Welato: Çendî tu di hîletê dayika min de afiriye, bê dengiya te mîna seqa goristana paş mala me, gasîna nava gund û zarotiya min ya eware, çarîka diya min ya sipî, sirgûniya min ya reşgirêdanê tîne bîra min.
* * *
Welato: Gurên beybaneyan bi cî û war in, pezkoviyên serê çiyan xwe di şikeftan de diparêzin, sirsirk, kêzik û kurmik bi daxgehin, pisîk û kûçik bi malik in, gêrikên siwar û peyader bi mûristan in, teyrik û tilûr bi hêlîn û lûs in, hemî zindîwarên bej û avî bi ayistan û welat in, mixabin li gerdûnê tenha ez û tu giraw û goriyên bê xelat in.
* * *
Welato: Ji guhên xwe gaziya te dibihîzim, ji herikîna xwînê halana pakrewanan dinivîsim, bi çavên serê xwe dibînim keçkaniya kulîlkê binpê dibî, şahdamarên ziman ji cerg û mîlakan têne birrîn, bav û kalên me jî bi nan û xuya te payeberz û rûmetgewre xwedî bûne.
* * *
Welato: Çendî dagîrkeran hil û mircanên ser sîng û berên te firotine, finasên genî û kiryarên kirêt bi te kirine, bazara bitran li ser xaka te kirine, Aş û Kanî paytexta ciwaniya te bûn, û vaye îro nêrgiz li ser peravên te çilmisîne, xabûr û ceqceq qirik ziwa mane, deşt û çiyayên te, dar û baxistanên te tev mane jinbî.
* * *
Welato: Hewl didim ku bo te wêjenivîsê helbestê bim, keçkaniya Kurdewariyê ji sixtekaran biparêzim, çîrokê ta bi derzî vekim, bizmika devê xwe bişikînim, hov û Dirakolayên dirinde yên dîrokfiroş ji deverê biqewitînim.
* * *
Welato: Gelo heye ku tu di hezkirina min de bergûman bî,
ango tayê ez girtime û di evîna te de di-arim, mîna eniya lat û zinarên te min serê xwe hildaye, min helbesta xwe di pesnê te de bi ristên kêşesazî hûnaye, xumîna xilxalên zeriyên tîtal biser de berdaye, di nava mijankên xwe de tenha tu rapêçaye.
* * *
Welato: Tiştê ku dixwazim di biwara te de bibêjim, dê çawa şîrove bikim, hêviya min e ku tê li min biborînî, çiku nikarim hezîna xwe eşkere bikim, tu jî weke min zanî ku em herdû bi hev re dîl û girawên yek rekehê ne.
* * *
Welato: Careke din biborîne ku ji aş û bajar diaxivim, ku hindekî bêjeyên min rij û kelê bin, çiku ez jî mîna te ba û bahoz bi min dileyizin, mîna Decle û Ferat hatime, şêt û şeyda ji kaniyên geliyên herdû pêsîrên Ararat serberjêr herikî me.
* * *
Welato: Çendî ku geşt û seyranê li bax û parîzên te dikim, şahiya xwe li ber bejn û bala te, henasên rûyê te, di nêv wan keziyên hûrhûrhûnayî de, kirasê melesî û qesebzêrîn de, li ser rûpelên şînesayî mest û noşdar xîmava rengan bi ser xwe de dirijînim.
* * *
Welato: Xwedê nenasan, Dirakolayên ziktilêr, kose û berkoseyan em bi hev de pijiqandine, di bazara xurifiyan de min û te dikirrin û difiroşin, di bê dengiyê de û ji xayiz ve te jî dimirînin, gaziya te xemsar dikin, hana te deng-girtî dihêlin, gilînameyên te di pêçanokên jibîrbûyî de..ta ku dêmên wan di kuncikên tarî de bêne guhertin.
* * *
Welato: Xweziya min bû ku pêçeka pirsên xwe bêyî zêrevaniya çavpêlan li ber te vala bikim, hevgariyên ku min bi te dîtine bi têrutesel verêjim, min dê pirsa Kurdên ku zindanê temenê wan qesifandiye kiribana, min dê pirsa heval û hogirên ku dibin îşkenceyê de şehîd ketine, min dê pirsa mebest û armancên ku di lorîkê de bergor bûne, min dê pirsa zeriyên hoza xwe yên ku bi zarokî keçkaniya wan hatiye quraftin, zimanê ku talan bûye, hezarên pakrewanan yên ku di goristanên nependî de binax bûne, di bin kêlên bê nav de wenda ne, min dê dîrok li ber dadgeha mirovaniyê sintaq kiribana, min dê lingê bersivê bixistina soleke teng, govan û celawiz herdû tewanbar kiribana.
* * *
Welato: Bo xatirê te min temenê xwe kiriye buhayê peyvê, loma bi dilbarî hewl didim ku omîdan di rûyê perîşaniyê de hildim, tovê hêviyan di zeviyên hêwa de biçînim, min soz û peyman daye ku termê dîrokê raguhêzim, ji giyanê wê zimanê dayikê derxînim, reng, deng û dîmenê nexşeya te, di rûpelê zêrîn de bicivînim.
* * *
Welato: Ji mêj ve min razekî giranbuha di sînga xwe de dîl hilaniye, ji zarokiya xwe ve soz û peyman da ye ku coteke kew kedî bikim, li ser zimanê mine ku ji te re bibêjim rûmeta min di payebilindaya wan herdû memikên şiyar de hêwiriye, dixwazim li ser pişta hespê boz dest bavêjim her çar keziyên te, aştiya cîhanê, azadiya mirovaniyê, deriyên girtîgehan bişikînim, hevsarên zînatkaran destkêşî xwe bikim.
* * *
Welato: Dixwazim weku çîçek bi xunavê re mijankên xwe dikutkutîne, tenha bi te re hemî jan û şadiyên jiyanê bijîm, mîna yarê ku perwera xwe himêz dikî, li ser çîmenê derdora kaniyên zêmdar razên çîroka te pelge dike.
* * *
Welato: Xwezka min devê helbesta xwe di gerdena te xistibana, çunkî pirê caran evîn li deverê tewankarî ye, gelo çima perî û reben mîna helbestvan gawir têne pîvan, çima timî çewisandin para xwedawenda ye, çendî ku li ser pêt û êgir xilmaş dibin, çendî ku li ser devê şûr radizên, çendî ji goristanên bêzariyê reviyane, çendî ku sergoş û merbend têk dane.
* * *
Welato: Naxwe ku mirovek giha ye ser pişta heyvê, dîwarê Berlînê çawa hatiye xwarê, naxwe ku bêhna me diçe û tê, dê jina Kurd nûzayan biafirînî, dê Kurd bi giştî keysê ji derfetê bistînî, di hemî hêlekarên jiyanê de geşbîniyan werînî.
* * *
Welato: Rojbaş welato îro bo min çesipiye ku gelê Kurd di piraniya xwe de, çiyayî û deştî, bajarî û beyarî, rêberê êlê û partîzan, civak bi hemî derbirînên xwe ve, bersiva serkeftinê ji navkutka gel liba dike.
* * *
Welato: îro min çaktir zanî ku dîroka guherînên nûder, ji nû ve dest pê kiriye, hin bi hin dîmuqratî, dadî û mafên mirovan li ser nexşeya welêt çaksaztir cîbecî dibî, tucar mişext naçe naxwe ku em bi hêza gel digerin, teqez em dê bigihên hemî armancan.
* * *
Welato: Helbetî bo min gewretirîn amanc tu yî, timî kargoriyên mezin û giyanê berxwedanê dixwazî, dibe ku rêxistinên piralî mebestê di pêvajoyê de têr nekin, lê naçare dê rojekê li ronakbîrê kêşenas û cemawirên dûrbîn guhdarî bikin, ji ber ku partîperestî ji derveyî gel tiştekî bidest naxîne, dêmekî ew roj nêz e ku dakeve ser qada welat, ku xwe di mirêka gel de gewde bikî.
* * *
Welato: Di himêza te de xwe mîna teyrê agir dibînim, dema ku perdeya şevê nexşeya te vedigre, guhên çolax û helperestan miç dibin, diz û sîxurên çavbirçî ahenga berbatê li dar dixînin, ta ku qolana te jî sist bikin.
* * *
Welato: Dema ku reng tevlî hev dibin, çavên xilmaş û dilê xumiyayî tavilî dimînin, pînakî ji xaka te bo lavaj û nimêjê, bo ku hêsiran lê biçînim, tenha dixwazim ku jiyana xwe behremî te bikim.
* * *
Welato: Sal bi sal evîna te li dil bêtir dibî, bi pirsê evîna te
hatiye holê, û bi heman pirsê dê bi dawî jî bibî, hest dibim ku îsal tu di dilê min de niştecî bûyî, nasnameya penaberiyê di sersalê de daye min, vêca ez ê te li ser zendên xwe hilgirim, te di bin baskên demsalan de biparêzim.
* * *
Welato: Li min negire ji ber ku min diya xwe nedîtiye, ta ku gazinên xwe pê bikim, ji kaniyên te fêrî sertîpên ziman bûme, li dibistana te perwerdeyî hestên netewî bûme, ji gupgupa dilê te min reseniya xwe nas kiriye.
* * *
Lê pir daxe Welato tişta ku îro em gelekî tê de serfîraz in perçebûn e, tenha em di hevgarî û felaketan de dibine yek, pêşewayên siyasî çanda wekhevî û dîmuqrasiyê ji rêzikên civakî destnîşan kirine, timî xwe ji kolanê fer dikin, xwe ji civakê diparêzin, ezmûneya çanda şofonîzmê û sitemiya rêjîma totalîtarî rêbaz kirine, kilçîvên xwe di kildanka komera hestiyên bav û kalan de dakirine, tenha birînê tev radikin, dijheviya navxweyî gurtir dikin, demdar mane girawa ramanên paşverû, ciwaniya hevdemî ya serdema çerxê 21ê di xwe de pîr kirine, li nêv goristanên xemsar hêj guftugoya xurt û qelsan dikin.
* * *
Welato: Ji nû ve li xwe mikur têm ku tu welatekî bê hempa yî, mirovên ku nan û xwêya te dixun miletekî aştîxwaz û bê ziyan e, êca li min bibexşîne ku poşmaniya xwe eşkera dibêjim, çi kiryar û helwestên hişgêlî û nepêşiwar ku min di mafê te de kirine, baş bo min çesipiye ku hezkirina te herdem berevaniya pendê kiriye.
* * *
Welato: Li min biborîne ku min nizanî ewqasî hezkirina te
pir derbirîn û kûrwate ye, hin caran kêmbîrî min dike gwîzan, carin dîtirê saw digirim, hin kêliyan disêwirim ku seqa metirsînê min dirapêçe, reş û peşên nependî êrîşan tînin min, loma tund arezûyek zixtê dide pendê ku ji te bibexşînim.
* * *
Welato: çendî giran-mat im çawa ku mîna giringiya nan û avê, weke baran û tavê, mîna segvanê xasûk li nêçîr û ravê, mîna çem û bendavê, nala kulîlk û xunavê hez ji hev nekin, gelo çima evîn mîna ronîka sipîdeyê cîhanê bi giştî venagirî, çima li van topraxan evîndarî sixtekariye, çima ewqasî fermandarên herêmê çavên xwe ji rokê guhertine, ewqasî cothelwestin tenha li ser pişta nakokî û dijheviya civakê temenê xwe dirêj dikin.
* * *
Welato: Çi gava ku dîroka te dixwînim, kela girî li min radibî, bixwe hest dibim ku li vê radeyê bê dost û yawir im, di nava herdû çengên te de bê war im, hemî balend bi lûs û hêlîn in, tanî bi asîman em jê bêpar in, dilê min xwîn jê diwerive, çiku dîsanê dîroka zarotiya min bêriya hêsirên giryanê kiriye.
* * *
Welato: Rajorî dasîkên simbilên te, mîna keleka vewestiyayî, mîna balendê mişext li îskeleyekê digere, siya banekî xûm dike ta ku dibin de bihêwirî, ji neçarî dipirsim gelo çima para gelê Kurd li xemgîniyan ketiye, gelo çawa û ji kû ve hatiye, ji kîjan dîrokê givalekên ewran hêsirên girî bi ser Kurdan de barandiye.
* * *
Welato: Çendî pê bawer im ku hêsirên me dê omîdan li dîrokê şiyar bikin, dê şîhîna hespê Mîtanî li dora ûcaxa Zeradeşt xêzika Êzîdiyan çêbikî, dê tevrikê karker seqa bikî, li dêranê baweşê gurtir bikî, di simbilên genim yên bêrîn de, di şal û şapikên kurmancî de, li ser devê birînê, di rûmeta cil û bergên jina Kurdî de, li ber tifika evsaneyî, di şevbuhêrkên zivistanî de, di çîrokên dapîran de, di pendên berya de, di himêza çiyan de, di nêv baxên gulîzaran de, civanê min û te bi jiyanê re heye..û her welat çaverê ye.
* * *
Welato: Tu xweş dizanî dema ku lawekî te dibêjî: Ez û nekesekî din, hinga bo min teqez dibî ku malbata xwe xemsar dikî, û dema ku dibêje malbata min û hew, dîsanê weku diramim hoza xwe piştguh dikî, lê dema ku dibêjî êla min û ne tu êlên dîtir, hinga baştir diçesipîne ku rêxistina xwe jî serbêş dikî, û dema ku dibêjî ola min ji hemî olan dirustir î, herwe teqez dikî ku xwe ji hemî olan fer dikî, dema ku dibêjî partiya min û hew, hinga bêtir nasnameya xwe di Kurdewariya giştî de kêmnirxtir gewde dikî.
* * *
Welato: Kurdewariya ku bihêle siberoj lê gul vedin, simbil li ber sura nermebayê hêwa semayê bikin, çav di serî de bikenin, balendên mişext û bêganeyên penaberiyê li maxên xaniyên xwe vegerin, minareyên mizgeftan, zengilên kenîşteyan, çendek ji ayetên Zendavesta bi awazên kevoka aştiyê re bikin halan û dengîn e.
* * *
Welato: Dûrbûna te zindan kirime, xwezka min karîba bi çavên evîndaran nexşeya cîhanê xwendibana, qeyd û zincîrên girtîgehan bişikandina, bost bi bost sînorên parzemînan bipîvana, li ser heman tabloyê, li ber bejn û bala wê min jî xwe bi rokê re liba kiribana.
* * *
Welato: Evîndarim, tîyê te me, tenha şîrava kulîlkên te kela min dişikînin, ewr û xunav devê min şil dikin, avdeyên ronahiyê û seqa tenahiyê, bişkojên avis li ber tîna rokê noşdar vedibin.
* * *
Welato: Tucar bawer nakim ku tu bi rewş û pergala perçebûnê dilşad î, hîn bêtir min nebawer e ku lawên te qîma xwe bi wiha nexşeya bol û birrbûyî bînin, eger ku pencereyekê di kezeba bêdengiyan de vekin.
* * *
Welato: Anoka dikarim bo te bi serxwe de biponijim, bi dest min ve tê ku pakrewaniya giyanê xwe diyarî te bikim, wisa bi asayî ezê hewl bidim ku xwe bigihînim peravên jiyanê.
* * *
Welato: Li ser tixûbên te pesporta min bê vîza ye, polikên te li ser pelgnameya xwe nabînim, polîsan di bin tîrêja rokê de napelînim, di cîhana dostaniyê de pêvî xwe napejirînim, kesek ji bilî min xewnên te pêşwaz nakî.
* * *
Welato: Zor sipas ji bo te, sipas bo ax û ava te, bo nan û xuya te, tu bawer dikî ku xaka te bi zorê dipelînim, dojeha ku rivîna wê di nava min de gur bûye, bi navê rojhilatê, bi navê pêlên derya, bi xumxuma baranê û şirûsa yadiyên rizgar, gernejîna qehremanan dê razên te yên dilêr, Ferat berwarî çiyan, avgîrên bi girînek dê sirûda serkeftinê bo te bixwînin.
* * *
Welato: Hin caran hest dibim ku zimandirêjiyan dikim, wisa bê rêdan diaxivim, encam dikim ku di mafê te de gunehkar im, car jî hene dema ku dixwazim xatir ji te bixwazim dixurcilim, ji ber ku kela girî lêvên min ditevizînin.
* * *
Welato: Bi te re şevbuhêrk pir xweş dibin, çendî xwe azad dibînim ku çi tê ber devê min her tu dil şad dibihîzî, şev qarin û tundutûjî li ber deriyên girtî hêç û har in, lê hêj kevoka sipî li ser dara hêviyan li benda aştiyê dihênijî.
* * *
Welato: Tu ye mala xwîniyan û mêvanê te yê sîgiran timî ez im, kesek te nexapîne herdem malxwê malê tûyî û her yê piştderî ez im, şev bi derngî ketiye, aso li me teng bûne, ku ne şaş bim ez ne biyanî me, li ser deştên te hêj paleya ziman dikim, ji ramanên eware, ji ritimka ser kolînka rokê, ji dilê xaka ziwa, ji bêhnvedana ewran, ji yadiyên heman şevbuhêrka zivistanî, çira bin sefika bixêrîkê, qalûn û kîsikê tûtinê, li gel avdeyên helbesta xwe hûrik-hûrik dihîvêzim.
Welato: Lêv ji ziman pêşvetir e, wa jî welat ji her tiştî buhatir e, maf û erkên niştimanî berya her tiştî sezatir e, ji mêj ve min hestên kargorî bo azadîkirina te di dilê xwe de zindan kirine.
* * *
Welato: Kurdisatn sûnda min e, navê te yê şêrîn, gernejîna lêvên te,
keservdana qada te, keskesorên berbangên te bo min ji yên hemî welatan çakdîmen û ciwantir e, dîroka yadiyên kuştî kaniya helbesta minî, jana êşa giranî û bîranînên nexşeya zîvarî, afrênerê ritma azirdanê perestgaha Zeradeştî dergûşa xewnên minî.
Welato: Qamişlo bûka şaran, cîwarê xoşewîst û lehenda şêran, pir daxe ku bêganeyên tundrew û nîjadperest lê derketine xwedî, û gelê Kurd şênewarê xaknîgariya resen lê ma ye mêvanekî sîgiran.
* * *
Welato: Li paş dîwarên bêdengiyan, di nêv xirecira zeman de, di sînga lat û zinarên çiyan de, parêzgeha pêşmerga ye, yekser e mêrava serdanên min î, di himêza te de ey sûnda evra, misteke axa pîroz li ser pînakî biçûk, ji xaknîgariya welatê xoşewîst kişwera gora minî.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (35)an de hatiye weşandin