Piştî guhertina terazûyên hêza dewletî û cîgirtina terazûbûna nû li ser asta cîhanî, bandora xwe bi şêweyekî zindî û yekser li ser guhertina terazûyên herêmî dike, û ev guhertin rave û şirove dike nêzîkbûna çareseriya siyasî bo kirîza sûriyê.
Lewra tu dibînî heydane daketiye li nav hemî aliyên ku têkiliya wan bi pirsgirêka sûriyê re heye.
– Belkî yek bipirse gelo; çima ev hemî hêzên dewletî, herêmî, hindirî, ev çendî xwe dipelixînin û destwerdanê dikin, ji bo xwe nêzîk rewşa sûriyê bikin ?..
bi hesanî û sanayî, ji ber ku rewşa Sûriyê sînorên têkilyê di navbera rêcîmê û hevrikên xwe de derbas kiriye û bûye pirsgirêkek cîhanî bi sedema ku spebûna çalakiya terorê û berzbûna faşîzma nû di kirasê Daiş û hempayên wê de .
– Ji bo vê yekê, û ji ber ku di her gelce û gorepana şer de, hêza serkeftî heye, lewra hêza ku dibîne berjewendiyên wê dikevin zirarê de, hemî hêz û hêrzên xwe dicivîne bo bergêriya xwe bike.
Lewra çalakiyeke siyasî yî astebilind û bilez tête dîtin, ji civînên cûr bi cûr, ta bi kongirên têvel, ji civînên Mosko ta bi kongirê qahîra, ta bi civînên Viyêna û biryarên girin, ta bi kongirê Riyad û li pey wî biryara encumana dewletî xwedî nemra -2254 –
– Veger li destpêka nivîsê ez dikarim bibêjim ;hewildanên bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê bi şêweyekî ji dil bi pêş de diçin tevî ku wê li dij vê pêvajoyê jî melav û hewildanên ragirtin û bibinxistinê berdewam bin, çi ji hindirê rêcîmê û çi ji dervî wê, lê ev hewildan wê nikaribin şepêla çareseriyê rawestînin.. çima?
– Yek jê; ji ber ku rêcîmê hemî hokar û binemayên berdewamiyê yên babetî û jîwarî ji dest xistine û hew kare bi awayê berê berdewam bike ji hemî hêlan ve.
– Ya diwemîn; hêzên herêmî û dewletên derdoran rewşa wan di kûrahiyan de, ne bi gelekî ji ya sûriyê çêtir e, û wê nikaribin di radeyeke dirêj de di gelc û birisandinê de dom bikin.
– Tiştê ku qewimî li vê herêmê, û nav lê hate kirin bihara Erebî, ew bi xwe ji vê derbirînê ferehtir e, ji ber ku di naxan de hokarên guhertineke bingehîn hatine pijandin, bi sedema peresendina hêza berhemkar û dijberiya wê bi têkiliyên berhemhînanê re li gor derbirîna Markis.
– Lewra em di ferewaniyeke siyasîyî nû de dijîn, bi hemî amojedanan, û ev tevgera gelêrî ya şoreşgêrî, di vê rewşa şoreşgerî de, li tu qûnaxan nahêwire ta armancên xwe bidest nexîne.
– Me got çareseriya kirîza Sûriyê li ser kab û lingan nêzîk dibe, lê ev çare yekemî ye, beşî ye wê ne binkokî û berfereh be, lewra qûnaxa bêt, gelek rasipêr û karên girin – girîngaran-li ber me datîne.
1- Li ser asta Sûriyê, pêwist e hemî hêzên netewî û dîmokratî hev bigirin û pirojeyeke siyasî, civakî ,abûrî, û çandeyî deynin û xwe amade bikin ji berberiya nû re, ji ber ku pevçûna rasteqînî hîna destpê nekiriye ji alîkî ve û ji aliyên din ve ji ber ku bobelat û karîsata Sûriyê gelek mezin û kûr e, tekoşîneke herî bi coş û hêz û berfereh û dûrdem dixwaze .
2- Li ser asta kurdî, yekîtiya hêza kurdî pêwistiya wê ji hemî deman bêtir e, û civandina hemî şên û karînan di vê derfetê de.
Û ji bo ku ev yekîtî çê bibe, pêwist e serxwebûna biryara tevgera kurdî ji aliyên kurdî yên Kurdistanî ve, bi taybetî ji Qendîl û Hewlêr, û ev nayê bi wateya birîna têkiliyan û nepejirandina alîkariya siyasî ji van aliyên xwedî imkan, lê çima serxwebûna biryarê? ji ber her aliyek ji herdiwan rewşa wê taybet e, pabendiyên wê hene, berjewendiyên wê hene ,û ev berjewendî ji hev têvelin û carnan jî dijber in.
Ev derfeteke dîrokî ye tim dûbare nabe. Hokar û mercên ku rewşa wisa çê dikin tim pêrgî hev nabin.
28/12/2015.z
–
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (34)an de hatiye weşandin