Luqman Silêman
– Ma gelo wan dizanîbûn ku heft gulle li Newroza çav şîn ketine..? Newroza heft salî çi ji jiyanê dizane û dikare çi bike ma gunihê wê çi ye.
– Şêrîn bezî bi rexê hewşê de bê ku li pêşiya xwe meyzênê, di wê bezê de li termê diya xwe hiltepilî û bi ser wê de ket…
– Azad ew şagirtê ciwan şiqê xwendina dîrokê li ber çemê Cirrnikê gulleyan damarên dilê wî ji hev xistin, tar û mar kirin, parçe parçe kirin, jê re kirin dîrok û jê re gotin wê temenê te ji yê kuşjerê te dirêjtir be.
Dema ku gulle berda yek ji wan ê Hemo jê re gotibû li ber deriyê hewşê be, xwe negirt ew jî tê li ber pencerê, ji lewma yê li ber pencerê bûne sê, yek li rexê çapê sekinîbû, yek li rexê rastê sekinîbû, yek di nîvê pencerê de sekinîbû.. yê ku li rexê çapê bû berê tivinga wî li kêleka rastê ya odê direşand gullê wî li qubala nivîna ketin nivîn anîn xwarê. Ew rêza gulla ya pêşî dema ku li nivîna ketin û nivîn bi ser Yûsiv de hatin, û gullek ji wan li lingê wî ket û ew birîndar bû.. yê ku li rexê rastê bû gullê wî bi hêla çepê ve çûn wî Hisên û Heybet dane ber devê tivingê. Lê piştî ku Necla hatibû odê ew jî li cem mêrê xwe rûniştibû. Dema ku gulle li Hisên ket Necla da xwe rebû da ku xwe bidê pêşiya Hisên lê gula Hemo beriya wê gihayê û di cihê wî de ew li erdê dirêj bû û Necla bi ser de ket. Ew bi gullê yê ji hêla rastê direşandin hatin kuştin û ji xwe yê ku ji nîvê şebakê direşand ew jî Remezan û Şikrî û Xoşnav kuştin.
Ebdo û Mûslum Yildîz û Hasan Akbaba û Mihemed Emîn yê ku jê re digotin Xoce û Mehmet Dursun ketin ber gullê yê li rasta pencerê sekinî bû. Li ser serê wan bû dû û dûman, bû qîr û qiyamet.. Qîreqîra pîreka zarzara zarokan li ezmanê heftan disekine, perdê ezmên diçirîne, tariyê dike ronahî, jiyanê li hev diqulpîne, lê mixabin kes nîne vî dengî bike! Şevek tarî, baran, bandev, xurxura ewra, şîqeşîqa belediya tevlî nalîna birîndaran dibe. Kes nema tiştekî ji kesî fam dike…. Destpêka şevê ye Cirrnikî hîn şiyar in yê ku tilfizyona wî heyî ew û zarokê xwe li dora wê rûniştî ne yê ku tilfizyona wî neye şîva xwe xwarine kar û bara xewê dikin, yan ji zarokê xwe re çîrokûçîvanokan dibêjin…Dengê gulleyan, qêrîna zarokan, hewara pîreka, zikê zimînê diçirînê goristanan dihejînin, giyanê mirovan li hev dixe.. Lê kes dengê wan nake, guhê mirovan hatiye girtin, çav nabînin, gundî kerr û lal bûne. Li ser serê wan bû dûman baran û bandev sefirnê xaniyan ji hev dike, gund li hev diqulipîne, ser dike bin û bin dike ser, lê careke dî kes wan nabîne. Dengê gulleyan erdê dihejîne zimîn li hev dikeve, baranê disekinîne, û xwînê destpê kir, ba sekinî, qêrîn û nalîna birîndaran destpê kir…
Zarokê bêguneh, ew teyrikê bihuştê, fîxanê dixwazin ji Xwedê, lê Xwedê kesî bi wan ve naşîne…. Zarok berê xwe didin baranê, ew jî kesî bi wan ve naşîne, berê xwe didin gundiyan lê Cirrnikî jî li dora sopê xwe rûniştîne û çîrok û çîvanokan ji hev re dibêjin kes bi wan ve nayê. Dergûş hilkişiyan çûn ezmanê heftan. Lê kesî guhdan li wan nekir, careka dî xwe berdan, hatin erdê ji xwe re gotin: wekhevî li ezmên jî nîne hemî wek hev in xuya dike ku xelkê li erdê û yê li ezmên li me bûne yek?
Li erdê golê xwînê, ne xwîn dipijiqe tevlî heriyê dibe. Hin xwe bi dîwarê xênî ve digre, lê xanî xwe li ber xwînê nagire hêdî hêdî xanî diherife… Newroz Keça Remezan e, heft salî ye, Newrozê şeş cejnê Newrozê dîtine, çimkî ew beriya şeş Newrozan çêbûye û di roja Newrozê de ji lewma navê wê kirine Newroz û roja Newrozê roja dayîkbûnawê ye…. Newroza heft salî wek kulîka serê Avdarê nû çavê xwe li jiyanê vekiriye, nû dibişkive wek gulokekê ye mirov dixwaze lê binêre û tim di destê mirov de be ken ji ser lêvê wê naçe.. zarokek bêguneh e ew nizane Kurdistan, Azadî, bindestî, Berxwedan, zindan, dijminatî, Welatperwerî, wekhevî, birçîbûn, çi ne? Ew li ser dengê gulla ji xewhilçenî lê ew nizane çi li malê çê dibe.. bang kire diya xwe yadê ev dengê çi ye ma ser sal hat, ma kanî qirdikê serê salê kanî çima we ji min re negot ez jî biçûma bi zarokan re? Lê tu pêjin ji diya wê nehat?! Newrozê careke dî bang kir yadê yadê ev çi gulle ne qey dawet e, ji min weye sersal e ma daweta kê ye?. Qey daweta birayê min Welat e? Yadê qey birayê min Welat kengî hatiye û we kengî jê re xwestiye ta ku we dawet jê re çêkiriye.
Dayîka birîndar zimanê xwe li dora devê xwe geran hingî devê wê ziwa bûye ta ku devê xwe hinekî şil kir da karibe baxive lê vegerand digot: Ev ne dawet e Newroza min, ev gulle ne têne me, ma tu nabînî dilopê xwînê bi ser te de tên xwar ka serê xwe rake? Newroz jê re got: Dayê ev ne xwîn e, çiqas zelal e min xwîna wisa nedîtiye ez dibêjim ew li ber çavê te wisa lê tê ka xweşik lê meyzêne ev baran e sor bûye, bi ser min de tê.. heger ku ev xwîn bê wê ev xwîna sor ya ku li nava odê dipijiqe û dîwar sor bûne ev ya ki ye û ji ku tê mane kes xuya nake..!?
Diya Newroz dibêje: Newroza min dengê xwe neke wê te bikujin, ez çûme ez hatim kuştin te haj ji xwe hebe da ku tu newê kuştin da te haj birayê xwe Merdesar ê di dergûşê de hebe. ev bêbext in dengê xwe hilnede werin te?
Newrozê dibêje: Dayê ma ew bi ziman ê me dizanin, ez dibêjim heger ku ew mirov jî bin ew bi ziman ê me nizanin. Dayê metirse ew nizanin ez çi ji te re dibêjim? Diya wê dibêje: Na keça min çawa nizanin mane ew jî weka me Kurd in û ji Serxetê ne.
Newroz dibêje: Na dayê heger ku ew jî weka me Kurd ban wê çima me gullebaran bikin. Ez bawer im ew ne Kurd in. dayê ma tu ji ku dizane ew Kurd in heger ku ew jî weke me Kurd bin wê çima me bikujin dayê, mame çi kiriye ka ji min re bêje?
Dayîka Newrozê nizane wê çi jê re bêjê ma sekinî, lê dimeyzîne, dî çawa laşê Newroza wê di xwînê de maye wek tu wê di goleka xwînê de hilîne. Newroz di nav xwînê de digevize, xwîna Newroz jî dipijiqe li zikê odê dikeve dibe dilop û bi ser serê dayîka wê de tê xwar. Dibe niçeniça dilopê xwîna Newrozê, xwe ber didin binê axê, axa ku hezarê sala ye ya bav û kalê me wan mêrxasê Kurd yên ku ev war parastine bi xwîna xwe. xwîna Newroz û Mêrdesar û Şêrîn tevlî xwîna wan bû.
Mêrdesar kurê Remezan yê herî piçûk e, ew hîn di dergûşê de ye bi destbendika xwe ya rengî dilîze, ew çend roje ku diya wî ew destbendika nû jê re çê kiriye ji hiriya mêşin xweşik hûnandiye rengîn kiriye. Diya wî jê re rengîn çê kiriye sê çar gulîvandik bi serê wê ve kirine, her gulîk ji rengekî ye, diya wî li nîvê eywanê ketiye lê hîn ew sax e çavê wê li kurê wê ye, li ser zik berê xwe da dergûşa Mêrdesarê ku parçeyek ji mêlakê wê ye,. kurê wê ye, piçûkê, ji xwe re gotibû ev zikê dawiye ez nema zaroka tînim bese ji min nayê… Diya wî kêferata dike, li ber xwe dide bi neperûşkê desta li ser zik ber bi kurê xwe diçe êşa birîna wê ji bîra wê çûye tenê çavê wê li kurê wê ye. Nizane ka wê xwe bi çi rengî bighînê Kurê xwe. Emîn ê birîna xwe jibîr kiriye, dixwaze xwe bighîne Mêrdesarê xwe careke dî wek carikê cara wî himbêz bike? Ji xwe re dibêje hema vê carê jî min Mêrdesarê xwe têr maç kirba beriya ez bimrim, ez wî têr bidim ber singa xwe, wî himbêz bikim ez bimrim jî ne xem e, ez têr lê binêrim ez ê çavê xwe jê têr bikim bêguman wê ev cara dawî be ku ez wî bibînim… Lê hingî gulle lê ketine ji noqê û pê de wek bêjingê lê hatiye. Emînê dike û nake giyanê wê li pey wê naye, agir bi kezeba wê ketiye dike hewar lê deng ji qirika wê der nakeve.. ji wê weye ku dengê wê li dawiya gundê Cirnikê disekineû kes pê ve nayê ji gulleyan pê ve. çi qas ew dengê xwe hildide hewqa gulle bihtir bi ser de dibarin. Ji xwe re dibêje hema vê carê jî ez Mêrdesarê xwe şîr bidim, vêga niha ew birçî ye min ji esrê ve şîr nedaye ez ê wî têr bidim ber singa xwe, ez wî têr maç bikim?
Mêrdesar li diya xwe dimeyzîne, dibeşişe, dibe gixegixa wî destê xwe davêje destbendika xwe li diya xwe dimeyzîne… agir bi kezeba Emînê dikeve çavê wê li Mêrdesar in, dixwaze bighê dergûşê û himbêz bike beriya ku gulle lê bikevin… Çavên Mêrdesar jî li diya wî ye, ji xwe re dibêje çima diya min îro guhê xwe nade min, ew nizane diya wî ya kezeb şewitî birîndar bûye, giyanê wê weka bêjingê lê hatiye û li pey wê naye. Mêrdesar nizane ev cara dawî ye ku çavê wî bi diya wî bikeve wê destê wî û diya wî ji hev bibe, Mêrdesar nizane ku wê ji wê şevê û pê de bimîne sêwî bê dê û bav wê koçber bibe û bi deriya bikeve. Dibe ku gelek destê xwe di ser serê wî re bibin û bêjin hey delal ev kurê Remezanê Kabreş e ne?Tiştê ku Mêrdesar dixwaze bigihe diya xwe û serê xwe deyne ser singa wê ya gerim balgihê herî nerim û di xew re here. Mêrdesar di dergûşa xwe de kêferatê dike dixwaze here cem diya xwe, lê dergûşa bi gulla ku ji heşê ve tê dide erdê.
Dema ku dergûş ket bi ser devê xwe de ket û Mêrdesar ma tê de girêdayî li ber xwe dide, di xwaze derkeve lê nikare hewildana dike kêferatê di dergûşê de dike, lê diya wîew baş girêdabû ji xwe heger ku diya wî bizanîba wê ev li pêşiya wan ba dibe ku wê bi carekî ew ji pêşiya şevê de girê nedaba. Kef û kincê di devê Emînê re avêtiye, lê hîn çavên wê vekirî ne li kurê xwe dimeyzîne. bi hêviye ku kurê wê xwe bighîne ser singa wê ya birîndar û li ser singa wê carek dî Mêrdesarê piçûk razê û ew jî bimîne giyanek bê can da ku bi dilek aram here pêşberî Xwedayê xwe.. Mêrdesar nizane ku agir bi hinavê diya wî ketiye hestîkê sax di giyanê wê de nemaye, gulleyan ew ji hev xistiye diya wî di xwînê de maye. Ziman nagere tenê bi çavan li dergûşa Mêrdesarê xwe dimeyzîne. Emînê di dlê xwe de çavê xwe li herdû zarokên Ebdo digerîne Kawa û Ferhad lê pêjna wa naye hêviya wê maye Mêrdesarê di dergûşê de girêdayî, ji xwe re dibêje: Gelo ma wê Mêrdesar jî bikujin, ma gunhê vî zarokî çi ye. Hingî Mêrdesar li ber xwe da destbendika wî vebû û dergûşa wî li hev qulipî, ew ji dergûşê pekî kete nava wê xwîna li odê rijiyayî ye, bihna xwînê kete pozê wî, bihnek ne xweş e. Ji rexekî bihna xwînê ji rexê dî bihna goştê mirova yê şewitî tevlî hev dibe û dikeve pozê Mêrdesar.Mêrdesar berê xwe da eywanê eywan hemû agir e, Mêrdesar bi çalepkan di nav wî agirî re derket û çû serê xwe danî ser singa dayîka xwe. Lê giyanekî hişk weke darekî, giyanekî cemidî liv jê çênabe, diya wî tu guhdanê li Mêrdesar nekir… piştî ku diya wî gihdan lê nekir wek yek ji xwe re bêje ev guh nade min.. Emînê nizane ku mêvanê wê Mêrdesar e û Mêrdesar jî nizane ku diya wî hatiye kuştin û gewdekî cemidî li wê erdê maye, ji lewma Mêrdesar serê xwe ji ser laşê wê rakir, Piştî dît ku diya wî tu guhdanê lê nake, wî jî dev jê berda…. Mêrdesar berê xwe da hewşê bê ku kes ji Serxetî wî bibîne çû kete (kozikê)pîneya Mirîşkan de û ji kuştinê dûr ket, lê zenda wî şewitî ji agirê ku bi xênî ketibû.. Ta îro jî ciyê wî agirî di destê Mêrdesar de xuya dike…
Şêrîn jî piçûk e li ser dengê gulleyan ji xew rabû behitî ma çavê xwe firkandin li dora xwe meyzand ji xwe re got: Ev çi ye..? ev çi xelk in li mala me. Şêrînê tiştek ji hev dernexist him ji xewa him ji tirsa hingî li dora xwe meyzand kes ji maliyê xwe nedît…Şêrîn cardî serê xwe danî lê li dora wê qîreqîre girî ye pêtê agir in, dû li odê dilîze zikê xênî şil e dengê gulla tê.. Xewa Şêrînê nehat xwe quliband ser vê kêlekê zimîn ji guhê wê tê dengê Mêrdesar nalîna Newroz wek ku ji bin balgihê wê tê.. Şêrînê xwe da ser kêleka dî cardî eynê deng hate wê, xwe da ser pişta xwe, çaxê ku wê xwe da ser pişta xwe hin xwîn pijiqî ser devrûyê wê bihna xwînê kete pozê wê de…Şêrîn careke dî da xwe li ser cihê xwe rûnişt, li dora xwe meyzan çavê xwe li gerand kes nedît ew bi xwe ji hiş û ziman ketiye tenê çav mane û bi vir de wirr de digerîne lê kes nas nekir, hêdîka da xwe rabû pişta xwe da dîwêr bi dîwêr ve hêdî hêdî qûneqûne Şêrîn çû li ber deriyê oda pîreka sekinî lê tirs û heyecan tevlî hev bûye, rondik ji çava bi ser dêmê wê yên nazik de tên dikevin devê wê de, devê wê şor dibe zimanê xwe li lêvê xwe dide wa talîsê, girî di gewriya wê de maye ne diçe û ne tê… Şêrîn çavê xwe digerîne lê tarî ye kesî nabîne, lingê xwe avête eywanê di ser pêpelûka derî re derbas bû bi dîwêr ve xwe da qurcika eywanê pişta xwe da dîwêr û sekinî… dengê girî û nalîn ji oda tê ji eywanê tê.. Şêrînê xwest xwe bighînê hewşê… ji dêvla ku ew here qurcika eywanê ya li ber deriyê eywanê da ku nêzîkî hewşê bibe çû qurcika Bakur ya li dawiya eywanê…Şêrîn ramiya ka ez ê çawe xwe bighînim hewşê, di wê kêlîka ku Şêrîndixwest herê hewşê beledî veda hewş bû ronî Şêrîn bezî bi rexê hewşê de bê ku li pêşiya xwe meyzênê, di wê bezê de li termê diya xwe hiltepilî û bi ser wê de ket… Dema ku bi ser diya xwe de ket nema zimanê wê geriya ji xwe ziman şikestibû lê dema ku bi ser wî gewdê tev bi xwîn de ket bi carekî ji dest hilanî ket… Destê xwe peland xwest nas bike ka ew çi ye mayî di bin wê de, zanî ku ew diya wê ye û nesax e.
Şêrîn qerem şikandî bû nema karî rabe ser xwe û ne jî deng jê çêbû… ne îro mirî ev dih roje Şêrîn mirî kef û kincê di devêwê re avêt çavê wê li hev qulibîn, piştî demekî hişê wê hate serê wê serê xwe rakir li dora xwe meyzand hîn ew girî û nalîn û dengê gula ji dora wê tê…. Şêrînê xwe di ber diya xwe re dirêj kir xiftanê diya xwe yê bi xwîn bi serê xwe de kir… Ji wê weye ku wê diya wê, wê biparêze ji gulleyan, her serê kêlîkî Şêrîn dibin guhkê xiftanê diya xwe re li dora xwe dimeyzîne hîn agir ji xênî diçe dengê gulleyan tê, ji hewşê, ji derê eywanê… Şêrîna xweşk dêna xwe da ciyê ku gulle jê tên.. dî wa hin gewdin lê ne di rengê mirovan dene û malê gulle baran dikin… Ew gewd di derê eywanê de sekinî ne, û hinê dî li ber pencerê ne, careka dî Şêrîna kezeb qetandî xiftanê diya xwe ya candayî girte serê xwe… Şêrîn wek nêriya nav avê diçe û tê ji ziman ketiye, zimanê wê di devê wê de wek qetek dar lêhatiye û nema girî jî jê tê, dibe şeqşeqa diranê wê li hev dikevin., wek belediya agir ji diranê wê diçin… Şêrîn ma di bin xiftanê diya xwe de li ber bihna xwîn û goştê şewitî û nalîna birînadaran….
Hedara wê li ber bêna xwînê nehat hêdîka bi dizî Şêrînê xwe ji bin kirasê diya xwe derxist qunxişkî xwe ji diya xwe dûr kir da xwe da ku here hewşê lê gullê hevalê Hemo Şêrînê li nîvê eywanê li hevqulibandin… Dema ku gulle li Şêrînê ketin di wê tariyê de ew kete di navbera du terman de û nema ew hate xuyakirin ji Serxetiya ve…. Lê birîna wê neya mirnê bû piştî demakî Şêrîn li ser dest û lepa xwe gihande diya xwe û careke dî xwe di bin xiftanê wê de veşart..
Li rexê dî yê Xetê, yanî li Serxetê lîlelîla pîreka ye, tîqetîqa kenê zaroka ye, ji hev re dibêjin tola bavê me hate hilanîn, hin dibêjin tola apê me, hin dibêjin tola xalê me. pîrek didin ber tilîliya keç û xort dikevin govendê û dîlanê digrin def û zirne li ber derê mala Silo lê dixin.. gumçikê yê zirnevan weka du şimamoka diwerimin ta ku ji yê li defê dixe kopalê xwe bilind dike û bi hêz li daholê dixe.. keyîf û şahi ye kes bi kesî nakeve dê li weledê xwe nabin xwedî. çend zilamê navser li çasera xênî ya rexê bakur pênc şeş berix li erdê dane wa serjê dikin. Pîrekek pişta wê di ber de bi dar bi rê ve diçe serê wê ji ber xwe de diheje dibêje: Tola Siloyê min nema li erdê di nava govendê re diçe û tê carekî berê xwe didê hewşê diçê oda xwe, sebetek darî kevin vekir buxçikek jê derxist anî li nîvê govendê vekir, cilê kurê xwe yê bi xwîn jê derxistin û şewitandin ji yê li dora xwe re got: Madem tola kurê min nema li erdê va ye hate hilanîn va min jî cilê wî şewitandin..?
Ma gelo wan zaroka dizanîbû ku tola Silo kuştina zarokên wek wan e, zarokên di pêçekê de, yê di dergûşê de.!? Ma wan zarokan dizanîbûn Şêrînê xwe di bin xiftanê diya xwe de yê bi xwîn veşartiye? Ya ku bi gulleya hatî kuştin dora wê hemû xwîn e û Şêrînê xwe di nav wê xwînê de ji ber Serxetiya veşartiye, bêhna xwînê li pozê wê dixe? Ma gelo wan dizanîbûn ku Mêrdesar ji dergûşa xwe ketiye û zenda wî şewitiye, ew zendên nazik li ser dest û piya çûye xwe di kozika Mirîşkan de veşartiye ji ber gulê Serxetiye.. ma ji xwe re ne digotin gunihê Mêrdesarê ji dergûşê bazdayî çi ye û wê ji bo çi ew zarok were kuştin û bi çi mafî bibe tola Silo.!? Ma gelo wan dizanîbûn ku heft gulle li Newroza çav şîn ketine..? Newroza heft salî çi ji jiyanê dizane û dikare çi bike ma gunihê wê çi ye.
Ma gelo zaroka dizanîbûn ku herdû zarokên Ebdo Ferhad û Kawa li ser sînga bavê xwe bi gullê Hemo û her pênc hevalê wî hatine kuştin. ma Kawa û Ferhad çi dizanin û dikarin çi bikin ji Serxetiya yan ji bin Xetiya..!?
Ma wan zaroka dizanîbû ku Newroz û Mêrdesar û Şêrîn mane sêwî û wê bi deriya bikevin wê koçber bibin. Ez bawer im wa zarokên li Serxetê ne dizanî ku ev heyfa Silo ye û heger ku zanîban wê heyfa Silo ev bin wê bigotana em vê heyfê naxwazin em li xwîna wî dibûrin.
Azad kurê Remezan e, şagirtê dibistanê ye, wê rojê li bajarê Qamişlo bi hin hevalên xwe re bi eşq li nava bajêr digeriyan tiqtiqa kenê wan bi ser bajêr diket, henek û laqirdî li hev dikirin, ji celdekî çûne celdekî hew dîtin ku li wa bû êvar tariyê xwe berda celdê bajêr roniyê jê bar kir celde bûne tarî êvarê destpê kir…
Azad ji hevalên xwe re got: Hevalno dem bû dereng ez ê herim mal rêya min herî ye û dûr e ka ez ê çawe bi çi halî xwe bighînim mal?. Hevalê wî Celal jê re got: Mane ev ne cara pêşî ye tu dimînî vî çaxê şevê lê tu bi ya min bike tê îşev li cem min bimîne û sibê em ê bi hev re herin dibistanê? Azad û Celal herdû bi hev re li taxa Enteriyê li yek dibêstanê bûn ji lewma Celal jê xwest ku pê re here wê şevê li mala wan bê û sibê bi hev re herin dibistanê.
Azad jê re got: Rast e ev ne cara pêşî ye ku ez dereng dimînim lê hingî ew heriya wa şova ne xweş e û xwe bi lingê mirove digre sola mirov ji lingê mirovderdikeve û potîna mi jî ne bi min re ye diniya jî tarî ye ka ez ê bi çi kulohalî bighim malê? Hûn ev e ku mala we li bajêr hûn bajarî ne û em gundî ne li xwe vegera got: Nalo ez heneka dikim heriya we jî wek ya me ye.
Lê wa carê ku ez dimam dereng diniya ne wek niha herî û baran bû min ji maliya re jî negotiye ji lewma ez nikarim bimînim gereke ez herim mal wê dilê wan bimîne li ser min. Celal kir û nekir ku Azad wê şevê bimîne li cem wî lê Azad ji ya xwe daneket jê re got: Na bi Xwedê ez ê herim mal û ji bazarê berê xwe dane rêya Enteriyê, bi hev re hatin ta diriyanaMiheta Kevin, Azad ji wan re got: Ez ê di vir re herim bi xatirê we ta siba em ê hev li dibistanê bibînin û ez ê ji we re bêjim ka ez bi çi halî gihame mal?
Careke dî Celal jê re got: de ka îşev were cem min ma tê vê heriyê here Cirrnikê çi.. bi Xwedê tu nema îşev dixwîne.. mane niha te digot: em gundî ne ma nexwe hûn zûjî dirazin. kuro bi ya min bike were çêtir e tu vê şevê bide nav wê heriyê bêgoman tê xwe pêxwas bike bi ya min bike.. em ê îşev li cem min bin û sibê em ê di vir re herin dibistanê? Herdû bi hev re li dibistana Elî Ibin Talib li Enteriyê dixwînin.
Azad got: na wele ez ê herim mal, min ji bavê xwe re negotiye, wê dilê wî bimîne reht. Azad berê xwe da mal piştî ku çend gava çû li hevalên xwe zîvirî ji wan re got: em ê sibê hev li dibistanê bibînin û ez ê ji we re bêjim ka wê îşev çi bi min re çê bibe. Hevalên wî jê re gotin: lê tê bi rastî ji me re bêje tu tiştekî ji me venaşêrî? Azad got: Yabo bi soza Xwedê ez tiştekî ji we venaşêrim… Û her yekî berê xwe da mala xwe. Mala Azad li Cirrnikê ye, wê çaxê navbera Qamişlo û Cirrnikê avayî kêm bûn, ji xwe turmbêl tunebûn. Azad peyatî di nav wê heriyê re berê xwe da mal, sola wî diwê heriyê de lê dibû bela, carnan ji lingê wî de diket carnan Azad wê li pey xwe dixirxirîne… Azad li çûna xwe ya bazarê poşman bû, lê nema poşmanî feyde dikir. Azad bi çi kul û halî xwe gihan de nêzîkî mal lê dengê gulleyan kete guhê wî, wî nekir tiştek ji xwe re got: Vê baranê û qaçaxçî, ev baranê jî di malê xwe de naseknin. çimkî gelek caran dengê gulleyan ji wê hêlê ve ji hêla Serxetê ve dengê gulê ku qaçaxçî û zêrevanê sînor diberdin hev tê. Ji ber ku ew der nêzîkî sînorê Serxetê ye qaçaxçî û eskerê sînor li hev diqewmînin.Hinekî sehwê Azad girt, da ku wê sehwê ji ser xwe rake da ber fîta û carna bi dengekî bilind stiran. Wî ji xwe re got: da ku ew sehwa wî jê here.. Lê piştî ku çend gavekî dî çû, ji xwe re got: Ma vê baranê û qaçaxçiya çi gotiye hev!? Lê wî cardî nekir tiştek. Azad giha ber deriyê hewşê sekinî li dora xwe meyizand nema dengê gulleyan tê ji xwe re got: Ka nema dengê gula tê? ev deng ji ku dihat…. Azad dêna xwe da mala xwe çira vemirandî ne li celdê nêrî dêna xwe da malê cîrana çirê wa hene.. Bû kutkuta dilê Azad wî cardî li dora xwe nihêrî tu bî pêjin ji Cirrnikê nayê gundekî kerr e bê pêjn e… Azad çû li ber derî sekinî destê xwe da derî û dehfan zêqênî ji derî hat ew veciniqî xwe bi şûn de vekişand gurmênî ji derî hat li dîwêr ket…
Azad di cihê xwe de ma sekinî wek mirov tenekek ava cemidî bi serê wî de bike ji ziman ket kêlîkî ma sekinî û hêdîka bi şûn de vegera.. Çû li çasera xênî sekinî li dora xwe nêrî tiştke nedît û tubî pêjin ji malê nayê cardî hate ber deriyê hewşê sekinî guhê xwe da ser malê lê tu pêjin ji hewşê nayê hewşeka ker e û lal e… hîn Azad wisa li ber derî sekiniye pêjin ji hewşê hat wek xelbexelbekî, lê wî ji hev nederxist ew çi deng in sehwê ew berda ji xwe re got: Va maliyê me li mal inwî jî hêdîka derî dehfda derbazî hewşê bû hewşek kerr e tariye kes li hewşê xuya nake.. hewşeke bi sehw e tubî pêjin ji hewşê nayê…!
Hewş wek goristanekî bê deng e, bêhna mirin ê ji hewşê tê….cardî bihna wî teng bû sehwê girt mûyên laşê wî bûne bist, xwêdanekî hûr avêt ser rûyê wî, leşê wî weka şitlek dara li ber keviya çemekî bak ji nişkî ve lê bixe wisa di cihê xwe de çû û hat, diniya li dora wî zîvirî ji xwe re got: Ev çi bimin hat..? Azad di nîvê hewşê de sekiniy e wek yekî kerr û lal di cihê xwe de maye çar çavî li dora xwe dimeyzêne. Himên û nalîna zarokan tê lê nizane ji ku ev himên û nalîn tê.
Azad çû diniyaka dî wek yekê bê hiş bê û şev lê geryabe nema zanê ew li ku maye hema li dora xwe dinêre… Ka ew Azadê beriya domekî di kutand û di stirand… ev ne ew Azad e ev yekî dî ye yekê lal e kerr e û kor e.. kêlîkî di nîvê hewşê de ma sekinî ji nişkî ve wek yekê ku ji xew şiyar be ji xwe re got: Ev ç içêbûye ev çi girî ye, qîjqîja zarokan ji ku tê.? di wê dema kin de sed tişt hatin bîra wî.. Diya wî, bavê wî Mêrdesarê piçûk delalê li ber dilê wî, Şêrîna piçûk, Newroz, gula Avdarê Şikrî, Ebdo, Welat, Enwer, Xoşnav, zarokên birê wî Ferdah, Kawa. Ka ev hemû bi ku de çûne… ka mêvanê wa ma qey ew jî çûne? Ma hemî hatine kuştin ev hina bi sermala me de girtiye, ramanek wî dibe yek wî tîne, ew di nav van xeyalan de ye… ji nişkî ve yekî tiving xiste serê wî de û jê pirsî tu kî yî, tu hatî çi, kê tu şandî..?
Devê Azad li hev herbilî nema zanî wê çi bêje got: Ez ez eeez ez Aza aza Azad Azad im, erê ez Azadê kurê kurêêê Remezan im, erê erê erê erê ez kurê Remezanê kabreş im, Remezanê kabreş, xwediyê malê, erê ez Azad im… Dema ku Azad wisa got: Yekê dî bang kir wî bernede, wî bikuje.! Ev gotin wek biroskê li eniyaAzad ket, wî ji nûv re zanî ku ew qîr û giriyê dihatin wî yê maliyê wî ne. Azad bi şûn de baz da, berê xwe da Qamişlo, lê gulle ji Azad bezatir bûn..
Azad ew şagirtê ciwan şiqê xwendina dîrokê li ber çemê Cirrnikê gulleyan damarên dilê wî ji hev xistin, tar û mar kirin, parçe parçe kirin, jê re kirin dîrok û jê re gotin wê temenê te ji yê kuşjerê te dirêjtir be… guhê xwe nede tivingê li milê wan ew firotîne ji mêj de… ew leşkerê di bin çekande ne.. Azad di nav wê heriyê de li erdê dirêj bû, lê Azad gelek kêferat kir bi dest û lepan di nav wê heriyê de kêferatê dike… dide xwe û dikeve li ser zik di nav wê heriyê de diçe, dide xwe dikeve, radibe, xwîn di dev û bêvila wî re tavêje, bi neperoşkê destê xwe bi wan kêstekan digre, dixwa ze xwe bigihîne ser rê. ji xwe re dibêje ez bighim rê wê hevalê min bi min ve werin yan wê hin di wire derkevin ji mihetê herin bajêr wê min bibînin. Azad berxwedanê li ser zikê xwe dike, lê Hemo û hevalên xwe dilê wan hînek nebûye ji pey Azadê ciwan venegeriyan, çûn ta ku gihanê, ew dane ber gulleyan…..
Ji hev re gotin: Va hate kuştin li malê vegerin beriya kes di van dera re derkeve.. Azad dengê wan dike dizanê ku ew çi ji hevre dibêjin.. ji xwe re got: va ew çûn ez ê bêxin hewar dibe ku hin bi min ve werin… piştî ku Azad zanî ew ji wî dûrketin xwest bêxê hewar lê xwîsiya wî di gewriya wî de ma kir ne kir deng jê çênebû… hingî dike hewar dengê wî ji diranê wî nabûr ê… Azadê birîndar demakî ma di wê rewşê de dî ku kes pêve nehat ji wî weye ku dengê wî li Mehmeqeya disekinê lê ji xwe kes pêve nayê. Azad bakir ta ku ew ji deng jî tek lê hîn çavê wî belin û li rêya hatina fîxanêyê ka belkî hin pêve werin wî ji vî halî derxin. çavê wî mane vekirî lê mixabin kes pêve nehat. Roja dî wek her roj Şagirtê dibistanê diçin dibistana xwe her yek li ser maseya xwe rûdinê, laqirdiya li hev dikin dibe tiqtiqa kenê wan e. beriya ku Mamoste were ev karê şagirta ye.. Ev pênûsa xwe ji dizî ve didê qemçika yê li pêşiya xwe û xwe dixe bin masê de da ku hevalê wî, wî nebîne. Kesî haj kesî nîne yê ku derbasî xolê dibe diçê ser masa xwe dirûnê yan li ber hevalê xwe disekinê ji xwe re bi hev şadibin… Hin bi henekî diçin ser masa hevalê xwe dirûnin ta ku hemû rûniştin. maseya Azad bi tenê ma vala?
Hevalê wî li hev dimeyzên in ji hev di pirsin…? ka Azad her yek ji yê dî re dibêje ez nizanim ji ber ku hîn kesî bi kuştarê nebihîstiye ku çi hatiye ser ê mala Kabreş. Çi kuştar ji wan çêkirne kes nizane ku Azad ji şevê dî ve li ber çemê Cirrnikê li wê çolê di nav wê heriyê de bûye mêvanên mişk û mara û nema Azad tê li ser wê masê dirûne. Azada çû giyanê wî hilkişiya jor.. Azad wê îsal sefê niha pêşkêş bike, wê herê cihekî xweştir û çêtir cihekî bê bextî lê neyî. cihekî bê zikreşî, ne zilm ne zor, ne eşkence, ne hesed, ne derew, ne dizî û xiyanet.
Cihekî her kes tê de wek hev e, têr feqîr tê de nîn in bindestî serdestî tê de nîne bê zindan bê polîs bê muxaberat bê raport e. ew nema Azad dibîn in lê wê temen ê Azad ji yê hina ji wan dirêj tir be.
Mamoste derbasî xolê bû Şagirta bi yek dengî dane xwe şipiya sekinîn.
Mamoste got: Roj baş.
Şagirta gotin: roj baş mamoste…
Mamosta ji wan re got: rûnin.
Şagirt rûniştin mamoste di pêşiya masan re çû û hat çavê wî bi masa Azad a vala ket… Behitî ma ji nehatina Azad çimkî Azad ne şagirtekê ser sare sisto pisto ye ew şagirtekî zîrek e jêhatî ye tu carî ji dibistanê namîne, ji lewma ew li ser masey a pêş daniye. Mamoste hinkî ma sekinî ji xwe re got: Dibe ku ewî nikarîbê were ji baranê hingî şevê dî baran bariya tevlî wisa Mamoste ji hevalê wî pirsî?! Kî dizanê çima Azad nehatiye..? Kesî deynekir çimkî kes nizane ku Azad ji diniyayê bar kiriye yan ew koçber bûye û koçberiya wî dirêj e, rêya çûn û nehatinê ye lê Azad ne bi dilê xwe dev ji hevalê xwe berdaye ji lewma xatir ji kesî nexwestiye.
Piştî kêlîkê ji wan re hate gotin: Azad hatiye kuştin ji nûv re hevalê wî pêve çûne lê xwezî neçûban û Azad di wê rewşa xerab de nedîtan. ji ber dema ku ew çûn di ser Azad re sekinîn û li meyizandin ew nas nekirin hingî wî kêferat kirbû xwîn û herî wek hev lê hatibû û ji hev nedihat cudakirin. Azad ji hev ketiye ew xortê ciwan heyfa wî ku bi wî rengî were kuştin. Hevalê wî li dora wî sekinîn wek xelekê û bi yek dengî gotin: bijî Azad û Azadî bimre bê bextî û xiyanet her bijî mirov û mirovatî.
Dema ku mal hate gullebarankirin û gulleya yekim li Yûsiv bavê Hemze ket û ew birîndar bû, pê re pê re cih nivîn ji qubalê dikevin, Yûsiv bavê Hemze xwe tavê je qubala nivîna de. Ji lewma ew teva dibîne, û dengê wan dike lê kes wî nabîne ne hevalên wî û nejî yên ji Serxetê hatîn, ji ber vê yekê çi tiştê ku li odê çêbûyî ew tevî bi çavê xwe di bînê û bi guhê xwe sehdike.
Necal li oda pîreka şipiya sekiniye cilê kar datînê cilê xewê li xwe dike kirasê xwe bi ser xwede aniye destekê xwe di zendike re kiriye destê dî hîn maye û bû xure xura gulle li hewşê li eywanê li oda zilama. Necla li derî da berê xwe da oda zilama xwe avête ser gewdê Hisên zavayê nû xwest xwe li wî bi pêçê, wî bi giyanê xwe ji gula bi parêzê. ew xiste di navbera xwe û dîwêr de û singa xwe da gula… Necla ji xwe re dibêjê wê gulle li min bikevin lê giyanê min derbasnakin bila ez herim lê wê delalê dilê min were parastin ji gula… Ji Hisên re got: bila ez werim kuştin lê gula xortan, Hisên ê min ê çav reş bimîn ê sax, hîn ew ji diniyayê têr nebûye û barê rêxistinekî li ser milê wî ye, dibe ku ew bi kêrî vî miletê perîşan were ji min bihtir.
Lê Hisên xwest wê ji pêşiya xwe rakê û wê bidê pişt xwe û xwe jê re bike mertal dibe ku gulle giyanê wî derbasnekin.. da ku Necla û zaroka di zikê wê de sax bimînin û peyama me bighînin bine cihê. lê gulê ku ji şebakê û bi xezeb tên beriya Hisên Necla ji pêşiya wî dane alî û mirênî ji Hisên û Necla hat weka du Çiya herdû hatin xwarê bi ser hevde ketin.. Lê hîn can li wan maye Necla di xwazê ku cardî Hisên di bin xwe de veşêrê lê giyanê Necla ji qirikê pêde na livê, bazinêpişta wê bûye xirxal, destê xwe li Hisên di pelînê lê mixabin delalê dilê wê candaye… Necla destê xwe kire di bin ser ê wî de û bi çi halî xwe qulban de ser gewdê wî û wê jî can da.
Li rexê diyê odê dengê xostekî tê bi ser birîna xwe de avê dixwze, bang dike av ji bo Xwedê av, ez ji tihna fetisîm, yek ji we peşkek av bidê min… Devê wî ziwa bûye ziman ê wî pûç bûye, di devê wîde bi şikefta devê wî ve maye, xwîsî di qireka wî de ma ye.. xwêdaneka hûr avêtiye ser eniya wî weka aveka cemidî bi giyanê wî de tê bang dike: Avê, avê, ji bo Xwedê avê, û dengê wî hêdî hêdî kêm dibe ta ku deng namîne. tihna wî naşke..bi çavê xwe avê ji hevalên xwe dixwazê …Xortê ciwan yê çav reş tî çû ser dilovaniya Xwedê bê ku kes ji hevalê wî karibin peşkek av bidinê bi ser birîna wî de dibe ku birîna wî hinekî hînik bûba….
Pazde bîst gulle li sopê ketin ji ber ku sope di nîvê odê de bû çaxê ku Kemalê ser xweş û heval xwe li ber pencerê sekinîn û berê wan mîratê rişaşa da odê û destê xwe danî ser dilikê wê agir mitirekî ji devê wê çû xezeb di devê wêre derdiket sope û serikê sopê weka bêjingê lêhatin ew berûyê ku Remezan danîbûn ser sopê li xênî bela wela bûn.. hin ji wa gulle li nîvê wê ketibûn ew kirbû di parçe wek ku mirov bi kêrê wa di nîvîr e bixê diqet..
hinê dî gulle li keviyê wan ketibûn. lê ya ku serî li wa gerand mazota deboyê rija, agir girte cilika, û ode tev de bû agir.
Çaxê ku bi ser malê de girtin wê çaxê Remezan li ber dîwarê başûr li ber şebakê rûniştîbû pişta wî li dîwêr bû berê wî li bakur bû ê çaxê ku Kemalê Ser xweş hevalê xwe gulle bi wê xezeba ha di pencerê re liodê reşandin pişta Remazan weka moxilê lêhat bi ser devde ket. ji ber ku pişta wî li hewşê bû..
Şikrî li ber deriyê odê ye yê ku diçû ser eywanê rûniştî bû. Bakire Xoşnav jê re got: îro roja mêraniyê ye ka tivinga min bighîne destê min? Tevlî ku Xoşnav piçûk bû lê çavê wî ji gula nedişkest. Wê kêlîkê Xoşnav li cem diya xwe bû.. Dema ku Şikrî ev gotin jê re got: wî da xwe tiving ji nav nivîna derxist… Û lib bire ber xwe avête eywanê da ku herê oda dî tivingê bighînê destê Şikrî…. lê çaxê ku pişta wî kete deriyê eywanê ji şûn ve gulle wek taviya teyrokê bi ser de barîn Xoşnav bi ser devê xwe de kete erdê…
Ketina ku Xoşnav ketî bi ser Mûslum Yildiz de ket. Mûûlum Yildiz jî bi dengê gulare xwestibû ji odê derkevê û li ser pêpeloka deriyê eywanê bi ser devê xwe de ketibû… Ji noqê û pê de mabû di odê de ser ê wî û milê wî ketibûn eywanê. ji lewma nema derî dihate girtin û nejî dihate vekirin.
Xoşnav cêhil e xwîna wî germ e da xwe rabû berê xwe da hewşê lê ew di deriyê eywanê de ket. Piraniya gewdê wî derkete hewşê û lingê wî ji kabokê pê de mane di eywanê de xwîn ji Xoşnavê ciwan herikî tevlî baranê bû, baran ji Xwedê û xwîn ji Xoşnav ji destpêka êvarê ta berê sibehê Xoşnav kêferata mirin ê kiriye. Heger ku hin bigihanê wê Xoşnav nemirba… Kemalê Ser xsweş û hevalê xwe li ber Xoşnav re diçûn û di hatin didîtin ku ew çawe kêferata mirnê dike wa dizanî ew Sêkeratê mirin ê dike ji lewma jî ji xwe re gotin ne hêjaye ku em gulleka dî bikin xusar ji ber yê mirnê ye. ew dizan in Xoşnav yê mirnêye ji lewma nema kuhdanê lê dikin… Îşê xwe jê nayîn in dibêjin bila ew di wî halîdebê ta ku ew bi xwe bimrê. Beriya ku Kemalê Ser xweş û hevalê xwe derbasî hewşê bi bin. Kemalo ji wan re gotiye: binêrin yê ku we dî birina wî ya mirnê ye jê bigerin di halêwîde bila ew bi ezab bimrê wî zû rehet nekin… bila kêferata bike bila mirnê bi xwazê û mirin bi dest wî nekevê….
Gulle li qirka Xoşnav ketine zengelor vebûye deng nemaye nema hilma wî di devê wîre diçê û tê… Xwîn û kef û gilîz û hilma wî tevlî hev dibin di zengelorê re derdikevin. lê hişê wî li serê wiye bi çavê xwe wa dihijmêrê di xwazê ku wa nasbike û wê neyên wan di mejiyê wî de were çêkirin…Çimkî ew ji xwe re dibêjê ez namirim ez ê bimînim da ku ez bibim şahid li ser vê kuştara bi hemar.. Xoşnav badike lê kes dengê wî nakê ji wî weye ku ew ji xwe guhê xwe nadinê.. Ji wan re dibêjê ma ev mêraniyê ku hûn dikin ev bêbextiye ev pîsatiye ev karê dijmin e ev nekarê Kurda ye ka ev kî dijminî hûn kirîne û hûn şandine. heger ku hûn wisa mêrin gerek hûn wek mêra hatiban ne wek pîreka bi ser mêra de digrin.
Yek ji hevalê Kemalo ji eywanê derdikevê da ku xwe bidê ber pencera oda pîreka, Xoşnav destê xwe avê te lingê wî… Lê wî nemirovî ta ku Xwedê hêz dayê lingê xwe li depê singa Xoşnavê birîn da. Ew ji ser zik qulban de ser piştê, û hişte ji mirineka hêdî hêdî re, mirina bi kefteleft. Xoşnav sêkeratê mirinê dike canê wî tê lê nizanê wê di kure derkevê di qula zengelora wîre yan di devê wîre.. gewriya Xoşnav tijî kef û kinc bûye xîze xîzek bi ser ketiye… dike nakê ew kef û kinc ne diçê û netê çavê wî li hev di qulibin dest û lingê xwe li erdê dixe xwîn û herî tevlî hev dibê bi ser ser ê wî dikevê… Xoşnav ê birîndar ma li ber wê baranê sir û sermê xwîn jê diherikê. Li berê sibihê Miliyaketê Xwedê yekê bênav û bê reng hat di ser wî re sekinî û ew canê wî ji giyanê wî kişand lê ne di qirkawî re û nejî di devê wî re di serê tiliya lingê wiyê çepê re û hildane jorê birin cem birayê wî Azad..
Hasan Akbaba xortekî nûhatî ye, li ser xwe ye, Serxetî ye, di Çiya de mezin bûye, ava Çiya yê Kurdistan ê vexwariye li Zozana maye bi bedena xwe deh xort nikarine wî… Roja ku ew tevlî refê partiyê bûye canê xwe kiriye qurban ji Welatê xwe re. Sî gulle di kêlîka pêşîde li Hasan Akbaba ketin rûviyê wî hemî li pêşiya wî kom bûn. gewdê wî ji het ket weka ku mirov bikere bi kêrê ji hev bixê.
Heybet jî sêzde gulle lê ketin û ma di bin gewda de ji wî weye ku ew miriye. li ser ser ê Heybet wek roja reş lê hatiye, li xwar agir e.
Ji Kemalê Ser xweş û hevalê wî weye çi kesê ku di xênîde bûn tev hatine kuştin lê da ku dilê xwe bêxin di cîde. ji hevalekîr e got: de hesteyê xwe pêbixe û li odê bi gere ka hîn kesê sax maye? Tirkênî ji dil ê Heybet û Yûsiv hat her yekî ji xwe re got: wê nûka min temam bikin. Heybet û Yûsiv bi hev nizanin ku ew hîn saxin. Heybet destê xwe di wê tariyê de li dora xwe pelan, destê wî kete ser termekî ji hevalên wî.. Heybet li bayê bezê ew terim jî bi ser xwe de quliban.. ew nizan ê ku ew termê kiye lê xwest ku xwe dibin de veşêrê.. terim bi xwe yê kur ê Remezan ê Kabreşe terim bi xwe şewitiye minrov nizanê ka ew kiye..
Heybet di bin term de recfek kete hinavê wiyê ji hev ketî û pêre pêre xwêdanekî hûr wek ya mirnê avête ser rûyê wî..
Yûsiv bavê Hemze jî di qubala cila de xwe veşartiye. Çaxê ku Kemalo ji hevalê xwe re got: hestê xwe pêbixe here odê li nav terma bigere ka hinê sax mane? heger ku te hinê sax dîtin em nikarin li benda mirna wan binhema gullekî di nav bera herdû çavê wan bi peqîne da ku em herin niha li benda mene derenge.
Çaxê ku wî ev gotin ji devê Kemalo sehkir Yûsiv bavê Hemze Kemalo nasdike ji xwe re got: bi sê navê Xwedê nûka wê min bi bînin nizanê ku hevalê wî kî hatiye kuştin û kî maye sax. Yûsiv di bêjê di vê demê de dengê gullena ji derveyî hewşê hat û di bere jî sixêf kirin. Çaxê ku ev denga hat.. Kemalo ji Mihemed Emîn û hevalê xwe yê dîre got: ne çin odê em ê herin beriya ku kes bi ser mede bigrin? Dema ku Kemalo ji hevalê xwe re got: heydê bidin pey min û ji hewşê derketin.