Ji bo raya giştî û çapemeniyê daxuyanî
Ev du meh in gelê me yê Cizîra Botanê li hemberî hovîtiya sedsala ya di kesayeta celadê xwînmij Erdoxanê qatilê jin û zarokan bi biryardariyeke mezin li ber xwe dide. Hikûmeta AKP bi hemû rê û rêbazên dijmirovane û derexlaqî êrîşî vî gelî dike û hewl dide ku vîna wî ya azad biçewisîne.
Di 6 mehên derbasbûyî de hikûmeta qatil û xwînxwar nêzî 460 kesên sivîl ên Bakûrê Kurdistanê qetil kiriye. Dîsa bûyereke bi êş li Cizîrê rû da, vê hikûmeta ku hişmendiya xwe ji Moxol û Ejdehakan xerabtir e komkujiyeke din li Kurdistanê pêk anî. 60 kesên sivîl ku birîndar bubûn û di avahiyeke Cizîra Botanê de asê mabûn qetil kirin û şewitandin.
Rêveberê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat ku li Bakûrê Kurdistanê weşana rojane dike Rohat Aktaş ji bo rûyê rasteqîne yê hikûmeta AKP û hêzên wê yên qetilîamker nîşanî raya giştî bike berê xwe dabû Botanê. Ew jî li gel van kesan ji ber êrîşên hêzên dewlet û dorpêçiyê birîndar bubû. Dibe ku Aktaş jî yek ji şehîdên vê komkujiyê be.
Hikûmeta derwijdan û faşîst bi girtin, êşkencekirin û kuştina rojnamevanan hewl dide ku rûyê xwe yê veşartî biparêze û tu kes rastiya wê nebîne. Ji ber vê digrin ser rojnamevanên ku dixwazin pêşiya gelê xwe ronî bikin û wan dikin hedefa xwe. Ji bilî dezgehên ku hevkariya dewletê dikin hemû sazî û dezgehên çepemeniyê di bin zext û qedexeyên AKP de ne.
Wekî Yekîtiya Ragîhandina Azad a Rojavayê Kurdistanê (YRA) em neheqiyê ku li rojnamevanan tên kirin bi tundî şermezar dikin. Em ji Erdoxan û hikûmeta wî re dibêjin “Hûn nikarin roja me tarî bikin!” Kesên mîna Rohat ku xwe fedayî heqîqetê kir ronahiyê didin me ku em vê tariyê rakin û pêşiya gelê xwe ronî bikin. Wê pênûs û lênûsên rojnamevanan li hemberî eqrebe û tankên we bibin mertalên rastiyê.