Taybet- Bûyerpress
Miş`el Osman – Hesekê . Di roja pêncşemê de 17-12-2015 an, û Bi helkeftina roja ala kurdî, Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava, semînerek ji Folklornas û helbestvanê hêja Salihê Heydo re lidarxistin, despêkê kesên amade kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û pakrewanên şoreşa Sûrî rawestiyan, di pê re mamosta Ciwan gotina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava xwend, di pê re mamosta Salihê Heydo li ser dîroka ala kurdî axivê, di pê re hunermend Masûm Şikakî û Umer Şiblî beşdar bûn bi çend strana li ser alê, û şanoyek li ser alê hate pêşkêşkirin û di dawîyê de, daxwiyaniya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – rojava û ala rengîn hate belavkirin.
Derbarî vê semînerê Salihê Heydo got: roja ala kurdî rojek pîroz e, sîbera kurda ye, miletê kurd bi wê alê tê naskirin, di vê simînerê de ez li ser dîroka vê alê axivîm, ev al kengî çêbûye, kê çêkirîye, di çend qonaxa de derbasbûye, li ku û ku hatîye hildan…çi partî çi sazî ala wê heye lê ala kurdî sîbere ji tevan re, çi Soran çi Behdînî, çi Zaza çi Lor, çi Rojhilat çi Rojava, çi Başûr çi Bakur..ala kurdî kurdayetî ye…
Û herweha mamosta Ciwan Elî ji Bûyerpress re got: birastî wek em tev dizanin miletê kurd di her salê de di 17 – 12 ev roj bibîr tînin ewjî biryara cenabê serok Mesûd Barzanî ye gava ku li parlemnto ya Kurdistanê hat xwestin ku ev roj bibe roj ala kurdî, em weke yekîtiya xwendevan û ciwanên demoqratî kurdistanî – rojava, ev sala duyeme ku em vê rojê li seranserî Rojava bibîr tînin û me ji herçar parçê Kurdistanê daxuyanîyek hevbeş ji bo roja ala kurdî blav kir ( yekîtîya Lawên dîmoqratî kurdistanî – Başûr, Tevgera Ciwanên kurdistanê – Bakûr, Yekîtiya Lawên dîmoqratî Kurdistanî – Rojhilat, Yekîtiya xwendevan û Ciwanên dîmoqratî kurdistanî – Rojava.