Ciwanê Sûrî Emîr Muxtar piştî ku gihişt Turkyayê 7 Saetên li Dû hev avjenî kir ta xwe gihand Yonanistanê, û sedema wê jî ku pere pê re tune bû ta bide kesên qaçaxçî. Emîr ezmûneya çar melevanên dî ku berî niha bi vê riyê gihane Yonanistanê dûbare dike.
Çar ciwanên Sûrî berî Emîr di vê riyê de û di dem in cuda de melevanî kirine ji Tirkiyayê ta Yonanistanê û serkeftî gihiştine.
Li gor rjnameya Birîtanî “Dîlî Mêl”, Emîr Muxtar dirêjahiya 8 KMan ji Tirkiyayê ta Yonistanê(Girava Samos) bi melevaniyê qetandiye. Û piştî gihiştibû, divabû ku 7 saetan jî bimeşe ta bigihê benderê, û heyvek saxjî bi rê ve maye ta gihiştiye Siwêdê, û ew bû cihê ku dixwest xwe weke penaber lê pêşkêş bike.
Emir ji şamê hatibû, piştî ku mala wan wêran bûbû, û hevalê xwe yê herî nêzîk li wir veşartibû, ew ji pêncsaliya xwe ve melevaniyê dike. Emir diyar kir, tiştê ku hişt ew berdewam be xurme bûn, xurmeyên ku li dor noqa xwe girêdabûn, û bi rê ve dixwar.