Di şeva “Yilda”de û piştî 1437 salan, peyrewên Ola Zeredeştî dikarîbûn Perestgehekê ji xwe re li Herêma Kurdistanê vekin.
Li gor yasaya (5)an a sala 2015an ku ji hêla Perlemanê Kuristanê derçûye, Ola Zeredeştî yek ji olên fermî li Herêma Kuristanê ye, û erêkirinek fermî bo avakirina perestgehan bo lidarxistina nimêj û karên xwe yên olî, û ji hêla xwe ve Wezareta Ewqaf û Karubarên Olî nûnerê xwe ji bo vekirinê şandibû.
Di rojên dawî de deh xort û keçan ji peyrewên Ola Zeredeştî rêûresmên zewca xwe li herêma Kurditanê lidar xistin, û li gor zanyariyan xortek ji wan ji ola Islamê bû, û malbata wî amade nebûbû.