Destê te ji hevalê te û zaroka wî yê biçûk re bilind dibe di kêlîkên dawî de, û ev gotin careke dî te ji heyîna te dihejîne (De oxir be hevalo….).
Nisêbîn di pişt bejna xwe de Qamişlo jî dinixumîne û dimîne qûnaxek ji bînberdana koçberan re dema ku sînor derbas dikin û ew dibe pêka pêşî di lehiya koçberbûnê de, û rê radestî beza Basê dike.
Gelo çima ev Bas fîlmê (Rê) yê Yilmaz Gunayî tîne bîra te û cih serê xwe diçimînin li ber rûdana koçberkirinê.
Dîmenên nû nikarîbûn wan tabloyên ku di pîpokên te de rengîn bûne biguherînin, kolanên bajar ku di bin saw û tirsê de xûz bûne, û bi tenê çîrokên kuştin û koçberbûnê axaftinên nişteciyên wê ne.
Sitembol, bajarê girêdayî bi gelek raman û serpêhatiyên jiyana te ve di roja Pêncşemba 21ê meha Tebaxê de, di dema nîvro de kolanên xwe ji hewildanên te re vedike.
Wê gelek veşartinên xwe ji te re eşkere bike û gelek wê bimînin ji taybetmendiyên wê, ew diyar nabin.
Tu li taxa Ekserayî li ber dergehê îstegeha mitroyê pêrgî rêberê xwe dibe, û li mala wî bicih dibe ji ber ew bi tena xwe ye û hîna jin neaniye.
Danê êvarî piştî tu bîna xwe berdide û parîk nan dixwe, tu dixwazî vî bajarî ji nêzîk ve bibînî.
Li wir li çayxanên wî tu derbasî jiyana qaçaxçiyan dibî, pêrgî hemî lîstik û derewên wan dibî.
Ekserayî, kolan, çayxan, xwaringeh û bazarên wê kiwara mêşa ye, cihê bazar û danûstandinê ye di navbera qaçaxçiyan de û kesên ku dixwazin ji wir riya derketinê ji xwe re bibînin.
Bazar cihê kirîn û firotina mirova ye, û her rêber buharê tîne kabokan.
Bira bi Xwedê tu bêtir ji nîv demjimêrê pê ve nameşe, di dema ku ya rast ew e ku bêtir ji deh heta pazdeh demjimêran bimeşin, ne av heye ku tu derbas bikî û ne jî polis, lê tu hemberî her tiştî dibî di wan riyan de lê vê yekê nabêjin, bira me rê kiriye, û bi turmbêlan em ê we bighînin ser sînor.
Bira em mirovan bi Kemyonan dibin, û Kemyonên me wek hotêleke çar stêrî ne her tişt tê de heye, ev rast e lê tu pêdiviyê mirovantiyê di wan de tune ne û vê jî nabêjin, vêce dest û lingên xwe bixe ava sar de û xwe bispêre Xweda.
Û bi vî şêweyî meydana Ekserayê vala nabe ji koçber û nêçîrvanên wan, şerekî dijwar di navbera wan direndeyan û wan nêçîrên bêçar e û hêvîdar de lidar e.
Ew pîrepind tevnên xwe li dora wan rebenan dihûnin, her yek ji wan qaçaxçiyan endameke di xelekek mezin de ji bazirganên mirovan.
Rojane bi sedan kes derdikevin di dema ku du sed dikevin şûna wan de.
Roj derbas dibin û tu dibî parçeyek ji wan çîrokan, te berê xwe daye welatekî ku kêm mirov berê xwe didinê.
Rojane tu pêrgî gelek dost û mirovên xwe dibî yên ku li rêberan digerin ji bo derketinê, û tu li cihê xwe dimînî. tu bûyî îstegehek di navbera çûn û hatinê de, û destên te westiyan ji bilindkirin û xatirxwestinê.
Tu dibî windayek di kolanên Sitembolê de, tu bêhêvî dibî bi derbasbûna rojan re, lewma tu demên xwe bi gera kolanan dibûrîne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (35)an de hatiye weşandin