Sîrwan H. Berko
Di kongirên li ser ragihandinê yên navneteweyî de, li gel mezintirîn dezgehên azadiya ragihandin û derbirînê, û herweha di hevpeyvînên me de li gel rojnamevanên ji seranserî cîhanê, em tim dibêjin ku herêma Birêveberiya Xweser a Demoqratîk li Cezîrê baştirîn devera li Sûriyê ye ji bo xebata di warê ragihandinê de.
Li devera me ta niha ne rojnamevan hatine kuştin, ne jî rojnamevanek hatiye revandin, wek ku li deverên din ên li Sûriyê pêk tê. Gelek dezgehên ragihandinê li devera me kar dikin. Rojnamevanên ji seranserî cîhanê bi serbestî tên vir karê xwe dikin û vedigerin. Rast e, rewşa heyî ne li gor rewşa li deverên din ên cîhanê ye, ku aramî li wan deveran peyda dibe. Lê azadiya ragihandinê li devera me ta radeyeke mezin heye. Ev yek me serbilind dike.
Ev azadî dive bê parastin, dive bê xurtkirin. Ji ber vê yekê pêdiviya me bi mercên eşkere yên kar heye, ku maf û erkên rojnamevanan eşkere dikin. Qanûna ragihandinê ya nû li Kantona Cezîrê ne ew çareserî ye ku hemû kes li bende bûn. Naveroka vê qanûnê eşkere dike, ku desthilat dixwaze bêhna rojnamevanan biçikîne, li bendî wan û behaneyekê be ji bo wan ceza bike, dengê wan bibire, ger bixwaze. Mirov hest dike ku ev qanûn rêbaza hundirîn a partiyeke siyasî ye. Ev qanûn gaveke mezin ber bi paş ve ye.
Li cîhana pêşketî qanûnên ragihandinê tune ne. Li wan deveran mîsaqên rojnamevanî hene. Rojnamevan û saziyên wan bi xwe li ser bendên mîsaqê li hev dikin. Mîsaq mîna qanûneke ne hikûmî ye, ku erk û mafên rojnamevanan tê de destnîşan dikin. Ji azadiya derbirînê bigir, ta bi rêzgirtina li mafên şexsî yên welatiyan. Ji mafê xebata bê tirs, ta bi qedexekirina tundûtujiyê û belavkirina kîn û regezperestiyê di nav pêkatiyên civakê de. Ev ne ji desthilatê tê xwestin.
Pêdivî ye ku desthilat nêzîkî karê ragihandinê nebe. Ji desthilatê tê xwestin ku zemîna karê alavên ragihandinê destnîşan bike, çi dayina ruxsetan be, an jî misogerkirina parastina rojnamevanan ji danûstandina keyfî. Rojnamevan, mîna her welatiyekî din, divê li pêşiya dadgehên medenî li gor qanûnên medenî bê dadgehkirin, ger ew mafan binpê bike. Ne li gor qanûnek taybet ji bo ragihandinê.
Ez li vir bang li Birêvebiriya Xweser dikim ku qanûna ragihandinê ya nû rawestîne, û alîkariya rojnamevanan û saziyên wan bike ku li ser qanûneke nû û mîsaqeke ji bo xebata rojnamevanî bixebitin. Ev yek wê bibe nimûne ji bo seranserî Sûriyê.
Girtina rojnamevanan xaleke din e ku divê bê rawestandin. Zindan ne ji bo rojnamevanan in, zindan ji bo tawankaran in. Zindankirin bêyî biryara dadgeheke medenî ya dadmend mafê mirovan binpê dike. Ev yek ziyaneke mezin digihîne Birêvebiriya Xweser û ezmûna wê. Ev yek ziyanê digihîne me tevan, em xelkên deverê. Ev danûstandina ne qanûnî bi rojnamevanan re ji aliyê Asayîşan ve herweha ziyanê digihîne hewildanên berdewam ên rêxistinên civaka medenî di beşdarbûna di pêşxistina devera me de. Ev yek herweha astengiyan çêdike li pêşiya hewildanên civaka medenî ji bo rakirina hacizên piştguhkirina navneteweyî ji devera me re. Dezgehên navneteweyî tedbîrên dezgehên ewlekariyê û leşkerî yên Birêveberiya Xweser wek behane ji bo piştguhkirina devera me bi kar tînin.
YPG û YPJ û hevalbendên wan roj bi roj destkevtiyên mezin li dijî terorê bi dest dixin. Ev serbilindiyek e bo me. Lê ew tenê têrê nakin, ger em bi hev re li ser misogerkirina azadiyên giştî û avakirina dezgehên medenî kar nekin. Ev dezgeh divê li ser bingeha azadiyan û mafên mirovan ava bibin. Ev dezgehên medenî gerek muhasebat her kesî bikin, çi welatî be, rojnamevan be, yan karmendên Birêveberiya Xweser bin, ên ku mafan binpê dikin.
Dubare dikim: Em pê serbilind in ku devera me li Sûriyê ya herî baş û ewle ye ji bo rojnamevanan. Lê divê em vê destkevtiyê biparêzin, bihêlin ku ev dever tim û tim li pêş be. Pêdiviya me bi diyaloga di navbera desthilatê û rojnamevanan û dezgehên ragihandinê heye. Pêdivî ye em bi hev re li ser kar bikin ku her yek bi baştirîn şêwe karê xwe bike, bi baştirîn şêwe erkên xwe pêk bînin. Divê her aliyek rêzê li karê aliyê din bigire. Tenê ku her yek karê xwe bike, em ê karibin bihêlin ku devera me bimîne nimûne ji bo tevaya Sûriyê.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (34)an de hatiye weşandin