Bi Çi Gunehî Hatin Qirkirin..?!
Kuştara Winda?
– Remezan hinkî xwe bi şûn de da û destê xwe avête demancê lê beriya ku Remezan demancê derxe hevalê ku bi min re bûn li Remezan reşandin û ew kuştin
– Remezanê Kabreş jî qaçaxiya çeka dikirin û ji berî bazdanê hevalên me ew nas dikirin
De ka werin ez û we bi hev re em ê ji Yûsiv bavê Hemze bipirsin ka ew ê çi ji me re li ser vê kuştara winda bêje, ka kujer kî bûn, nemaze ji ber ku ew kuştar li dijî partiyek siyasî çêbûye. Û Yûsiv bavê Hemze yek ji hevalê partiya Kawa bû di wê demê de wek ku ew dibêje û şeva kuştarê di nav wan debû lê ji kuştarê filitî. Hisên (Şibqelî) ew bi vî navî li cem hevalên xwe dihate naskirin, û Mihemed Emîn Xoce ew jî li cem hevalên xwe bi vî navî dihate naskirin Remezan ê Kabreş ka ev mirovin çawa bûn kî bûn.?
ji k bûn ji bo çi, li ser çi hatin kuştin bi wî rengî.?
Yûsiv bavê Hemze yek ji bermayên wê ku ştarê ye. Awirên çavê wî qermîçonkên rûyê wî sed pirs û pirsên bê bersiv dikin ji vê dîroka ve şartî… Yûsiv yekî ne kine û ne dirêj e, yekî esmerî nîşanên kul û xem û derda li ser rûyê wî xuyadikin.. Qermîçonkên eniya wî dibêjin ev mirov pir westiya ye di jiyanê de, ketiye, rabûye, bazdaye, li çol û çiya razaye, birîndar bûye, birçî maye, xwe veşartiye.. hertişt di çavên wî re xuya ye. Barek giran li ser milê wî ye milê wî di bin de tewaye, ne dadixe û nejî dikare hilgirê bi tena xwe li wê navê maye û bar maye daleqandî Yûsiv di binde diçe û tê. gelo wê kengî vî barî daxê yan wê hilgirê, ew jî nizane ka wê kengî daxê yan ka wê kengî hilgirê, li gor ku ew didê xuyakirin..Barê wî giran e, destê wî teng e, rê û rêbar li pêşiya wî hatine girtin, lê belê di dilê wî de gemiyek ji kul û xema heye. Lê beriya ku em herin cem Yûsiv em jê bipirsin em ê binêrin gelo ka çi tê gotin û çi hatiye gotin di derbarê wê kuştarê de li gundê Cirnikê û li ser zimanê hin kesê kupeywendiyên wan bi mala Remezanê Kabreş re hebûn…
Bavê Ebdilbaqî yek ji cîranê mala Kabreş bû. ew dibêje çaxê ku min dengê gula kir di wê şeva ba û baran û bandev de min xwest ez nas bikim ka ev çi gule ne hema bêje xaniyê min di rex yê mala Kabreşdebû ûdengê gula ji nîzîk dihat… ez derketim hewşê min roniya hewşê jî vêxist lê derketina ku ez derketim gulek di ser serê min re hat li raserî deriyê me yê eywanê ket li wê roniya ku di ser deriyê eywanê re ket ez di cî de bi şûn de vegeryam mal, min roniya hewşê jî vemiran bê ku ez bizanibin ew gule ji ku hat yan ew kî ne… ez matmayî mam ji ber ku gule gelek dihatin berdan, û di wê baranê de ew dem ne dema daweta bû, û divê baranê de ev gule têne berdan hilbet ne ji xwede ye.. ez şaşo maşo bûm tirs kete dilê min ji lewma ez di cî de vegeryame xênî min deriyê xwe girt bê ku ez ji maliyê xwe re jî bêjim lê ma di dil min de ka ev çibû…
Di wê dem êde bihîstok (têlefûn) nebûn ku yek ji derdorê xwe bipirse ka ev çi ye… Ebdilbaqî ma li ber sopa xwe û cîranê wî hatin kuştin bi erzanî?
Yekê dî, ew jî cîranê wan bû ew jî li gor gontina hine kesê gundî wisa min ji devê wa girtiye. lê mixabin ez navê wî nizanim mirovekî navser bû digotin ew ji gundê Şekirxaçê bû li hêla Dêrikê. Ew di wê baran û bandevê de li pey dengê gula tê ta ku dikeve hewşa mala Kabreş de… yekî ji êrîşkera wî dibîne ji şûn ve diçe tivingê dixin di serê wî de jê re dibêjin tu kî yî ji min re bêje beriya ku ez te bikujim, û kî ji te re gotiye were vir…!?
Yê navser got: Ez cîranê wa me, min dengê gula kir, ez hatim min xwest ez nas bikim ka ev çi ye.?
yê êrîşker jê re dibêje di rêya xwe re vegere ne te em dîtîn û ne me tu dîtî beriya ku ez te bidim ber gula.?
yê navser jê re dibêje: Birazî xêr e ev çi heye ev kî ne û çi dikin?
yê êrîşker jê re dibêje ev ne karê te ye ez ji te re dibêjim bi şûn de vegere, ev ne karê te ye, tu deng bikî ez ê te jî bidim ser wan, yela ji vir here rast here malaxwe û tu ji kesî re bêje tu jî were kuştin?
yê navser bi şûn de vegeriya mala xwe bê deng, lê kalo ma behitî ji kuştarê û qîreqîra pîrek û zarezara zarokan nalenala birîndara û ew nikare tiştekî ji wan re bike li ber çavê wî cîranê wî têne kuştin… Tevzînok bi giyanê wî de hatin, giyanê wî hemû li hev ket, jiyan di çavê wî de tarî bû xew lê herimî, nema dikarî razê, ji êvarî ta fecra Xwedê ew xitiyar maye şiyar… Bi hilata rojê re kalo berê xwe daye gundê Şekirxaçê yê ku ew berê jê hatiye. dibêjin bi rê de felc bi kalo re çêbûye û çû ser dilovaniya Xwedê ji tirs û qehra wê kuştarê re.
Yekî dî ew jî xitiyar dema ku ew diçe çav li wan kuştiya dikeve zimanê wî dişkê. dibêjin ew Musilman ma lal ta ku ew jî çû ser dilovaniya Xwedê. Hinê dî digotin: Rijîma Tirkî bi rengekî fermî hatin ew kuştin û vegeriyan. Hina digotin: Na teleba ew kuştine ji ber ku mala Kabreş alîkariya rijîma Tirka dikirin.
Bi rastî bi seda çîrok û çîvanok li ser vê kuştarê hatin gotin her yekî ji xwe re tiştek digot bê ku yek li pey vê kuştarê bikeve û rastiya wê derxe… dibêjin dema ga dikeve kêr pir dibin. Bi rastî ev kuştar ne hindik bû hijde mirov ji pîrek û zilama û zaroka hatin kuştin û nexasim mêvanê mala Kabreş tev şoreşger bûn, hevalê periyek dijberî hikumeta Tirkî derketibûn… gelo ma hijde mirov di destpêka şevê de li gundekî li ser sînor werin kuştin wê ne bi rengekî fermî ji rijîmê hatibin kuştin.?
Behrem ew jî yek ji cîranê wan bû piraniya şevê xwe li cem mala Kabreş dibûrandin… Tim diçû şevbuhêrkê xwe li mala wan dikirin ji xwe re dilîstin ji xwe re daxivîn Remezan ji wan re ji aş û bajar tanî.. Wê şevêjî wek her şev xwe kar dike ku here civatê li mala Remezan û piraniya şeva mêvanê mala Kabreş hebûn û civata wan xweş bû, ji lewma yê weka Behrem xwe li wan digirtin, wê êvarê jî wî xwe kar kir da ku here civatê, lê piştî ku Behrem derdikeve derê xênî li hewşê dimeyzîne ê çi bibîne baran ji erd û ezman tê ji maliyê xwe re dibêje: Bi Xwedê îşev ez naçim, tofan e, ez nikarim herim û vedigere li ber sopa xwe di nav zarokên xwe de rûnê.
Bavê Şewqî yek ji qaçaxçiyên kevn e… wî û Remezan ê Kabreş ev kar gelek caran bi hev re kirine ew dibêje: Ser xweş Kemal ji min re got, çaxê ku me bi ser mala Kabreş de girt. min bang kire Remezanê Kabreş û min Remezan derxiste hewşê min jê re got: Em hatine tê wa mêvanê li cem xwe bide me ne me tu dîtî ne te em dîtîn? Dibêje Remezanê Kabreş ji min re got: Ma te dîtiye kesî mêvanên xwe radestî dijminê wî de…! ma ez ê çawa mêvanê xwe bidim te. çi min ew dane te û çi min ew kuştin ma newek hev e ji ber ez dizanim hûnê wa bikujin. ev xiyanet e û ez tucarî mêvanê xwe nadim we.Wa xwe bi min girtiye we dîtiya kesî xwegirtiyê xwe radestî dijminê wî kiriye?
Bavê Şewqî dibêje ser xweş Kemal ji min re got: Yek ji Remezan yek ji min me tiştek bi guhê hev nexistin. Remezan hinkî xwe bi şûn de da û destê xwe avêtedemancê lê beriya ku Remezan demancê derxe hevalê ku bi min re bûn li Remezan reşandin û ew kuştin. bavê Şewqî dibêje di dema kuştarê de ez bi xwe wê çaxê li Serxetê bûm… ez jî qaçaxçî bûm û peywendiyê min bi piraniya qaçaxçî û partiyên kurdê Bakurî Kurdistanê re hebûn û di wê demê de hina ev kuştar xiste sitûyê PKK de. Peywendiyê min wê çaxê bi PKK re pir xweş bûn, û dema ku ew kuştar çêbûn hevalê PKK pir aciz bûn li ser vê kuştarê û xwestin serxweş Kemal bikujin. Wê demê wek niha destê PKK ne dirêj bû. wê çaxê xelkê wisa hesab ji PKK nedikirin ji ber ew bi xwe jî ne wek niha li diniyayê bela nebibûn… Di baweriya min de heger ku bi destê PKK derketiba wê serxweş Kemal û hevalê wî bikuştan… piştî ku serxweş Kemal seh kir ku wê PKK wî bikujin wî baz da, çû xwe da Enqera û Sitembolê demek dirêj ew î xwe li wan deran veşart.. tevlî ku serxweş Kemal bi rengekê fermî bi rijîmê ve girêdayî Ergenekon bû. Li gor ku bavê Şewqî ji min re got: serxweş Kemal û nûnerê Sofîka xwendevanê yek dibistanê bûn, ew heval bûn ew hevaltî bi xwe jî di rêya rijîmê re bû ez vê baş dizanim…ev zilam bi xwe li ser du werîsa dilîst li Serxetê û li Binxetê) Bavê Şewqî dibêje çend cara serxweş Kemal xwest min jî bikuje, lê bi destê wî derneket ji ber ku ez jî têra xwe hebûm.
Niha gotin ya Yûsiv bavê Hemze ye ew ê baxive:, ez hevalek ji hevalên partiya Kawa bûm û di wê demê de û ta vê gavê jî ez xwe dibînim yek ji endamê partiya Kawa…Bi rastî di wê demê de wek hûn dizanin nakokîyek xerab û pir zor di nava civaka Kurd de hebû. ew nakokî bi xwe hin bi destê dijmin bûn û hin jî ji nezaniya me bû ev jî vê dawiyê me zanî ku ev yek heye.Û ji bilî kesên ku alîkar bûn bi Conta re ji malbatên kurda yên xuya nexasim yên ku sûde dikirin ji wê rewşê… ji lewma bi qasî ku me şerê hev dikir û me ji hev dikuşt me şerê dijminê xwe nedikir… hina ji me digotin, em ê pêşî xwe bi xwe ji hev safî bikin.! Da ku em ji dijmin re vala bibin! me qirik û gewrî li hev ziwa dikirin me berê xwe pir fireh kirbû em nû ji xewek kûr û dirêj û giran rabibûn.. mane hûn dizanin ku piştî Şoreşa Şêx Seîd û Agirî û Seîd Riza kurd ketibûn xewek giran. ji lewma ez dibêjim em nû bi siyasetê ketibûn ji me we bû ku em ê di şev û roje kî de Kurdistanê Azad bikin. Ji ber vê yekê jî me tu pakî ji dijmin nedikir û dijmin jî pir xwe serê xwe bi me nedêşand lê ji me weye ku ew ji me ditirse lê tu nebê ew ê bi sedê kelem û davikan li pêşiya me datîne bê ku em ha jê hebin me ji xwe re digot: Rijîm îro qels e ew nikare bi me re deyîn bike.. me ji hev re digot: îro roj roja me ye lê wek min ji we re got, bi qasî ku em bi hev mijûl dibûn em hewqasî bi dijmin ve mijol nedibûn. binêrin ez ê tiştekî ji we re bêjim bi me re giha wê qunaxê, yê ku ne wek me biramiya me digot ev zilamê Kemalîzma ye û her yekî ji me wisa li ser yê dî digot. Mixabin me bi sedan ji hev dikuştin, me binê erdê Kurdistanê ji hev dagirt ji kure mêran… Û ev Markisî ye û yê dî ne Markisî ye û yê dî Mawî ye û ne Mawî ye û yê dî Tirotiskî ye û yê dî berciwazî ye, û yê dî xwe firotiye. Partiyên me Markisî bûn û her yekî ji yê dî re digot: We bi rengekî şaş rahiştiye Ramanên Markisî em ji we rasttir in, em li ser va çîroka diketin qirik û gewriyê hev ka kî dikare me bisekinîne, em di rewşek pir xirab re dibûrin.. Me nedizanî ku destê hikumetê di nav me de dirêj e ew me berdide hev û ji xwe re li me guhdar dike..!?
îca em werin babetê xwe yê girin beriya kuştarê bi demakî nûnerê me yê herêma Bota mamoste Mihemed Emîn Xoce. Li gundê Tilminarê mamoste bû ew Xalibo, Xalibo bi xwe wek nîv muxtarekî li xwe dimeyzand dikevin gengeşê li ser doza kurdî û di wê genge şê de hev aciz dikin, Xalibo sixêfa dike kurd û Kurdistan û nemirê kurda nexasim Leyla Qasim… Piştî ku Xalibo sixêfa dike Leyla Qasim û pirsa kurdî û serokê partiyên kurdî gengeşe disekine her yek bi rêya xwe de çû. Lê Mihemed Emîn bi van sixêfan tengjî pir adiz bû û ji xwe re got: kesê ku sixêfa bike pakrewan û serok û partiyên kurd gerek ew were kuştin, ew nemîne sax û ji hevala re got: Divê hûn Xalibo bikujin.?! Hevalan jî ataxî li Xalibo girtin ta ku rojekî ew û yek ji mirovên wî li bajarê Nisêbînê dîtin û di bazarê de li wan reşandin herdû kuştin. Malbata Xalibo zengîn bûn, sê gundê wa hebûn, û destê wan jî di hikumetê de dirêj bû.. Birayê Xalibo nîv melyon wereqê hingî dane Feqe Hisên da ku ataxiyê li hevalê me bigrê.
Pirs: bibûre Feqe Hisên kî ye ji ku derê ye..?
Bersiv: Feqe Hisên ji eşîra Hêtirekiya ye ew jî ji wan gundê dora me bû, ew tim di nav me de diçû û dihat û karin sivik jî ji me re dikirin, ew ne heval bû lê piraniya tiştê me dizanîbûn, ez dikarim ji te re bêjim ku tiştek jê nedihat veşartin. Ji lewma birayê Xalibo pere danê jê re got, tê ataxiyê li wan bigre. Dibe ku Feqe Hisên hevalê hikumetê jî be, lê me nezanîbû. Xuya dike wan dizanî ku ne ew bê kesek nikare ataxiyê li hevalê me bigre. Ji ber ku tim û tim bi hevalan re bû û baweriya hevalên me pê dihat. piştî ku ew tola xwe hilînin wê nîv melyonê dî jî bidin Feqe Hisên…. Me çîroka Xalibo jibîr kir em karê xwe dikin hevrikî zore kî ji me haj Feqe Hisên û ataxiyê hebû. Ez yekim, min tucarî bîra Feqe Hisên ku dijminatiya me bike nedibir. ew di nav hevalên me de diçû û dihat, lê ma hevalan ji ku dizanî wî xwe firotiye malbata Xalibo ji bo melyonekî!?
Ji me we bû ku ew alîkariya me dike, dem derbas bû û Kinhan Êvrên bû Serokê Dewletê û dest bi girtinê kir, çi kesê ku di siyasetê de dixebitî hikumetê destê xwe avêtiyê yê ku hate girtin ji xwe ew avêtin binê zindanan û yê dî wek ku mirov destê xwe tijî nok bike û li kevirekî bixe her yek ji me bi cihekî de baz 0da.
Hevalên hemû partiyan bi dehan binxet bûn hevalên me jî wek hevalên van partiyan binxet bûn Feqe Hisên jî bi hevalên me re binxet bû û hina dibe û hina tîne bê ku em zanibin ya dilê wî çi ye.
Remezanê Kabreş jî qaçaxiya çeka dikirin û ji berî bazdanê hevalên me ew nas dikirin, ji lewma dema ku hevalên me ji Serxetê bazdan çûne mala Remezanê Kabreş û Feqe Hisên jî bi hevalan re çûye wê derê û vegeraye Serxetê wek hemû hevala… yê min ez bi xwe tucarî neçûbûm mala Remezanê Kabreş lê hevalan ji min re digotin, Remezan mirovekî hêja ye û gelek caran li ber min axivtin li ser wî û zarokên wîçêdibû bi qencî… Di wê dema ku hevalan baz dan min xwest ku ez ji xwe re qaçaxiyê bikim..
Pirs: bibûre te yê qaçaxî ji xwe re bikira yan ji partiya xwe re.?
Bersiv: na min ê ji xwe re kirba, ji ber ku min dî rewşek nû hate welêt û Welat hate valakirin min ji xwe re got: ez naçim Ewropa ji ber bi seda ji hemî partiya berê xwe dane Ewropa lê min ji xwe re ez ê li welêt bimînim û ez bazdayî me ji hikumetê çima ez ê vî karî nekim em binêrin ka berê me li ku ye.?! Ji lewma min xwest ez vî karî bikim û ez derketim çiya, li çiyê min Şikrî û yekê dî ez nizanim navê wî çibû nas kirin û em çend roja li wan çiya bi hev re man… ew çiya asê ne, mirov bi salan dikare li wan bimîne hikumet nikare mirov bigre, lê em çûne ji bo qaçaxiyê em şevekê li vî gundî ne şeva dî li gundê dî ne û bi roj em xwe didin çiya.. hûn dizanin karê qaçaxiyê çawa ye..! Piştî çend rojan em man li wan çiyan, rojekê me xwe berda, em çûn li gundê Girefê bûne mêvan êvara dî me berê xwe da gundê Rûta li binxetê, wê şevê jî em li gundê Rûta man li mala yekî Xiristanî, roja dî me berê xwe da Qamişlo…. Tu nebê birayê min û hin hevalên dî ew jî di Nisêbînê re binxet bûne lê ez nizanim.
Pirs: ew heval çûbûn çi?
Bersiv: min nedizanî ji bo çi daketine biniya xetê.
Pirs: birayê te jî hevalê Partiya Kawa bû?
Bersiv: belê ew jî heval bû, dema ku em gihane bajarê Qamişlo Şikriyê Kabreş gote min em ê herin mala me çayekî vexwin xwe rehet bikin û bi rêya xwe de here… Min ji Şikrî re got: na ez ê herim, carek dî ku Xwedê bêje erê ez ê werim, lê Şikrî bela xwe ji min venekir û bi zorê ez bi xwe re birim, dema ku em çûn mala wa min dî vaye birayê min û neh deh hevalên dî li wir in, ez behitî mam, ji wan, Sikirtêrê me yê giştî Şibqelî jî li wir e. (ev navê wî yê tevgerî bû) wekî dî navê wî Hisên bû û jina wî jî pê re bû û nûnerê me yê herêma Bota Mihemed Emîn Xoce û yên dî min ew nas nedikirin
Pirs: ev hevalên we tevlî sikirtêr hatibûn çi?
Bersiv: wan jî ji ber hikumeta Conta Tirka baz dabûn dixwestin di Sûrî re herine Ewropa.
Pirs: te dizanîbû ew ê herin Ewropa?
Bersiv: na min nedizanî, lê li mala Remezanê Kabreş ji min re gotin: em hatine em ê ji vir herin Ewropa.
Pirs: ev biriyar ji partiya we hatibû sitandin ji bo derketina Ewropa yan biriyar kesayetî bû.?
Bersiv: bi rastî ez vê nizanim ji ber ku em ji hev bela wela bibûn û heger ku serokatiyê biriyar dabe ji bo derketinê lê min nebihîstibû.
Pirs: ma naxwe biriyar kesayetî bû.?
Bersiv: na ez ne bi vî rengî lê dimeyzînim, min ji te re got: wek çêlî kewa li me hatibû em ji hev belawela bibûn, wê çawa biriyar hatiban sitandin. piştî ku min silav li hevalan kir ez rûniştim em ser rewşa Kurdistan û Tirkiyê ya nû axivîn, nexasim min ji demek dirêj de hevalên berpirsiyar nedîtibûn em man ta ber êvarê min ji hevalan re got: ez ê rabim herim û di wê demê de baranê ji erd û ezman dayê, mirov nedikarî ser ê xwe ji xênî derxe.
Pirs: hûn çend hevalbûn li wir?
Bersiv: bawer bike ez nizanim em çend bûn, çimkî hin ji wan hevalan ew cara pêşîbû ez wa dibînim min nas nedikirin lê bi gomana min em li dora deh kesa bûn wê şevê.!?
Pirs: tu dibêjî çûn û hatin li mala Kabreş gelek hebû yanî hinê dî hebûn ew ji wir çûn û hin hatin wir di wan rojê ku tu li wir.?!
Bersiv: ma ez wê êvarê gihabûm mala Kabreş ew jî Şikrî ez bi xwe re birim, min nedît ne kes hat û nejî kes çû ji wan kesê li wir pê ve, çimkî baran ji erd û ezman dihat.. roja sisêyan katijmêr heştê êvarî em li dora sopê rûniştîbûn mamoste Hisên û Mihemed Emîn ji me re daxivîn li ser rewşa kurdî a kevin û nû û nexasim piştî hatina Kinhan Êvrên. Dîtina me dîtî gule li me barîn wek baranê, bi rastî em behitî man, em şaşo maşo bûn me got: ev çi ye, ev di ku re hatin.!? qêrînî bi xênî ket, pîrek û zarok, ez çi ji te re bêjim, bi rastî ew şev nayê pesindan, kuştina zarokan, kuştina pîrekan, ma ez ê çi bêjim xuya dike dilê wan bi guleyan hînik nebû, mayîn di pencerê re avêtin xênî, agir bi xênî xistin ,xanî bi ser me de dane erdê.
Pirs: ma hûn destevala bûn yanî çekê we ne li cem we bûn?
Bersiv: na çek bi me re nebûn, em deste vala bûn, lê ma kê dikarîbû serê xwe rake û destê xwe bavêje çekê xwe ta ku çekê me bi me re jî bana, bêgoman wê ne li wê odê ban ez bi rastî ji te re bêjim em şevekurî kirin ,me nema dizanî ku gule ji ku ve têne me.
Pirs: tu wa nas dikî?
Bersiv: na destpêkê min nedizanî ew kî ne, lê vê dawiyê min tev nas kirin, yek bi yek û navê wan jî ev in: Çeko û Hevo û Hejo, ev her sê birayê Silo bûn û Berhîmê Xezo û Çetîno ev ne tiştekî Silo bûn, dibe ku ew bi pera bi wan re hatibin ew ji gundê.. bûn (Birahîmê Xezo çûbû Hecê yanî zilam Hecî bû) serxweş Kemal û Mircano ev kurê xalê Silo bûn. Çetîno û Hemo ketibûn derê Eywanê û direşandin û her pêncê dî mabûn li hewşê û di pencerê re direşandin… ez bawer im guleya pêşî bû li min ket, xanî li me wek roja reş lêhat, me nema zanîbû em ê çi bikin li ser serê me bû dû û dûman… Binêre heft mirov me gulebaran dikin û em di xênî de ne, û xanî tarî ye û em ji malê biyanin rê û rêbarî li ber me girtine, ka em ê çi bikin, dido ketine eywanê û pênc li hewşê ne, em nikarin xwe biqeliqînin..
Pirs: te got baran ji erd û ezmana dihat wek lûlika misîn ma ew çawa gihane cem we di wê baranê de gelo cilê wan şil bûn yan na?
Bersiv: min xweşik ew dîtin, vaye ez navê wan yek bi yek ji te re dibêjim, nemaze piştî ku ez birîndarbûm û min xwe avêt qubala cihnivîna, qubalejî li ber derîbû. Ser xweş Kemal jî derbasî Eywanê bû di navbera min û wî de nîv mitir nebû… Min dikarî bû ez tivinga wî jê bistînim, lê min ji xwe re got: dema ku ez tivinga wî jê bistînim û wî bikujim wê ew min bibînin û min bikujin, ji ber ku min nikarî bû ez xwe li ser xwe bigrim, gule li lingê min ketibû… Bawer bike heger ku ez ne ji lingê xwe birîndar bama min dikarî ez tivinga wî jê bistînim û wî bikujim. ji lewma ez dibêjim min xweşik ew dît û min dengê wan dikir çi ji hev re digotin, ji vê yekê min baş dêna xwe da cilê wan cilê wan ziwa bûn min zanî ku ew gelekî di bin baranê de nemeşîne.
Pirs: mebesta te jê çi ye, tu dibêjî ew gelekî di bin baranê de nemeşîne!?
Bersiv: ez ê ji te re bêjim mebesta min çi ye… ew ji zû de ji Serxetê hatibûn û ez dibêjim ew hatibûn malin nêzîkî mala Kabreş, hîn bi roj, ji lewma dema ku ew hatin cilê wan ne şil bûn… Û vê dawiyê min nas kir ku ew hîn roj daketebûn hikumetê rê ji wan re vekirbû ûew di Gir Hesin re derbasî binxetê kirbûn, û ew li malin nêzîkî mala Kabreş rûniştibûn ta ku li wan bû şev ji nûv re hatin… Ez bawer nakim ku di wê baranê de kes karibe ji mala xwe here mala cîranê xwe, hingî baran dihat ji erd û ezman û bayê kur pê re dihat, mû ji mara dikir, ma rast e ew ji Serxetê di bin wê baran de hatibûn û cilê wan ziwa bimînin ez nikarim vê bawer bikim?
Pirs: tu dibêjî pişt re te nas kir ku ew bi roj binxet bibûn yanî hikumeta Tirkî û ya Sûrî ew derbas kirbûn, baş e, te ji ku ev tişt nas kirin.?!
Bersiv: min ji dostê xwe nas kirin li Serxetê û li binxetê. Ji bîr neke ku min demak dirêj qaçaxî kiriye ez va meselê wisa baş dizanim.?!
Pirs: baş e, gelo çima mala Kabreş hatin kuştin ma ya wan çibû?!
Bersiv: di baweriya min de tiştekî wan bi mala kabreş re nebû, tenê çima hevalên me li mala wa bûn ew ji bo vê yekê hatin kuştin.
Pirs: te got, min dengê wan dikir, başe, di wê dema ku li we direşandin çi ji hev re digotin?
Bersiv: serxweş Kemal ji wan re digot bi lez xwe xilas bikin dereng e, divê em derbasî oda bibin û bi heste li nav wan bigerin, yê mabe sax em ê wî temam bikin, divê em kesî sax nehêlin. Di wê demê de dengê çend guleyan ji derveyî hewşê hat û ji wan re gotin: em ê wilo û wilo bi dê û jinê wê bikin, piştî ev deng hat, wan serxweş Kemal ji hevalê xwe got: bi lez em ji hewşê derkevin, lê piştî ku derketin li celdên gund jî hin gule berdan, da kes li pey wan neçe yan şerê wan nekin, nizanim ew gule ji bo çi berdan!?
Pirs: baş e te nizanî ew kî bûn yê gule berdan û sixêf kirine wan!?
Bersiv: na, bi Xwedê min nizanî ew kî bûn, lê vê dawiyê min bihîst hina digot, yê ew gule berdan ew pêşmergeyek ji pêşmergên Mam Celal bû ew ê ku di salên heftêyan de hatîn Sûrî, mala wî li Cirnikê bû wilo digotin?
Pirs: te got Feqe Hisên ataxî li hevalên me digirt, lê wek tê xuyakirin ji gotinên te ataxê wan di gund de jî hebûn tu çi dibêjî li ser vê!?
Bersiv: belê rast e, xuya dike ataxê wan di gund de jî hebûn û zena min çû ser hina, lê piştî ku ez sax bûm û min hêdî hêdî pirsî, ew ê ku min goman dikir ku ew ê ataxî li hevalên me digirtin derket ne ew in lê cardî zena min li hina diquse ji gundiya.
Pirs: çend kes hatin kuştin.
Bersiv: tiştê ez dizanim hijde bûn, yê ku hatîn kuştin neh ji mala Remezanê Kabreş bûn, û neh jî ji hevalên me bûn.
Pirs: hin ji hevalên we mane sax ji bilî te?
Bersiv: belê yek ma sax, lê sî gule lê ketibûn. Welato kurê Remezan ew bir û çû Ewropa jê re digotin Heybet.
Pirs: birayê te jî hate kuştin?
Bersiv: belê birayê min jî hate kuştin û malbata min bihîstibûn ku ez jî hatime kuştin ji ber ku gelek gule li rûyê Şikriyê Kabreş ketibûn nema ew dihate naskirin ji wan we ye ku ezi m, ji ber wilo jî laşê wî birin Serxetê, lê vê dawiyê malbata min bihîstin ku ez sax im û ew Şikrî bû.
Pirs: kes ji mala Remezan ê Kabreş filitî?
Bersiv: belê yê mane sax evin: Welat ew wê dem ê li Serxetê bû, Enwer ew jî wê çaxê li Sûrî li Dêrazorê bû… lê yê ku di mal de bûn mane sax Mêrdesar ew li ser destê diya xwe bû, Newrozê heft salî bû lê Newrozêsê gule lê ketibûn ew jî ma sax, û Şêrînê zaro bû ew jî nehate kuştin… Yanî sê kurê Remezan man û keçik jî wê çaxê bi mêr bû ew li mala mêrê xwe bû… Welat û Enwer û Newrozê û Mêrdesar ev li Ewropa ne, lê ji roja ku Welat çûyî Ewropa hîn ew nehatiye Sûriya û Mêrdesar jî navê xwe guhartiye. Nevê xwe kiriye.. navek dî li xwe kiriye.!
pirs: tu dibêjî çima Welat ji wê rojê de nehatiye Sûrî!?
Bersiv: ez nizanim.
Pirs: ew ê mane sax tu wan nas dikî?
Bersiv: na bi rastî ez wan nas nakim, lê ez dizanim ku ew li Ewropa ne.
Pirs: baş e, piştî ku serxweş Kemal û hevalê xwe bazdan kî bi we ve hat, hikumet yan gundî, yan herdû bi we ve hatin?
Bersiv: Qasê ku ez li wir, min nedî kes hat ji ber ku piştî wan dev ji me berdan ez ji wir çûm, ez xelkê Serxetê bûm, ez ditirsiyam hikumeta Sûrî were û min bigre, min bide destê Tirka… ji lewma ez ji wir çûm lê min bihîst ku kes bi wan ve neçû ta roja dî, heger ji xwe heger ku gundî bi wan ve biçûna, dibe hin ji wan hebûn birîna wan ne ya mirinê bû, wê bimana sax, lê kes bi wan ve neçû û ew mane li ber wê sermê û xwîn jî gelek ji wan hat ta roj li wan derket, û gundî bi wan ve çûn kes ji wan nemabû.
Pirs: te got ez ji wir çûm, baş e, tu bi ku de çûyî, û çawa te hevalên xwe hiştin di wê rewşê de te dev ji wan berda!?
Bersiv: ez çûme mala keç apa xwe li barjarê Qamişlo wek min ji te re got: ez ji Serxetê bûm, min nedixwest kes min li wir bibîne nemaze hikumet, ji lewma min xwe ji wir da alî.
Pirs: baş e, piştî kuştina serokê we yê giştî û nûnerê herêma Bota we wek partî çi kir?
Bersiv: wek ez dizanim hevalên me qet li ser vê bûyerê nesekinîn, û tu kar jê re nekirin, ji xwe tiştê ku ez dîn kirme ev e; çima hevalên me tola van hevalan hiştin li erd, û kes li ser nesekinî bi carekê tevan berê xwe dane çûne Ewropan berê xwe dane xweşiyê û xwîna zelal xwîna hevlên xwe li şûn xwe de hiştin.
Pirs: hevalê we niha çi dikin?
Bersiv: ez tiştekî li ser hevalên xwe nizanim.
Pirs: ma hîn tu ne hevalê wa yî?
Bersiv: ez hîn xwe dibînim hevalê wan, lê ji wê demê de ez tiştekî li ser wan nizanim, bi ku de çûn, mane nemane bi rastî ne wan li min pirsiye, û ne jî min li wan pirsiye!
Pirs: çima ma qey berdane te ji partiyê, yan te dev ji wan berda!?
Bersiv: na ne min dev ji wan berdaye ,û nejî wan berdaye min, piştî ku ez li Sûrî birîndar bûm, ez demak xweş mam ta ku tenduristiya min baş bû, ez nû vegeriyam Serxetê , piştî ku ez vegeriyam min kes ji hevalên xwe nedît û nejî wan ez dîtim!
Pirs: yanî ne te li wan pirsî û ne wan jî li te pirsî.!?
Bersiv: na mijar ne bi vî rengî ye, min dixwest ku ez wan bibînim û îro jî ez dixwazim, lê wek min ji te re got; piştî demak dirêj ez vegeriyam Serxetê, min li wan pirsî min kes ji wan nasnekir, ew ê ku berê min nas dikirin… Xuya dike yan wan dev ji xebatê berda bû, yan ew çûbûn Ewropa, û yê nû ji,xwe min kes nas nedikir, çimkî piştî dozdehê meha neha sala heştê çi kesê karker, çi kesê ku nêzîkî partiyan ba hikumetê destê xwe avêtiyê, yê hate girtin ji xwe ew birin zindanê yê dî jî wek çêlî kewa lê hatin, her hevalekîme bi derekî ve çû, min nema kes ji wan dît, ji lewma em ji hev qut bûn ta roja îro!
Pirs: baş e, mala Kabreş bi çi gunehî hatin kuştin di nêrîna te de!?
Bersiv: wek ez dizanim tu gunehê wan nebûn, Remezan ê Kabreş mirovekî pir hêja bû, heyfa wî ku ew bi vî rengî hate kuştin, mixabin û sed mixabin..
Pirs: Hisên ji kîjan hêlê bû ji kî gundî bû..
Bersiv: bawer bike ez nizanim ew ji kîjan gundî bû, tenê ez dizanim ew ji dora Diyar Bekir bû.
Pirs: xwendina wî çi bû, hin dibêjin wî li zangoyê xwendibû û diblom di Colociya pê re bû..
Bersiv: bi rastî me di wê demê de tucarî pirsa xwendina hevalên xwe nedikir, dibê ku wisa be lê wek ku min ji te re got, me tucarî ev pirs nedikir, ji ber ku tiştê li cem me girin, em hevalan çêbikin ji bonî hêza me çêbibe û em li her gund û bajarê kurdistanê bela bibin, ev ji me re girin bû, yan ez karim bêjim min wisa ji xwe re digot: Qet me ne dipirsî ka ev heval ji kuye û kevnê wî çawa ye, malbata wî kî ye, xwendina wî çi ye? Ev hemû li cem me ne giring bûn bi qasî ku pirbûna hevala girin bû.
Pirs: başe, zanebûna wî çawa bû wek sikirtêr?
Bersiv: bê pesin, mane va bîst û heft sal di ser kuştina wî re çû ye, lê yek ya Xwedê bêje, Hisên pir zana bû û min hîn yên weke wî nedîtine, ez bawer im yê weka wî bi bînim jî?!
Pirsa: dawî tu di xwazî çi bêjî li ser vê kuştarê.?
Bersiv: ez dikarim bêjim ta ku xwîn di damarê min de hebe ew heval û mala Remezanê Kabreş ji bîra min naçin, lê mixabin tiştek bi destê min ve nehat ku ez karibim tiştekî ji wan re bikim yan tola wan li erdê nehêlim.
Dawiya kuştinek bêguneh.
12-12-1980 Li gundê Cirnikê
Rojnameya Bûyerpress spasiya nivîskar û lêkolîner ” Luqman Silêman ” li ser keda wî di belgekirina dosiya vê kuştarê de dike
Ev dosya di rojnameya Bûyerpress, hejmara (36) 1/2/2016an de hatiye weşandin