Filmê “Birsîlke” anku “Hechecîk” ê derhênerê Kurdî Mano Xelî bi alîkariyek hevbeş di navbera tîmeke Kurdî- Siwêsrî- Elmanî hatiye amadekirin. Film li ser çîroka keçeke Kurd ku li Ewrupa dijî, dûv re vedigere Kurdistanê ta ku li bavê xwe bigere, ku jê re hatiye gotin bavê wê miriye, lê ew dawî nas dike ku bavê wî sax e.
Film ji lehengiya hunermenda Siwêsrî Manon Bifronder, û hunermendê Kurd Ismaîl Zagros e, dirêjahiya wî 102 deqe ne, bûyerên wî li Siwêsra û Kurdistanê teswîr bûne.
Film li hindek holên Ewrupî hatiye pêşkêşkirin, û wê di gelek festîvalên cîhanî de jî beşdar bibe, herweha hatiye jib o gelek zimanan hatiye wergerandin.
Hêja ye gotinê ku derhênerê Kurdî Mano Xelîl heman xelata festivalê di sala 2013an de li ser filmê xwe yê bi navê “çêja hingiv” wergirtiye, ku ew jî filmekî sînema bû û dirêjahiya wê 90 deqe bû.