di baweriya min de gerek sirûda “Ey Reqîb ” wek xwe bi zaravê Kurmanciya jêrîn maba û têkista wê nehatiba guhertin bo tu zaravên Kurdî yên dîtir, ji ber ku sirûda netewayekî ye û ne durist e ku bi sê çar rengan bê gotin.
Sirûda Ey Reqîb ji ristina helbestvan Yûnis Reûf (1918-1948) yê bi navê Dildar navdar e, ji kurdên bajarê Koysenceq yê Kurdistana Başûr e, û endazyarê têkoşer Nûrî Sedîq Şawîs bavê xebatkarê navdar Roj Nûrî Şawîs awazên wê afirandine, sirûda Ey Reqîb ji şeş malikên helbestî pêk tê, malika duyemîn li paş her malikekê ji sirûdê dubare dibe, helbesta Dildar bi zaravê Kurmanciya Jêrîn(Soranî) hatiye hûnan, û bû Sirûda Komara Mehabadê 1946, niha wek sirûda netewî ya kurd li her devereke Kurd lê dijîn tê pejrandin, di baweriya min de gerek sirûda “Ey Reqîb ” wek xwe bi zaravê Kurmanciya jêrîn maba û têkista wê nehatiba guhertin bo tu zaravên Kurdî yên dîtir, ji ber ku sirûda netewayekî ye û ne durist e ku bi sê çar rengan bê gotin, eger ji bo hêsankirina ezberkirinê û têgihiştinê be, ma gelo ezberkirina şeş malikên helbestî bi zaravekî Kurdî ne hêsantir e ji ewqas tiştên ku em wan bi zimanên dagîrkerên xwe ezber dikin?
Ji bilî weha jî, em dibînin ku hin gotinên helbestê di wergirandinê de wateya xwe ya resen wenda kirine.
Em ê hewl bidin di vê kurtegotarê de hin şirovekirinê bidin malikên helbesta sirûdê û li ser guhertinê wergirandinê rawestin:
Ey reqîb her mawe qewmî kurd-ziman,Naşikênî daneyî topî zeman
Kes nelên kurd mirdu we kurd zîndu we, zîndu we qet nanewê alake man
Ême Kurd in rengê sor û şoreşin, Seyrî ke xwênawî ye rabirdû man
Lawê kurd hestaye ser pê wek dilêr, Da be xwên nexşîn bike tacî jiyan
Ême roley Mîdiya û Keyxusrewî , Dînî man ayînî man e her niştîman
Lawî kurd her hazir û amade ye, Canfîda ye canfîda her canfîda
Di malika (1)em de: Bang li dijminê kurdan tê kirin yê zikreşiyê bi Kurdan re dike, jê re dibêje gelê zimanê wî kurdî ye herûher dê jîndar bimîne, ew libok û danên topên felekê ticarî wî naşkînin.
Di malika (2)em de: Bila kes nebêje ku Kurd mirine, Kurd herûher jîndar in û tu carî ala me kurdan nayê tewandin wê her bilind bimîne.
Di malika (3)em de: Em lawên şoreşê ne ji lewra rengê me her dem sor e, eger hûn bawer nakin li dîroka me (rabirdû man) meyze bikin hûnê bibînin çawa ew dîrok xwînewî ye, an jî rengê xwînê çawa lê vedaye ew xwîna di ber serfiraziyê de hatiye rêtin.
Di wergirandinê de pir caran cemê duyem ji vê malikê şaş tê gotin hatiye guhdarkirin ku hin dibêjin (xwîna wî ye me da rijan…an jî rijand), Û hin din dibêjin (xwîna diyan an jî tiyan me da rijan), ev guhertin tev dûr in ji wate û têkista resen ya ku sirûd pê tê xwendin.
Di malika (4)em de: Law û xortên kurd îro tev rabûne ser piyan, ew mîna şêran in, ew rabûne da taca serê cîhanê bi xwînê binexşînin û wê spehî û xweşik bikin.
Di malika (5)em de: Em lawên Medya û Keyxusro ne, ola me û baweriya me her dem welatê me ye.
Di malika (6)em de: Xortên kurdan tev de herûher amade û alikar in ku xebatê di ber welatê xwe de bikin, ew herdem canê xwe gorî welat dikin ew her dem hazir in.
Tiştê balkêş di sirûda Ey Rqîb de ku her çar malikên wê 4,5,6 bi navê gêncan û ciwanan destpê kirine (ême roley, rolî kurd, lawî kurd), ev nîşana ku jiyana gelan her bi hêza xortan û çalakbûna wan tê avakirin û bilindkirin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (35)an de hatiye weşandin