Zaniyarên rîdarê dibêjin:”rîdarî zanista rêvebirina civakê ye”.
“Ji hêla rêjîmê û çi ji hêla rikeberiyê û her pirsgirêka kurdî ne li hote û ne li bote û ev jî hesanî tê xwendin gava şandeya danûsitandinê ji 32 kesan be û tenê yek Kurd be û ew yek jî weke serbixwe be!.. Herhawî kongirê Riyadê cihê şermê, fediyê, û rexnê bû, û ne li gor awat û pêşbîniyên çavnêrên Kurdan bû”.
Em nema dizanin ka ev gotin gotineke asa ye, yan pende yanjî dem borîneke da hem welatiyên civakên welatan xwe pê jibîr bikin? Em karin vê tiştê jêr kin ser qeyrana sûriyê lê berî hûrbînî û hûrguliyê pêwîst e em biramin bi lêkolînekê bi tayên fireh û serast, li perensîbekî çareseriyê bigerin jiber ku ji zû de jiyana me wekû miletê Sûriyê bi giştî û wekû Kurd bi taybet dewlemend e bi empîrîzmên têkçûye, ji despêka kêşeyê ta niha kurd û sûdwergirtin ji hev dûr in û sedema vê yekê divegere li ne yekrêziya tevgera kurdî û ez tekez dikim nekarîna yekrêziyê ji binyadê û ew jî divegere li alîgiriya hêlên tevgera kurdî ji zîlan û alîgiriyên cuda re, hin bi xuyabûn û hin nixumandî dibin cilikê de, helbet vê yekê jî sî veda liser doza kurdî li Sûriya birîndar de û nehişt ku çirûskên çareserkirinê vedin, û heger tu biniminînî tu dikarî di riya encaman re, weke kongir û hevdîtinên hêlên rikeberiya Sûrî ji bo nêzîkbûna nerîn û helwestan derbarê qeyranê de.
Bê guman ew jî li bîra me ne da asoyeke zelal bo siberoja Sûriyê mîna belgeya imzekirî di navbera hemahengiya rikbera Sûrî û Encûmena Niştimaniya Kurdî de û ji encamên wê venasîn bi neteweya kurdî hat kirin, di çarçoveya yekirina nerînan û gurbizan de lê mixabin destwerdana hin aliyên ji dervî Sûrî pirsgirêk aloztir kir û cîder jê re nehiştin ji bilî hêviyeke piçûk weke qula derziyekê hûr, loma rikeberî jî neçar ma ku ser maseya danûsitandinan danîşe hamberî rêjîmê da welat wêrantir nebe ji kiryarên rêjîmê, ji kuştin, koçberkirin, dorpêçkirin, binçavkirin û sirgonkirinê û gelek kiryarên din ên tund, em karin bêjin kongirê Riyadê weke embolansekê bû û hem qurtalkirin bû, herweha dibêtiya qurtalkirina tişta mayî û parastina ava rû. Lê haho ku milmilanî li vê radeyê raweste çimkî her yek ji hêlan ben biser aliyê xwe de dikişîne çi ji hêla rêjîmê û çi ji hêlarikeberiyê û her pirsgirêka kurdî ne li hote û ne li bote û ev jî hesanî tê xwendin gava şandeya danûsitandinê ji 32 kesan be û tenê yek kurd be û ew yek jî weke serbixwe be ! Helbet wê ev yek ne cihê piştrastiyê be di cadeya kurdî de, qaşo kongir ji gelemperiya rikeberiya Sûrî pêk dihat, dibe ku cureyek ji rêkeftinan pê were di navbera herdu hêlên veguhêz de lê ez nabînim ku ewe ya durist û çareser ji aliyekî ve nebeşdariya hemû hêlên rikeberiya rasteqîn û ji aliyê din ve fişara êrîşên ezmanî yên Rûsî li ser beşekî mezin ji Artêşa Azad bi armenca desxwehirkirina opezisyonê û em jibîr nekin hêzên Şî’î ji Iraqê û Îranê li ser zemînê tevlî yekîneyên Hesen Nesrela yên “Hizbulah” û vê dawiyê bordûmankirina naveda Ceyş Elislam li Şamê ku di encamê de rêberê wê Zehran Elûş tê de hat kuştin û ev tevlîheviyên han wê bibin astengeke mezin li pêş çareserkirina qeyranê bi vî şêweyî nemaze doza miletê Kurd sereke ye û nadarkirina heyîna kurdan wê bi encamên nerênî li danûstandinan vegere jiber ku mafê kurdan ên ji hezarên salan ve li ser xaka welatê xwe dijîn divê pêkwere heger opezisiyon bi qasî dana peymanan be li gorî Cinêv yek û Qahîra herhawîkongirê Riyadê cihê şermê û fediyê û rexnê bû û ne ligor awat ûpêşbîniyên çavnêrên kurdan bû .
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (34)an de hatiye weşandin