kero – Dijwar Hesen Serokê Rêxistna Mehabad Ji bo Mafên Mirova -MOHR 15 / 2 / 2016