Tevî ku Amerîka her gav tekez dike ku PYD ne PKK ye (ji ber ku PKK di lîsteya wê ya terorê de ye), lê dîsan jî ew bi agahdarî danûstandinê ligel YPG dike û herdem dixwaze peywendiya wan bi vî şêweyî berdewam bibe.
Di nav du salên dawî de, Kurd bi giştî êdî bûne sembola berxwedanê li dijî terora DAIŞ û radîkalîzma Îslamist. Di ragihandina Amerîkî bi taybet de, navên şervanên Kurd – çi li Başûr yan li Rojava be – hergav bi mêrxazî û dilêriyê ve tê girêdan.
Di encama vê pesindana ji Kurdan re, alîkariya leşkerî ji Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê re zêde bûye, û ji bo cara yekê, li Rojavayê Kurdistanê Amerîka piştgiriya hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike. Ev alîkarî bi awayekî fermî ji dema şerê Kobanê destpê kir û heta nuha jî li gelek berên şerên YPG dijî DAIŞ berdewam dike.
Bi saya piştgiriya esmanî ya hêzên kuwalisyona navnetewî bi serkêşiya Amerîkayê, YPG êdî nuha gelek dever ji dest rêxistina terorîst derxistine û tirsa derbasbûna DAIŞ bo nav gelek deverên din nemaye.
Ev alîkariya nû ya Amerîka ji bo hêzên YPG hiştiye ku gelek kes bawer bikin Amerîka êdî bi fermî piştgiriya Kurdên Sûriyê dike.
Ev nêrîn, bi min, gelek geşbîn e û dûrî rastiyê ye. Ji bo çi ez vê yekê dibêjim?
Heta ku hêviya Amerîka di hêzên opozisyona Sûrî ya “nermrê” de nema, piştî ku bi milyonan li ser perwerdekirina û rahênana wan xerc kir, êdî bû dem ku li hevalbendekî din li nav Sûriyê bigere. Kurd baştirîn mînak bûn ji bo lidarxistina vê hevalbendiyê, ne ji ber ku Amerîka ji Kurdan hez dike û li berjewendiyên wan miqate ye.
Kurdan xwe wekî hêzêke karîger anî pêş Amerîka û hevalbendên wê yên Rojavayî. Di wê çaxê de jî metirsiya DAIŞ her bi wir de diçû zêdetir dibû. Washington êdî li aliyekê digeriya ku şert û mercan di şerê dijî DAIŞ de daneyîne pêş.
Hêzên opozisyona Ereb, ewên ku Amerîka di destpêkê de piştgiriya wan dikir, gelek pêş-merc datanîn pêş Amerîkiyan. Yek ji wan mercên sereke, şerê DAIŞ û rejîma Esed di heman demê de. Ji ber ku roxandina Esed nema armanceke sereke bû ji bo rêvebiriya Amerîka, ev pêş-mercên hêzên opozisyonê bi demê re dibûn barekî giran ku Amerîka nedixwest hilgire ser milê xwe. Û wiha jî biryara peydakirina hevalbendekî din ji aliyê Amerîka ve hate holê.
YPG, li aliyê din, dixwest bi her şêweyî xwe nêzîkî Amerîka û welatên din yên Rojava bike. Ji ber rewşa YPG û peywendiya wê ya rasterast bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, ya ku bixwe jî peywendiya wê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re xwedî kokeke resen e, civaka navnetewî, bi taybet Amerîka, bi çavê gumanê lê dinêre. Vêca, YPG bi hemû hêza xwe ya leşkerî dixwaze ji Amerîka re bide xuyakirin ku duristkirina peywendiyekê pê re ne xisar e.
Heta radeyekê, berjewendiyên Amerîka û YPG li Sûriyê gihiştin hev, nemaze piştî ku Amerîka xweş diyar kir ku di Sûriyê de tenê têkbirina DAIŞ jê re girîng e – bi kêmanî di vê qonaxê de. Lewra piştgiriya YPG û hêzên bi ser ve êdî bû tiştekî asayî û “hetmî.”
Lê rastî ew e ku ev peywendî her di wê asta leşkerî de maye. Rêvebiriya Obama xweş eşkere kiriye ku ti leşkerên Amerîkî dê neyên şandin bo şerê DAIŞ li Sûriyê, vêca her peywendiyeke leşkerî ya Amerîkî bi aliyên Sûrî re dê di wê çarçoveyê de be. Mebesta piştgiriya hêzeke weke YPG dê tenê ji bo xizmeta vê berjewendiya niştimanî ya Amerîkî be.
Encama vê analîzê ji wê yekê tê ku heta nuha Amerîka pênasîneke siyasî bi PYD nekiriye. Wekî mînak, ev bûye çend car ku hevserokê PYD Salih Mislim dixwaze vîzaya Amerîkî bidest bixe da ku serdana Amerîka bike, lê hikûmeta Amerîkî her car daxwaza wî qebûl nake.
Tevî ku Amerîka her gav tekez dike ku PYD ne PKK ye (ji ber ku PKK di lîsteya wê ya terorê de ye), lê dîsan jî ew bi agahdarî danûstandinê ligel YPG dike û herdem dixwaze peywendiya wan bi vî şêweyî berdewam bibe.
Rastî jî ew e ku Amerîka danûstandinê bi YPG re ne wekî hêzeke- Kurdî dike, lê tenê wekî hêzekê ku şerê DAIŞ dike. Mînaka herî dawî jî damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk e. Washington (û gelek dost û dijminên wê) dixwaze rengê Kurdî ji ser YPG hilîne. Û xuya ye ev yek ji rêberên YPG re ne pirsgirêk e.
Kurt û Kurmancî: di nav stratejiya Amerîka ya hember Sûriyê de, ti proje ji Kurdan re cih nagire. Heta jê bê, ewê rêvebiriya Amerîkî rewşa heyî (status quo) bi Kurdên Sûrî re biparêze. Eger hat û guhertineke biçûk di vî warî de peyda bû, dê ew yek tenê piştî hilbijartinên serokatiya Amerîka di Novembera 2016ê de xuya bibe.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (35)an de hatiye weşandin