Taybet – Bûyerpress
Hemza Hemkê – Di her du rojên dawî de Cizîra Botan “Bakurê Kurdistan” mişextiyek bi giştî ji ber bumbebarankirina berdewam ji hêla Artêş Tirkî ve pêk hat, artêşa ku ev bîst roj dorpêçkirineke asê li ser bajêr dimeşîne.
Jêdereke taybet ji hindirê bajarê Cizîra Botan ji malpera rojnameya Bûyerpress re tekez kir ku bi hezaran û piraniya wan ji sivîlan e, çi pîrekal, jin, û zarok ber bi gundên derdorê de mişext bûne, ta li ewlehiyê bigerin û ji dorpêçkirin û êrîşan birevin.
Jêderê diyar kir” Sê tax hene ku bihêztirîn bumbebarankirin bi ser de ye, û 80% ji xelkên Cizîrê lê bi cî dibin, ew jî taxa Nûr, Cûdî, û Yafis e, û her sê tax ji xelkê vala bûne”.
Jêderê wisa berdewam kir:” Artêşa Tirkî li derdorê van taxan terkîz dibe, û ta niha endamên wan nekarîbûn derbas bibin nav malan, ji ber mayînên ku di riyan de çandî ne”.
Jêderê tekez kir ku hejmara qurbaniyan ta îroj îniyê 1/1/2016an gihişt bîst û heyşt kesan jiyana xwe ji dest dan, pîrekal û zarokên biçûk jî di nav wan de hene, û gelek birîndar li nexweşxaneyan hene, lê derfeta lêpirsîna derbarê rewşa wan tune ye ji ber pêrabûnên ewlehiyê ku hatine ferzkirin. Jêderê lîsteyek bi navê qurbaniyan ji malpera Bûyerpress re eşkere kir:
Taxa Cûdî:
1- Hediya şan 20 sal
2- Doxan Eslan 22 sal
3- Selahidîn Bozkurt 70sal
4 – Zeyneb Yilmaz 40 sal
5- Emîna Doman 77 sal
6- Litfo Akso 25 sal
7 – Mihemed Sacan 40 sal
8 – Ferdy Klakan 20 sal
Taxa Sor:
1- Ibrahîm Akhan 15 sal.
2 – Yilmaz Azer 42 sal
3 – Dîkran Sayan 25 sal
4 – Remedan Incî
5 – Maral Incî 3 heyv
Taxa Nûr:
1 – Doxan Işcî 32 sal
2- Mihemed Tikîn 25 sal
3 – Ezîma Eşan 50 sal
Taxa Yafis:
1 – Ebdilmecîd Yanik 24 sal
2 – Hecî Ozdal 25 sal.
Taxa Galî:
1 – Cahida Cakil