Zimanê dayika kurdî , çima bêdeng , bifîxan e ?
Li warê bav û bapîran , penaber û perîşan e
Ji helbestan , ji romanan , ji çîrokan , çima dûr e
Çima şano diyar nabin , çima bênirx û erzan e
Keç û lawên te yên comerd , ji xelkê re çi zana ne
Zimanên wan bipêş xistin ,çima zarê xwe hêlane
Me çendîn berhemên bala , ji bona wan durist kirne
Zimanê dayika şêrîn , ne tevdîr e , ne guhdan e
Zimanê me ji dolmendên zimanên ser zemînê ye
Hezarên pirs û peyvên wî di nav kurdan neîsane
Cezîrî û Ehmedê Xanî , li xaka xwe biyanî ne
Ked û karên sedên salan , bi avê re me berda ne
Fidakar û ceger-sojan , di ber kurdan xwe westandin
Silavek taybet û temîz ji bo mîrên Bedirxan e
Tenê ew têne bîranîn , li aheng û di helkeftan
Tu kes nabêje ev kî ne , ji bil wan çende-rojan e
Hewar û sed hezar axîn , ji ber tembel û xemsaran
Kesên xemxor û perwer bin , dibêjin şêt û şeyda ne
Ji ber karên setemkaran , zimanê me ji me dûr e
Di gel xakê û dîrokê , di bin destê nemerda ne
Dixwin saman û zêrên min, kurên Mîdya biyanî ne
Ji ber tîror û bedkaran ,bider mane li çola ne
Welatê min dixwazim ku , bi mizgînî ji te`r bêjim
Felek îro bi me`r gerya , nema ew çerx û dewran e
Kurên kawa serî hildan , ji nava çerx û dîrokê
Qelen xwîn dan bi erzanî , di ber nirxên di kurda ne
Zimanê xwe vejîn kirne , kilît arê dil û can e
Silav û rêz û sed hurmet , ji bo camêr û merda ne
Di ber rûmet û xakê de , hemî tiştên buha dane
Bi mal û can û xwîna dil , bi comerdî tu av dane
Metirse Dayika Kurdî, nema êdî dibî wenda
Bi rojê re tu dê hilbî , nema sawêr û goman e