– Eger Mihemed Elî Şakir tuneba ez ê tunebama, û eger ez tunebama wê Mihemed Şêxo tuneba, ji ber alîkariya min pê re kir bav û birayê wî jê re nekirin.
– Dengê Mihemd Şêxo normal bû, lê strana siyasî ew da pêş.
– Deng û rengê Şeyda xweş e û li xwe miqate ye.
– Bi nexweşiyek derûnî ketim û min dest ji xwendinê berda..Textoran got divê ku tu bi tiştekî mijûl bibî.
– Min Stranê Erebî digotin.. Yûsivê Berazî “Bêbuhar” ji min re got Kurdî bistrê.. “Siwarê Hespa Xelkê Peya Ye”..!
– Yekem stran mamoste Mihemed Elî Şakir ji min re nivîsand “Zeynebê” bû, dûv re “Gulçînê, û Gewrê” bû.
– Mistefa Cim`a û Kemal Şanbaz ji min re gotin em ê komekê ava bikin, ji ber nerînek li Beyrûtê li ser milletê Kurd heye ku hemû barkêş û nezan in.
– Stranên li ser lêv û memik û tiştên wisa nabêjim, ez dixwazim jinê bilind bikim.
Hevpeyvîn: Ehmed bavê Alan
– Hunermend Mehmûd Ezîz dikare kurtejiyana xwe ji xwendevanan re bide nasîn?
Di sala 1950î de li bajarê Dirbêsiyê jidayik bûme, û di sala 1963an de min dest bi hunerê kiriye, lê bi awayekî fermî û serkeftî di sala1969an de bû, min sê stran di izgeha Kurdî de bi alîkariya seydayê Yûsifê Berazî tomar kirin.. Ez bi çar salan ji birayê xwe Mihemed Elî Şakir mezintir im.
– Derbarê vê yekê têkiliyên di navbera te û birayê te de çawa bûn di wê demê de?
Helbet her mirov tê jiyanê ew rihê mûzîkê pê re diafire û peyda dibe, lê hindek hene ku xwedê wê behremê bi awayekî berfirehtir dide wan, em biçûk bûn, bi mûzîkê ve hatin girêdan, lê bala birayê min Mihemed bêtir kişand, ger wî radihişt Bilûrê min jî radigiştê, teneke dikirin Tembûr, min jî wek wî ji xwe re Tembûr çê dikirin. Di sala 1963an de me li Bilûrê dixist, lê me dikir nedikir carnan ew awazên ku me dixwestin pê dernediketin, di wê demê de mamosteyê gund ûdjen bû, û dema ku dibistan qediya gote me ez ûda xwe difroşim, ez sêzde salî bûm, min doza heqê wê li diya xwe kir, lê wê gote min ” Îca ûd ji me kêm maye “..!. lê bavê min bi me re sekinî sedem jî ew bû; bavê min dengê wî xweş bû û distra, û bavê wî ê dîndar zulim lê kiribû û Tembûra wî şikandibû, lewra bavê min ji xwe re digot, tade û zor li min hatiye ez naxwazim li wan jî were, zirara wê tune ye, ciwan in bila ji xwe re bikirn. Me wê demê ûd bi Bîst û Pênc wereqeyan kirî, em li gund bûn, me ûdjenî nekiribû, me nizanîbû çawa dûzan dibe, ta rîş li gel me tune bû..!
Me li gor zanebûna xwe dûzan kir û destpê kir, rojekê birayê min çû Serê Kaniyê gel mamosteykî mûzîkê bo alîkariya me di dûzanê de bike.. Vêca dema ku ew ji bajêr vegeriya, me nas kir bê em çiqas şaş çûbûn, piştî dûzana nû me nema dizanîbû li ûdê bixin, ji ber em li gor ya kevin diçûn.
Di derdora Du – Sê mehan de me dikarîbû xwe fêrî wê dûzana nû bikin, û strana Um Kelsûm ya “Ente Umrî ” ku nû derketibû ezber bikin. Û me wisa ji 63-68an berdewam kir.
Di sala Şêst û Heyştan de me mala xwe ji gundê “Hec Mariq”ê anî bajarê Serê Kaniyê, têkiliyên me xweşik bi helbestvan Yûsif Berazî re çêbûn, wî ji mûzîkê hez dikir, li piraniya amûrên mûzîkî dida, lê ew bi xwe helbestvan bû .
– Yekemîn stran we hilbijart ta ku hûn bistrên, çi stran bû, ji helbestê kê bûn, û kîjan sal bû?
Me pêşî Erebî distra, ji ber Kurdî ji bilî izgeha Yerîvan di wê demê de tune bû, stranên Mihemed Arif, Mecîdê Erkî, û Meryem Xan tê de dihatin weşandin, û dema em çûn Serê Kaniyê jî û têkiliyên me ji nêz ve bi mamoste Bêbuhar jî re çêbûn.
– Dema hûn çûn Serê Kaniy çawa têkiliyên we bi mamoste Bêbuhar re çêbûn?
Ew carekê hate serdana gundê me, gundên malbata “Hec Cemal” û gundên kirîvanê me yên Xiristyan sînordaşên me bûn, vêca em jî çûn serdana wî, wan jî em pê dan nasîn û gotin ev mamoste Yûsif Berazî kirîvê me ye, Cumbişa wî di dest wî de bû, me jî jê re stran gotin, kêfa wî hat, û pirsa me kir, û me wisa hev nas kir. Û dema mala me hat Serê Kaniyê me her car riya xwe bi dikana mamoste Bêbuhar ya Berberiyê dixist.
– We çawa biryar da ku ti strana bêje û mamoste Mihemd Elî helbesta binivîse?
Mamoste Mihemed Elî xwende ye, û gihişte asta zankoyê, lê ez bi nexweşiyek derûnî ketim û min dest ji xwendinê berda, wê demê textoran got divê ku tu bi tiştekî mijûl bibî. Mihemed dengê wî pir xweş e lê ew li ser xwe naweste, ta niha ji kaxezê dixwîne û distrê, ji xwe re nekiriye kar, lê ew ji min re weke kaniyekê ye, weke çiyakî ye, ez û wî hev du temam dikin.
– Yekemîn car we berê xwe da Izgeha Bexdayê kengî bû û çawa bû?
Ne me xwest em herin, qedera me xwest, di wê demê de kurê xweha min Mihemed Emîn Kîkî xwediyê strana ” Ma Ew jî Jine ” ji ber leşkeriyê reviya bû Bexdayê, û “Sudfe” li cem yekî berber Mihdî Salih yê ragihêner tê wir û dibe behsa hunerê, vêca kurê xweha min jê dipirse ku hunermendekê me heye eger were hûnê jê re tiştekî tomar bikin, lê vedigerîne û dibêje ê min ez ê wî bigihînim Komîta Helbestê û Deng eger bi ser ket, wê jê re tomar bikin.
Wê çaxê min Erebî distra, û di şevbuhêrkekê de em li gel mamoste Bêbuhar civiya bûn, min hindek stranên Ferîd El- Etreş gotin, hemûyan jê razî bûn, tenê mamoste Bêbuhar gote min nexweş e, gotina wî weke çakûçekê li ser serê min bû. Min jê pirsî çima ne xweş e?. gote min:” Siwarê Hespa Xelkê peya ye”.
Mamoste Bêbuhar gote min stranê xelkê û Erebî nebêj, min jê re got stranê min tune ne ta ez bêjim, gote min ne xem e ez ê strana bidim te. Wê çaxê sê stran dan min”Gulîzar, Şîn Bû Rîhan, her sê jî gotin û awazên wî bûn.
Xwarziyê min hate Sûrî û ji min re got min ji te re rê dîtiye ta tu stranên xwe tomar bikî, ew qaçax vegeriya û ez bi nasnameya xwe bi Yazdeh wereqeyan çûm, mamoste Mihdî Salih pêşwaziya me kir dora me danî, roja em çûn Elî Merdan û Enwer Qeredaxî ji min xwestin ez bê Ûd bistrêm, pişt re gotin min wergera helbesta xwe jî li gel komîtê deyn û her, piştî du rojan bersiv dane min û gotin her sê stranên we bi deng û awaz û gotin biser ketin, û roja dî koma mûzîkî û hemû tişt amade kirin û stranên min tomar kirin, jê û pê ve ez her car diçûm Bexdayê min hindek stran tomar dikirin, pişt re mamoste Mihemed Elî Şakir ji min re helbest nivîsandin û yekem stran ji min re nivîsand “Zeynebê” bû, dûv re “Gulçînê, û Gewrê”, û her meh ji min re çar- pênc stran dinivîsandin.
– Çawa ew stran belav bûn, û çi hest bi te re çê dibû ku xelkê li te guhdar dikir?
Ji bilî wê çirûska Izgehê tune bû, her rojekê – didwan stran dihat weşandin û xelkê lê guhdarî dikir, û dizanîbûn ev Mehmûd Ezîz Şakir e, carnan rojane diweşandin.
– Millet di riya Izgehê de li stranên te guhdarî dikirin, lê wan te nedidît, çawa xelkê ten nas kir?
Helbet di wê demê de şahî li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, û Dirbêsiyê çê dibûn, em li wan amade dibûn û me distra, û dema ez çûm Beyrûtê û me kasêt tomardikirin, ew kasêt dihatin deverê û xelkê guhdar dikir, ji ber li vir qedexe bû lê li wir te çi stran gotiba derfet hebû, û bi vî awayî ez li nav xelkê belav bûm.
Ragihandin di wê demê de tune bû, lewre ez di qonaxa Deh salan de weke mekûkê bûm, diçûm Izgehê, vedigeryam Urdinê, diçûm Beyrûtê, dihatim Tirkî, ez pir westiyam ta min ev nav ava kir, çiqas dengê te xweş be û stranê te pir bin, eger tu li mal raketî be, tu nayê naskirin.
– Qonaxa çûna Beyrûtê û damezirandina koma “Serkeftin” ku hunermendin gewre mîna Se`îd Yûsif, Mihemed Şêxo, Remedan Necim Omerî, Mehmûd Ezîz tê de bûn, ev raman çawa bû, kê danî û çawa pêk hat?
Sala ku ez çûm, mamoste Se`îd Yûsif li wir bû û koma “Newroz” damezirandibû, Mihemed Teyib Tahir li ser Koma Gulistan disekinî, mamoste Mistefa Cim`a û Kemal Şanbaz jî yên partiya” Çep” li wê derê bûn, ji min re gotin em ê komekê ava bikin, ji ber nerînek li ser millet Kurd heye ku hemû barkêş in û tu tiştekî nizanin, divê em vê nerînê biguherin û em diyar bikin ku em jî xwedî çand û huner in, me kom di sala Heftêyî de damezirand û me yekemîn aheng di 18 heyva Çileya Pêşîn 1971ê de lidar xist, endamê me hemû xort û ji Amûdê bûn, keçikê Kurdan bi me re tune bûn, ji ber digotin şerm e, me keçikê Aşûryan tanîn û me ew tevlî xwe dikirin.
Kemal Şanbaz ji me re Mihemed Şêxo anî û pêşkêş kir, û got ev hunermendekî Kurd e, Tembûrjen e. wê çaxê nakokî ketibû navbera wî û Se`îd Yûsif de lê nizanim ji ber çi bû? Mihemed Şêxo xeyidî bû çima navê wî wek sazbend nexistibûn rêklamê de, wî nedixwest bistrê ji ber ku fedî dikir, min gelekî nav tê da, ji ber dema ez li Beyrûtê bûm, tu kesî ew nas nedikir, xelkê ew wek sazbend nas dikir, stranên min yên jê hez dikir dinivîsand û distra.
Remedan Necim Omerî di ahengê de her du stranên xwe (Dinya Bû Buhar û Ala Rengîn) stra, hunermend Mihemed Şêxo got ez ji strana (Gewrê û Di Baxan Dil) hez dikim, her du jî yê min bûn û tomarkirî bûn, dema jê dihat pirsîn te ev stran ji ku anî? Vêca eger bigota ne yê min in nabe..! û eger bigota yê min in jî dîsn nabe.
– Di nerîna te de çima Mihemed Şêxo fedî dikir?
Bi rastî ez jî nizanim, her dem şikestî bû, dibe ji ber xwe fedî dikir.
– Te jê re digot dengê te xweş e?
wî distra, lê ne pir, wek min got fedî dikir, min jê re digot mirov ne bi menzera xwe ye, lê belê bi tiştê dikare bide ye.
– Hûn çiqas wek kesayetî li Libnanê man?
Ez çar sala mam ji 70-74an, me tenê du aheng lidar xistin, yek li Rîborî û yek li Bîblos. Pişt re û ji ber ku alîkarî tune bû kom jihev ket.
– Qonaxa destpêka te û mamoste Mihemed Elî Şakir ku bibin laşek û bikevin riya huner û mûzîkê de ji kîjan stran û salê ve destpê kir?
Di sala 69an de mamoste Bêbuhar sê stran dane min, û dûv re sê stranên dî jî dane min (Di Baxan Dil- Hebs û Zindan – Eman Dilo), bi giştî şeş stran dane min, û rê ji min re vekir, dûv re mamoste Mihemed Elî weke kaniya stranan bi ser min de rijiya (Zeynebê – Gewrê – Gulçînê -) .
– Te ji çi rengê helbestê hez dikir, yan kîjan helbestvan bêtir bala te dikişand, û te ji mamoste Mihemed Elî Şakir dixwest ku ji te re binivîse û bike helbest?
Strana ne rêzgir ba min nedistra, weke mînak eger wê stranê jin birîn bikra min nedistra, stranên li ser lêv û memik û tiştên wisa nabêjim, ez dixwazim jinê bilind bikim, pesnê kezî û çavên wê bikim, ew jin e, dê ye, û xuşk e. Hindekan stranên filiklor digotin bi rastî ne rêzgir bûn. Mihemed Elî mîna min bû, lê hindek helbestvan hebûn helbestê xwe didan min, min ji wan re digot eger tu vî perçeyî ranekî ez nastrêm. Strana behsa memik û irotîkê dikir ez dûrî wê bûm. Strana ji gotinê helbestvan Cegerxwîn ” Maçek Ji Lêvê Şêrîn” min straye, lê destpêkê min got ez nastrêm ji ber ez pê ne bawer im, mamoste Mihemed Elî got min ev ne gunehê te ye, û divê tu bistrê.
– Tev ku Cegerxwîn jî nivîsandibû, te nedixwest tu bistrê?
Tev wilo jî min nedixwest.
– Di dema we de helbestvanên mezin mîna Tîrêj, Cegerxwîn, Bêbuhar, Umerê L`elê, Ehmedê Şêx Salih, û Keleş ..!
Min ji her Sê navê dawî re nestraye, min ji mamoste Deham Ebdilfetah, xortek nûhatî bi navê Mehmûd Berazî, Hemîd Qado, û Elî Şêxo Berazî re straye, herwha min stranên Cegerxwîn jî mîna (Di Baxan Dil – Şeva Înê – Şêrîn Nû Gihayê – Yar Zane Ez Gulperest im- Çîçek – Ala Rengîn), lê yên Seydayê Tîrêj tenê yek stran e(Hey Welat) ew jî bi dengê mamoste Mihemed Elî ye. Zêdeyî sed stran hene em dixwazin wan bistrênin lê alîkarî tune ye.
– Piştî te helbestê Seydayê Cegerxwîn kirin stran, tu û wî pêrgî hev hatin,çi ji te re got?
Kêfa wî ji dengê min re dihat û digot dengê te xweş e. strana (Şeva Înê) berî ku bixe dîwanê de, amade kir û da min.
– Te helbestê Umerê L`elê jî kirine stran?
Dema ez diçûm Izgeha Bexdayê, xwarzîkî min li Dêrkê hebû, min bihinvedana xwe şevekê li ba wî dikir, Umerê Le`lê dihat wir, gote min vaye min Sê stranên nû çêkirine (Perwîn – Peymana Min Şêrîn Yar e – Kedera Min )tu wan nastrê, min erê kir, strana Kedera Min awazên min bûn û her du yên dî awazên mamoste Mihemed Elî bûn.
– Qonaxa piştî salên Heftêyî, gelek hunermend hebûn diçûn Başûr û piştgiriya şoreşê dikirin, hûn wek humermend we çawa ev qonax derbas kir?
Tu tişt nemaye ku me wê demê li ser nestraye, me li ser Pêşmerge, Berzaniyê mezin, Qadî Mihemed Şêx Se`îd, û geliyên Kurdistanê jî straye.
– Mebesta min di dema şoreş lidar bû hûn neçûn Kurdistanê?
Sozin hebûn ku me bibin kurdistanê ta em piştgiriya şorşê bikin, lê mixabin ew soz bi cî nehatin.
– Hûn çawa huner, mûzîk, û helbesta niha li gor qonaxa xwe dinerxînin?
Îroj şer e, stranên evînê bi kêr nayên, me li ser şerê Kobanî û şingal û Serê Kaniyê stran çêkirin, em bi dem û bûyerê re ne, gelek stran hene eger dema wê derbas dibe tu kes nema lê guhdar dike.
– Çima Mehmûd Ezîz berê xwe da Herêma Kurdistanê?
Mala min li Helebê bû, hate talankirin, du kargehên zarokên min jî hebûn, ew jî talan bûn, ta ku zarok jî ji dest me nerin me berê xwe da Başûr, em ji 97an de ji bo karê zarokan û xwendina wan çûn Helebê.
– Piştî te cih li Kurdistanê girt we çawa dest bi kar kir?
Me hunermendên Rojava wek Sendîkeyekê ava kir ta ku em rojekê vegerin Rojava bingehek me hebe.
– Gello Rojava ne bi hewceyî wan e?
Me jê re texsîr nekiriye, lê ew kesê çûn Ewrupa nema dikarin vegerin, rast e hejmara wan 400 hunermend in lê eger tu wan moxil bike bîst kes ji wan dernakeve. Hilbijartin çêbûn û wan min kirin serok. Me konsêrt bi navê sendîkeyê li Dihok, Hewlêr, û Silêmnaiyê çê kirin.
– We hewldana çûna nav kampan kir?
Dema ez vegerim Herêmê, pirojeya min a yekem em herin nav kampên penaberan û konsêrta lidar bixin.
– Hevpeyvîneke te li ser Rûdaw Tv weşiya gelek gengeşe çêkir, ku te tê de gotibû:” eger ez tunebama wê Mihemed şêxo Jî tuneba”?
Newlo bû, lê min got eger Mihemed Elî Şakir tuneba ez ê tunebama, û eger ez tunebama wê Mihemed Şêxo tuneba, ji ber alîkariya min pê re kir bav û birayê wî jê re nekirin.
– Sedema cîgirtina wî di nav milletê wî de çi bû?
Strana siyasî bû..! ji ber dengê wî normal bû, lê partiyan ew da pêş, û piştî çû ber dilovaniya xwedê kurd li ser poşman bûn, çawa li nexweşxaneya hikûmetê bimre û me jê re tu tişt nekir..!?
Min tiştekî xerab li ser negtiye, eger Mihemed Şêxo yek stran gotibe ewî cihê xwe di nav millet xwe de girt. Lê ev pesênên ne di cihê xwe de ne baş e, hindek dibêjin Ekadimî ye, û hinek dibêjin li Beyrûtê zanko dixwend, û hindekî dî dibêjin li Iranê Dektora di mûzîkê de stendiye, ev gotin hemû derew in, çima millet wisa wî diêşîne..!
– Mebesta te ji vê bersivê çibû?
Ji ber ew bi stranên min navdar bû, mîna (Yadê Rebenê – Ew Keçkên Xwendevan – Gulîzarê – Hebs û Zindan – Eman Dilo), stranê min yên herî xweş stra, û ji min bêtir navdar bû.
– Sedem çi bû?
Ji ber ew li Qamişlo dima, û ez li Serê Kaniyê bûm, û Serê Kaniyê wendayî bû.
– Tu û wî pêrgî hev dihatin?
Helbet, ew ji dostên min bû, min jê hez dikir, me hev didît, em li hev dicivyan.
– Sedema vê serdana te ji Rojava re çi ye?
Min bêriya welat kiribû, min xwest ez werim û bibînim, bi rastî gelekî xweş bû, û her ku bi wir de diçe serkeftîtir dibe.
– Wek hunermend kê ji kesên ku strana netweî straye bala te kişandiye?
Şivan Perwer , Se`îd Yûsif, û Mihemed şêxo di vî warî de navdar e, Ciwan Haco jî, lê yê herî nêzîkî min Şivan e, û yê evînî gotine Tehsîn Taha ye.
– Helbestavên bêtir welatparêzî te di nav helbestê wî de dîtiye kî ye?
Cegerxwîn e.
– Di deh salên dawî de kê ji dengên nû bala te kişandiye?
Hesen Şerîf, û xortek bi navê Rêkêş heye, û ji kurdên Sûryayê Mistefa Xalid û Hisên Şakir , Idnan S`eîd. Mihemed Emîn Cemîl windayî çû, û tu kesî behsa wî nekir.
– Hûn dengê hunermend Şeyda çawa dibînin?
Deng û rengê wî xweş e û li xwe miqate ye.
– Te çiqas stran ta roja îro çê kirine?
Li gor mamoste Mihemed Elî Şakir dibêje ew derdora Sêsed stran hene, çel ji wan ne yê min in, û yê min du sed derbas kirine.
– Gelek maye tu bighê asta Se`îd Yûsif di stranan de?
Ew î gelek çêkirine, û hemû jî nêzîkî guh in, û li filiklorê kurdî zêde kiriye, û tu hunermend nikarin lingê xwe li yê wî bixin.
– Tu hîn xwe dibînî ew hunermendê kilasîk yan tu hewl didî tu mûzîka xwe nûjen bikî?
Ez tê de naramim, xeta min jê destpê kiriye ez naguherim.
– Tê çawa bikaribe nifşê nû bike guhdarê stranên xwe?
Stranê niha em dibêjin sê celeb in, sivik , giran, û orte, em hemû nifşan razî dikin. Strana Xwediya Kezî temenê wê bêtir ji çil salî ye û hîn kevin nebû ye.
– Bêtir mewala te ya bala xelkê kişandiye mewala Rêwîyo ye, çi çîroka wê ye?
Ew mamoste Miheed Elî li ser diya xwe nivîsandibû, dema ku çû leşkeriyê diya wî digriya, lewre wî ev stran çêkir.
– Gelo strana kurdî hîn hewceyî mewalê berî stranê ye?
Dema ku ew stran xweş be helbet hewceyî mewalê ye.
– Gotinê mewalê ji helbesta stranê cuda ne?
Na, ew ji laşê wê ye.
– Te bihîstiye hindek ji dibistana Mehmûd Ezîz derçûne û nêzîk ritm û mûzîka te ne?
Gelek hene, zêdeyî deh kesan hene, mîna Mistefa Xalid, Hisên Şakir , Ronî Can, Zubêr Salih, van kesan ji vê staylê hez kirin, lê tu kes nikare hestê yê dî bêje.
– Şîretek te ji Hunermendan re?
Ev hunermendên ku çûne Ewrupa min hêvî dikir ku neçûbana, çûbana Başûr çêtir bû.
– Tu çi şîretê li hunermendên ciwan dikî?
Li filiklorê xwe miqate bin, ritm û awazên wê neguherin, li kirasê wê ê Kurdî miqate bin, pêş bixin, mûzîka wê xweş bikin, cîhan ji filoklorê me didize, nabe em wî xerab bikin.
– Piştî pêncî salî ji huneriyê, we çi xelat wergirtine?
Min gelek wergirtibûn, lê mixabin dema mala min li Helebê çû, xelatên min jî pê re çûn. Tiştên tên bîra min yên Qelemname, Tîrêja Efrînê, Ciwanên Kurd, rêxistina Soz.
– Gotina dawî?
spas bo we, û hêviya serkeftinê dikim, û eger şaşî derbas bûbin, ez hêviya lêbûrînê dixwazi
Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara (34)an de hatiye weşandin