Idrîs Hiso
Sed sal di ser rêkeftina Sayks Pîko re derbas bû, kurd vê rêkeftinê bi xemgînî bibîr tînin, piştî ku zilhêzên cîhanê wê demê nexeşeyên Rojhilata Navîn danîn, Kurd ji vê dabeşkirinê bê pişk man û welatê wan bû para dagîrkeran, bi tenê Kurd wek miletekî mezin di bin dagîrkera Ereb, Tirk û Farisan de man.
Kurdan piştî ku bi bizavên siyasî nema tiştek bidest xistin û piştî ku sînorê dewleta nû ya Tirkiyê hat nexişandin û Kurd di hindirê wê de bûn wek kole û bindest û ji hemû mafên xwe bê par man. Dest bi xebata çekdarî kirin, şoreş li pey şoreşê lidarxistin. Lê mixabin şoreşên Kurdan bi taybet li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ti encamên rijd bidestnexistin. Tevgera rizgariya Kurdî di xebata xwe ya siyasî de, ji bo hişyarkirina gelê Kurd û şirovekirina sedem û fakterên têkçûna şoreşên Kurdî, herwiha sedem û fakterên nebidestxistina mafên siyasî bi gelek şêweyan şirove dikirin.
Gelek ji rêxistin û partiyên Kurdî (Partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wek nimûne) bi tenê li aliyekî vê têkçûna Kurdan dinerîn û bo me ew şirove dikirin, herwiha heta niha jî gelek rêxistin bi heman şêwe û ramanê wan tiştan didin ber şiroveyê.
Dijminan Em Jihev Xistin
Herdemê partî û rêxistinên Kurdî bal dikişandin ser wê yekê ku bi tenê sedem ew bû ku Tirkan nexwestiye dewleta me çêbibe, Hikûmetên Tirkiyê zordar in û Zilhêzên cîhanê hemû li dijî daxwaz û mafê Kurdan e û dewletên Ereb, Tirk û Farisan me binpê dikin û mafên me dixwin…hd, yê nizane wê bêje qey heger ev sedem nebûna, civata Kurdî û Kurdistanî civatek bê kêş e û girift in!.
Bi vî şêweyî bi tenê xort û keçên kurdan digihandin wê asta bê hêviyê. Ku ewqas dijmin mezin e, ewqasî rewşa me jî xirab e ..êdî em dê çi bikin…?! nerîna li kêşeyê bi vî hawî tenê pirsgirêkek mezin bû û mezin e.
Partî û rêxistinên Kurdan bi tenê loma xwe li dijminê xwe dikirin û heta niha jî dikin, ma dijminek li cîhanê heye ku rojek bê û bêje li min biborînin ez zalim bûm êdî kerem bikin mafê xwe bibin?!!
Bi vî şêweyî rêxistinên Kurd bi tenê li çekên di dest dijminên xwe de dinerîn, lê çi çekên di destê wan de ye wan nizanî, an jî jibilî kêşe û astengiyên ku dijiminê wan li dijî pêşveçûna Kurdan datîne. Civata Kurdî bi xwe pêwîstî çi ye heta ku bibe civatek xwedî hestê neteweyî?!.
dibe ku ev pirs ji xwe nedikirin an jî heger ev pirs dikirin çare û bersiva zanistî û civakî nizanîbûn, an jî heger zanîbûn bi wêrekî û eşker ji gel re nedigotin û riyên guncaw bo xebatê li ser wan bingehan peyda nedikirin.
Têkoşînek Bê Hemba Li Dijî Nakokiyên Nav Kurdan Pêwîst e
Wek mînak wan sibê heta êvarê digotin; em ji bo mafê ziman û kelûtra Kurdî xebatê dikin, beramberî vê gotinê jî heta bi raportên xwe yên rêxstinî bi zimanê Fermî yê Dewletê dinvîsîn. Her tiştên xwe ne bi kurdî dikirin, gelek ji serkirde û sekreterên partiyên Kurdî û Kurdistanî li gel miletê Kurd jî bi ziman û şêweyê dagîrkeran diaxivîn û heta roja îro diaxivin û bayexê nadin zimanê xwe, ku ew bi xwe (Ziman) fakterê serekî yê hebûna û mana miletên blindest in. Rojname û peyamên xwe ji bo gelê xwe jî her bi zimanê fermî yê dewleta dagîrker radihandin û heta roja îro jî radighînin.
Herwiha yek car an gelekî kêm li ser kêşe û pirsgirêkên civaka Kurdî radiwestiyan û sedemên civakî ku yek ji girîngtirîn sedemên têkçûna soreş û bizavên kurî bûn behs nedikirin, hewla guhertina civakê nedidan, an jî bi xurtî nikarîbûn li ber nerîtî û kêmasiyên civakê xebatê bikin.
Ev alî bi xwe pêwîstî têkoşînek berdewame di aliyê civakî û siyasî de, ku xelk pêwîsî wê yekê ne ku rastiya doxeya civatê bo wan were gotin, bi taybet serkirde û kadirên çalak di rêxistin û civatê de, da ku bizanibin kêşe çi ye û çi cûre xebat û têkoşîn pê gereke û li ser van zaniyariyan plan û bernameyên xwe pêk bînin.
Kurd Li Ser Gelek Xalên Bingehîn Nakok in
Di civata Kurdî de zor kêşe û pirsgirêk hebûn û hîna hene, ev kêşe û pirsgirêk mirov wan kêm di nav miletekî bindest de dibîne, ji wan kêşeya nebûna ziman û elfebeyek yekgirtî li seranserî Kurdistanê ku, ev babet bi serê xwe pêwîstî têkoşînek gewreye. Nebûna alayekê ku nûnertiya gelê Kurdistanê li ser asta cîhanê bike, ew alaya li Herêma Kurdistanê tête bilindkirin, tevî ku li seranserî Kurdistanê û cîhanê wek alaya Kurdistanê tê nasîn, lê hin rêxistin û partiyên Kurdistanî bi taybet partî û rêxistinên ser bi Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) an jî rêxistinên ku li ser felsefe û îdiyolciya PKKê û hatine avakirin wê wek alaya Kurdistanê nabînin û dibêjin ew bi tenê alaya Başûrê Kurdistanê ye.
Herwiha nebûna nûnertiyek an jî parlemenekî ku nûnertiya Kurdan li seranserî Kurdistan û cîhanê bike, divê ev parlemen nûnerê herçar perçeyên Kurdistnê herwiha nûnerê Kurdên li derî Kurdistanê dijîn li xwe bigre da ku karibe pirsgirêka Kurd li seranserî cîhanê wek yek dose û pirsgirêk bighîne berdestê dezgeh û rêxistinên navdewletî, da Kurd jî pêngav pêngav karibin doseya xwe wek yek dose û yek pirsgirêk bighînin raya giştî ya cîhanî.
û gelek xalên din ku yek ji sedemên lawazbûna tevgera civak û rêxistinê Kurd û Kurdistanê ne.
dawî gotin mirov dikare bibeje tevî derbasbûna sed salî di ser pirsgirêk û doza gelê Kurd û Kurdistanê re, hîna jî civata kurdî di gelek aliyên xwe de pêwîstî têkoşîn û xebatek şaristanî û li ser bingehên zanistî û civakî ye.
Kesnezan 10.01.2016
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (36) 1/2/2016 an de hatiye weşandin