Di encama teqîna 3 otombîlên bumbekirî li navçeyek Şienîşîn li Başûrê Şamê, li Seyde Zeyneb 30 kesî jiyana xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.
Li yek ji taxên Seyde Zeyneb ser bi paytexta Sûriyê Şamê ve di encama teqîna 3otombîlên bumbekirî de 30 welatiyên sivîl jiyana xwe ji desta dane û 40 kesên din jî birîndar bûne û ziyanekî gelekî mezin gihiştiye wê navçeyê. Hêzên ewlekariyê berê xwe dane deverê.
Ajansa fermî ya nûçeyan li Sûriyê (Sana) ev nûçe piştrast kiriye, lêbelê ti encamên vê teqînê diyar nekirine.
Navçeya Seyde Zeyneb ser Şamê ve ye û mezarê Seyde Zeyneb jî lê ye, bêhtirê xelkên wê Şîe ne, ji aliyê hêzên rêjîma Esed û çend milîşên Şîe ve tê parastin, Îran çend girûpên çekdar şandine Seyde Zeyneb bi behaneya parastina mezarên pîroz.