– Hemo hevalê xwe li hewşê bela kirin teva ciyê xwe girtine û tivingê xwe amade kirine li birine ber û li benda ku Hemo ji wan re bêje dest bi kuştinê bikin…
– Lê hinê dî tirsa mala Silo nemaye di dilê wan de û ji xwe re dibêjin ma wehe ye ku mala Silo ji nişkîve ew bi ser me de bigrin bê ku me haj ji xwe hebe û me teva bikujin…
– Dîtina wan dîtî gulle di şebakê re, di derî re wek baranê bi ser serê wan de hatin… Rê û rêbarî li ber wan hatin girtin, nema karin ji cihê xwe rabin…..!
Gupînî ji sopan tê, sope vedimirin, tenî davêje ser çavê maliyan…. Ser çavê wan reş dibe.. Dibe pitepita pîrekan.. gazindê xwe ji Xwedê dikin li ser vê rewşa xerab.. dibêjin yarebî ev çi rewşe, ev çi zivistan e, wele me zivistanê weha nedîtine.. ev karê mirova dema ku dikevin tengiyê, gazindê xwe ji Xwedê dikin; Xwedêyo ev çi ba ye ev çi zivistan e Xwedê ava bike… Yeka dî li cîkê dî dibêje; na wele Xwedê ava neke… ma ev çi hal e û di ber re zarokên piçûk dinixumînine, wan di mehdikan de diteptepîne, lorîka di guhê wan de dibêje, wan dixin xewa şêrîn, xewa tirsê….! Zilamên malê li ber tifkê destê xwe davêjin qotiyên xwe û ji berîka xwe derdixin, û destê xwe li qotiyê xwe dixin, qotiyê dihejînin û hêdîka qotiya sipî vedikin, radihêjin perika ji ser tutinê û perikekê ji nav wan derdixin.. hêdîka zimanê xwe li serê perikê dixin, wê şil dikin û wê şilahiyê bi destê xwe jê dikin û li tutina xwe dinhêrin, darik marikan ji nav tutina xwe dineqînin ew çixara tirsê ye ew mijûlkirine baz dane ji jiyanê. Wek yekî ku xwe bi tiştekî mijûl bike hêdî hêdî çixareya xwe dipêçin û hesiteyê xwe ji berîka xwe derdixin, çixareyên xwe têxin nav lêvê xwe de û hêdîka wek yekê ku diziyê bike çixara xwe vêdixin mizekî ji kurahiya dilê xwe li çixarê dixin, dû di pozê xwe re derdixin, ew dû wek bahozekî xwe li hev dipêçe, û diçe xwe bi zikê xênî ve digre, ew jî ji xwe re li dûyê çixara xwe dimeyizînin û dikevin xewnên kur xewnên tirsê yên bê binî….
Ewir ji hev bela dibin, roj derdikeve, diniya vedibe, bihna mirovan tê ber wan wek avek gerim bi ser canê wan de tê û şehdebûna xwe tînin.. her yek di dilê xwe de dibêje yarebî vê carê jî diniya vebû û me rûyê ezmên dît… Remezan pişta xwe daye dîwêr û berê wî li Başûr e, ji xwe re dipûnije tizbiya wî ya qoq di destê wî de ye, şeqeşeqa wan diçe li ezmanê hefta disekine û dengê tizbiya qoq tevlî dengê belediya dibe û roniyê li erdê çê dikin…
Çavê Remezan zîq li hewşê ye…Tîne bîra xwe çawa ew li hemû parçê Kurdistanê geriyaye û ketiye astengan de, astengên xerab, birçî maye, serma ditiye, li şikeftan razaye, ketiye kunê keftaran, lê tu carî tirs jê re çê nebûye, ne tirsa dehba û ne jî ya hikumatan… tim wî ha ji xwe hebû lê ev zivistan wî ditirsîne û ew dike û nake nizane tirsa wî ji çi ye… tenê tirseke ne diyar xwe berdaye hinavê wî û heyecanekî şoreşekî di nava wî de çê dike.. û bandora xwe li giyawî kiriye ketiye hestiyê wî ketiye mejiyê wî.. ev bû serê çend rojan ku Remezan ketiye bin bandora tirsa vê zivistanê.. Kesê ku Remezan diditî hêviya wê mêraniyê jê nedikir, Ji ber ku Remezan mirovekî esmerî, hûrik, û zehîf bû, ew ceger û mêranî hemû di ku de bû kes nizane. Berê gotine:” ne li rengê tûtinê binêr û ne jî li rengê mêran binêre” Remezanê Kabreş van rojan ne li ser hev e, wek yekî tiştekî xwe winda kirbe çiqas dixwze ku jibîr bike lê ew name ji bîra wî naçe, tevlî ku ew bi mêvanên xwe re dikene û dixwe û vedixwe, lê ya wî di dilê wî de ye. Ji xwe dipirse gelo ev çibû ev ji min re ji ku derketin, ma rast e wek ku di namê de danîn wê bikin.. carna ew dikeve di nava heyecanekê de damarê wî li hev dikevin çav li serî sor dibin, mirov dibêje wê niha xwîn di çavê wîr e bavêje. Destê wî dilerizin, nema xwe li ser xwe digre û li ku de be li ciyê xwe dirûne, çavê xwe digre ta ku hişê wî tê serê wî heyecan wî berdidêe bihna wî fere dibe….
Hisên jî li dîwarê Bakur rûniştiye, du balgih li ber pala wî ne û destê xwe daye ber çena xwe, ramanek wî dibê û yek wî tînê. Zaroktiya wî, diya wî, bavê wî, ew perîşanî, tazîbûn, birçîbûn, û bavê wî ew bi çi rezîliyê daye xwendin di wan gundên dûrî şar e ne rê û ne rêbar, ew riyên dirêj di wan berf, baran, û bandevan de.. Wan zivistanên dirêj ew sir û serma, seqem qeşa lîstika li nava gund, nanê ceh, zaroktiya wî tev di ber çavên wî re derbas dibû, weka kasêtekê sînemê… Gund û bajarên Kurdistanê wî û hevalên xwe li hev didan, çol û çiyan, deşt û newal, çiqas bi wan xweş bû xebat, qet ne dikete bîra wan de ku wê rojekê binxet bibin û wê ji Kurdistanê bez bidin.
Tenê xebat ji bo rêzgarkirina Welatê bindest di bîra wan de bû, ne birçî bûn ne cefa li ber çavên wan nedihat. Ew guftûgoyên Amedê, Wanê, Malitiye, Erzeromê, Mêrdînê, Çiyayê Sipî, Silopiya, Cizîra Bota, û Batiman keda sala îro li şûna xwe hiştin ma gelo rast e, û ka wê bi vî rengî çi bi ser bixin ma welat wisa ava dibin…. Nexasim dema ku ew li Zangoyê bûn, ew qûnaxên pir zor ku di jiyana wî û hevalên wî re derbas bûne, çawa karîn kom û komika çê bikin û berxwedana zindana ji xwe nayê jibîrkirin ew şêweyê eşkencê ku dijminê hov tanî serê wan… ma gelo weheye ku ev hemî belaş here… û ew çiqasî mane di bin çavê Conta Turka de. Ev tişt û bi sedan tiştê weka van hatin ber çavê Hisên û va îro nûneriya vê Partiyê ketiye ser milê wî. Gelo ka wê karibe rahêje vî barî yan na? û va ye ew binxet bûne û berê xwe dane Welatê Demuqrasiyê û mafê mirovan ka wê karibin çi bikin…? Ka wê karibin tiştekî ji bo vî miletê perîşan li Ewropa qizinc bikin yan na? Ka wê kengî ji binxetê herin Ewrop? Ka wê li wir çi bikin? ka wê rewşa milet bimîne çi? Ka wê karibin li Ewropa çi bikin… Hisên û hevalê xwe û bi sedên xorta ji partiya wî û ji partiyên dîtir soz dane û sûnd bi xwîna şehîdan xwarine ku wê kar di ber pirsa kurdî de bikin ta dawiya jiyana xwe ta ku dilopa xwînê di damarê wane hebe.
Her yek ji hevalên Hisên ketiye van xewin û xeyalan. Û lê vegerekê ji xwe re çê dike, lê bê ku hayê kesî ji yê dî hebe û her yek ji hevalê wî ketiye vê rewşa bê dawî…Yê zarokê wî li bîra wî tên, yê ku diya wî, yê bavê wî, yê destgirtiya wî, yê Welat, yê ku havalê wî her yek bi rengekî ji xwe re mijûl dibe lê kes ji wan nizane ku pêşeroja wan wê li gundê Cirnikê bi dawî bibe….!?
Wê rojê hemû di rewşeke xerab re derbas dibin, bêyî ku kes kul û derd û xemê xwe û tirsa xwe ji yê dî re bêje. Her yek ji wan di dilê xwe de dibêje ez ji hevalê xwe re vê tirs û lêvegerê bêjim wê hevalê min ji min re bêjin tu ditirsî yan tu poşman bûyî…!? Ji lewra kes ya dilê xwe ji yê dî re nabêje. Ew di vê rewşa xerab de ne, roj li wan çû ava bihêna wan hate ber wan. Remezan bang kire: Zarokno ka şîvê ji me re bînin beriya mêvan werin. Pîreka şîva wan anî, şîva xwe xwarin, ji xwe re axivîn, ji aş û bajar anîn, careke dî hin cîranên wan hatin şevbuhêrka wan. Remezan got: de ka wan qeremaça bînin em ê xwe mijûl bikin çêtir e em wisa li hev binêrin wê zûtir şev here… Yekî ji mêvanan ji Remezan re got: De ka îşev em qeremaça nalîzin.. Remezan got: nexwe em çi bikin Xwedê ava bike, wele ev şev dawiya wan nayê, wek rojiya filan e, mirov di nav cihan de hişk dibe…!? Yê mêvan got: Ez dibêjim em ê bi gustîlkê bilîzin çêtir e ji qeremaça da ku em tev bilîzin. Qeremaç çar tenê dilîzin lê dema ku em bi gustîlk bilîzin em ê hemû bilîzin. Remezan got: Wele ew jî rast e. De ka nexwe yek gustîlka xwe ji teliya xwe derxê. Yekî gustîlka xwe ji tiliya xwe derxist û avête ji Remezan re… Remezan got: De ka hin xwe bidin vî dîwarî û hin xwe bidin dîwarê dî.. Hin çûne vî rexî rûniştin û hin çûne rexê dî û dest bi lîstika xwe kirin…. Wê yek ji wan bêje bi sopê tu pûç. Wê yê dî bije bi sopê min ji te. Zaro di lîstikê de gerim bûne.. Lê Remezan xemgîn e dilê wî ne rehet e, kurê wî yê mezin Şikrî û yê piçûk Welato îro serê çend rojan ne ne li mal in û tu pêjin ji wan nayê…. Li ku mane, bi ku de çûne behsa wan jî bike, him ji ber mêvanên xwe û him ji ber pîreka xwe, lê agir di hinavê wî dişixule. Welat û Şikrî bê pêjn in. Ebdo li hewşê ye nobedariyê li malê digre. Enwer bê pêjn e, lê ew dizane ku Enwer li Dêrezorê ye û ev ê dî piçûk in, Azad û Xorşîd… diniya li Remezan bûye tara bêjingê riya wî di kevelê wî de nema ye lê li xwe nayne der, Remezan mirovekî bi semax e. Nexasim ji mêvanê xwe fedî dike van babeta veke û li ber wan bêje ka zarokê min li ku man. Rewmwzan weka gewdekî vala li cem mêvanê xwe rûniştiye û bi wan re dilîze û dixwe lê hişê wî ne li cem wa ye… Remezan mirovekî bi semax e, xwe girtiye nexasim li pêşiya mêvanên xwe û di rewşek wisa de. Remezan bi wan re dilîze, dikene, dixwe, radibe, û bi wan re dirûne lê hişê wî ne li cem zarokê wî ye….! Bist û mêzîn hilkişiyane nîvê ezmên, dîkê nîvê şevê bang da, cîrana da xwe yek li dûv yê dî rabûn çûne malên xwe. Remezan derket hewşê çû ber deriyê hewşê kêlîkê sekinî ta ku cîran ji mala wî çûn dûrketin û di nava wê tariyê de winda bûn, Remezan li ezmane meyizand ezmanekî vale bê dawî lê dagirtî ye ji tiştên veşartî. Remezan keserek kişand û vegeriya hate xênî ji xwe re got: Siphan ji Xwedê re diniya çîk sayî ye, piça ewira li ezmana xuya nake êvarî me digot wê lehî biherikin. Hisên got: De ka em ê razin ka Xwedê çawa çê dike ta sibê ku wisa xweşî bê belkî em karibin ji vir herin cîkî dî. Hevalekî wî got: Hevalê Hisên tiştê Xwedê kiriye betal nabe, dibe ku subî em rabin va berif hatiye.. Êminî li zivistanê nayê bi kêlîka ye carna barane û carna sayî ye…. Her yekî xwe li ser cihê xwe dirêj kir, lê ma xewa kê tê, careke dî ketin xewin û xeyala. Xewnên ji hevketî, yên bê hêvîtiyê, yên tirsê, yên xiyanetê, yên seyr, berûvajî, bê binî û xewnên nîvco. Hêviyên qutbûyî û nexuya. Xewnek wan dide dest yekî, hêviyek wan disipêrê yeka dî, hêviyên bêdawî û bêbinî. Çaxa ku Remezan cara didowa hate odê hîn enterîka odê vêxistî bûn û hemû li ser cihên xwe dirêjkirî bûn, lê kes bi kesî re na- axive, ji wan pirsî ma ez roniyê vemirînim…? Xocê got: Erê wele em ê razin bes e, wa tiştek ji sibehê re nema. Remezan hêdîka destê xwe avête miftê vemirand û vemirandin ode bû tarî, wek gorekê lêhat, derî û şebeke jî girtî ne, heyîv jî çûye ava lê diniya sayî ye. Wê tariyê mêvan birin û anîn her yek di nav cihê xwe de kufkufa wî ye, xwe diqulbîne vî rexî û rexê dî. Şev li wan bû sal, dawiya wê nayê, xewa tirsê ye xilas nabe, giyanê wan li ser doşekê hişk dibe, xwe diqulbêne ser kêlekê ew kêlek hişk dibe, xwe didin ser kêleka dî ew jî hişk dibe, xwe didin ser pişta xwe lê şev bi dawî nabe. Diniya ker e pêjina kesî li gund, li celdê gund, li hewşê nayê. Şevek giran e bê dawî ye; çiqas girane…! Pêjina kesî di nav cihan de nayê, giyanê wan hişk bûye bi doşekê ve maye, yê ku tî dibe jî ranabe avê venaxwe, ji xwe re dibeje tişt nema ku roj hilê ez ji nav cihê xwe dernakevim û tu pêjnê çênakim da ku ez kesî ji hevalê xwe şiyar nakim. Lê halbokî kes newêre ji nav cihê xwe derkeve..Kes bi halê kesî nizane. Çi şevek giran bi ser wan de girtiye ew xistine nav pencê xwe de….
Li oda pîreka Emîna û bûka xwe û Şikriya û sê zarokê hûr in. Zarokê hûr bê tirs ketin xewa şêrîn tiştek di hiş û mejiya wan de nîne tenê ka wê sibî çi lîstikê ji xwe re bilîzin û wê ew û kî bi hev re bilîzin, ne tirs di bîra wan de ye û ne baran di bîra wan de ye û ne dijminatî di bîra wan de ye, û ne tiştek ji wan tê xwestin, ketine nav cihê xwe de sero-bino razane hingî bi roj li kolanê Cirrnikê di nav wê heriya sora çirde kêferat kirine ji hal ketine êvara kevçî ji devê wan dikeve nema çavê wan ji xewa vedibin ziko-pişto li ser nivîna dikevin, hingî radibin beroşa nîskê li ser agir e, çav neşiştî berê xwe didin legena nîskê û hin savara şeva çû di nav de ye û bi kevçiya dikevin ser de ta çingênî ji binê leganê tê, û bi kolanê Gund dikevin ta melayê nîvro bang dide ji nû ve re li malê xwe vedgerin. Û pirê cara nîvrojî nayên malê destê wan ji lîstikê nabê…
Emîna serê xwe danî ser balgihê pirtikî lê ma wê xewa kê were, xwe diqulbînê vîrexî rexê dî nehrê ji ku xewa wê tê pîreke dêye kezeb kere dilê wê li ser zarokên wê ye, du zarokên wê îro serê çend rojan e ku ew ne li mal in, bi ku de çûne li ku mane, ramanek wê dibe yek wê tîne, şev lê giran dibe, pişta wê ji doşekê di êşe, hingî xwe quliband vî rexî û rexê dî lê hedar û seqara wê nehat. Serê xwe rakir li bûka xwe û Şikriya meyizand dî va tu pêjin ji kesî ji wan nayê, ji xwe re got: Xweziya min bi dilê we, çi xewê dikin. Emîna hêdîka da xwe ji nav cihê xwe derket çû eywanê, derî vekir li ezmana meyizand dî wan Komika Sêwiya dageriyaye, sitêrika Kadiza hatiye nîvê ezmên, Bist û Mêzîn hilkişiyane nîvê ezmên… Emîna keserek kişand û derê eywanê hêdîka careke dî girt û guhê xwe da ser oda zilama tu pêjin ji odê nayê ji xwe re got: Xuya dike razane hêdîka bi şûn de vegerya hat kete nav cihê xwe de. Lê dilê wê sê kopalî lê dixe…. Emîna di nava wê tirsê de di xew ve çû, lê nizane çi çaxê şevê ye… Şikriya ew jî di nav cihê xwe de şiyar e, lê xwe bê pêjin kiriye ewê dî ku Emîna ji nav cihê xwe rabû û çû eywanê û li hewşê meyizand lê wê di nav cihê xwe de guhê xwe pêl kirine û her kêlîk ji nişkî ve vediciniqe. Her ku ji nişkîve dihilçene xwe diqulbîne ser kêleka dî carnan li ser kêleka çepê û carnan li ser kêleka rastê carnan li ser piştê, ji xwe re dibêje ev çi şevek ne aseyî ye, û dike û nake xewa wê nayê… Şikriya maye di wê rewşa dirûnî de di navbera razayî û şiyar de ta dîkê sibihê bang daye her ku çavê wê diçûn ser hev dihilçenî careke dî xew ji ser çavê wê diçû, û şev lê vedigeriya weke yê ku şev lê bigere piştî ku wê dengê dîka kir nûka xewê çavê wê girt û bi xew ve çû….. Emîna serê sibê rabû nimêja xwe kir û beroşek nîsk li kuç kir û li ber rûnişt, agir xweş dike.. Lê têr xew nebûye, giyanê wê sisto- pisto ye, dike û nake çavê wê ji ser hev ranabin bawişk li ser bawişkê tênê, li dora xwe dimeyzîne, ji xwe re dibêje baş e kes li dora min nîne wê bêjin min ev tu şevê dî ranezayî, ez ê çi ji wan re bêjim… Emîna serê wê sibihê sê-çar carî çavên xwe şiştiye ta ku xewê xwe ji ser çavê wê berdaye….
Deziyê pêşî ew deziyê zer yê ku roj wan li pêşiya xwe dişîne nîşana hatina wê ye, li ser û çavên Emînê xistin, hişê wê hate serê wê, Emînê bi ser hişê xwe ve hat li nîska xwe meyizand, ji xwe re got: Hîn çend kel jê re divên. Rahişte du-sê qetê tepika kirin bin beroşa xwe de û li ber agirê xwe rûnişt.. Çend Pelên ewra yên ji hevketî li ezman diçin û tên wek marê birîndar, carnan dikevin pêşiya tîrêjê rojê û li ser Emînê dikin sih û careke dî ji nişkîve ew ewir xwe ji pêşiya tîrêjê rojê didin paş rê ji tîrêjê rojê re vedikin û ji wan re dibêjin bihna xwe li me fere bikin. Ew tîrêjên roja çile li ser û çavê Emînê dixin û gerimtir ji yê beriya kêlîkî Emînê desmala xwe li ser û çavên xwe dipêçe û berê xwe ji wan diguhare. Ewir carnan girand dibin xwe berdidin erdê û dibe xumexuma tavan, Emînê agir xweş dike û ji xwe re dibêje nîska min çêbibe beriya ku baranek were. Careke dî ewir hildikişin û winda dibin, tav gerima xwe berdide erdê, hilm ji erdê diçe… Şûn barane serê keçele ji tavê dişewite. Emînê diçe ber deriyê hewşê derî vedike li celdê gund dimeyzîne. Gundî yê çêlekê xwe ji malê derdixe yê çar bizinê wî hene dane pêşiya xwe û ji mal derdixe. Hin jî diçin tenûrê û teştê hevîr li ser serê wan e û hin ji tenorê tên teştê nanê gerim li ser serê wan e, hilim ji nanê gerim diçe bêna wî li gund bela dibe. Emînê ji xwe re dibêje bû nîro hîn nîska min li ser agir e ev çi nîskê nekelok in Remezan ji me re anîne wê kengî çê bibin… Roj bejnekî bilin bû nîska wê jî çêbû Emînê rahişte beroşa nîskê bire odê danî. Mêvan jî yeko-yeko ji nav cihê xwe derketin ser û çavê xwe şiştin lê laşê hemyan sisto pisto ye, laşê wan xave ji ber ku kes ji wan şeva çû xweşik ranezaye….. Tev de weke serxweşan e, lê kes bi kesî nizane û kes ji kesî re jî nabêje tiştê ku şevê dî pê re çêbûye, lê çavê wan ji mirov re dibêjin ew şevê dî di rewşek dirûnî serkêş re derbas bûne, tiştê ku bi serê wan de hatî bi serê kesî neyê, her yekî ji wan bi dehê şevpestan dîtine…!? Remezan beriya mêvanên xwe ji xew rabûye û sope ji wan re vêxistiye û çend misînên ava gerim ji wan re danîne ber derê eywanê. Yê radibe dirajê misînek ava gerim diçe dest mêj digre û dest û çavê xwe dişû û tê li ber sopê rûdine.
Emînê beroşa nîskê vala kiriye du-sê leganên mezin de û tûrek nanê tenûrê û çend pîvaz danîne eywanê û bakir Remezan jê re got: Were taştê bibe beriya ku sar bibe. Remezan legenên nîskê kişandin ber mêvanan. Dema ku çavê wan bi nîskê ket yekî ji wan got: Xwedê wekîl e îro roja nîskê ye û rahişte wan seriyê pîvazan her yekî kulmek li wan da, şikandin û ketin ser nîska xwe de….. lê mirovê ku têr nerazabe dilê wî jî naçê xwarinê. Tev bi halê hevin ji pîrek ji zilama.. Şikriya ji oda pîrekan hat oda zilama, ji wan re got: Roj baş hevalno… Tevan lê vegerand: Roj baş hevalê… Vê gotinê guhê Remezan bel kirin ji wan re got: Ev çi ye roj baş… Yekî ji wan jê re got: Apê Remezan hûn dibêjin sebeh alxîr ev bi Erebiyê û ya ku em dibêjin bi kurdî ye.. Remezan got: Xwedê wekala min ne dizanî ez wisa bêjim û ya we ji ya me xweştir e… Hisên lê vegerand ma tiştek ji zimanê dayîka mirov xweştir heye apê Remezan… Şikriya ji wan re got: Xuya dike ev der li we xweş hatiye, jibîr nekin ku em bi çive hatine… xuya dike îro diniya xweş e, diniya vebû ye û baran nayê, ka rabin em debarekî ji xwe re bikin halo ji me re naqede. Zivistan e bê ole dibe ku rojên xweş neyên, heger em li benda rojê wek rojê buharê bin mane xwe em ê li vir bimîn in…. Hisên got: Rast e gotina te ye, mane divê kesek hebe bi me re were rêna şanî me bike, ma hema em ê wilo ji vir derkevin bê ku em zanibin em ê bi ku de herin weke koran…? Xoce got: de ka em taştêya xwe bixwin ka Xwedê çawa çê dike. Şikriya vegera çû oda pîreka wan jî taştêya xwe xwarin ew ewrê li wî ezmanê bilind ew ê belawela xwe li hev dane hev, diniya tarî kirin kirin zilomat û bû xumexuma tavan û şeqeşeqa belediya û pê re pê re baranê dayê û bû fîrefîra bayê reş ser dorê xaniyan radike mûya ji mara dike..baran û ba bi hev re hatin bû bablîsok ew ba û baran li hev dizîvirê dibe bandev çûk li ber wê sirê dihatin birajtin, mar newêrê serê xwe ji qula xwe derxe…
Wê rojê baran nesekinî ta melayê êvarê banga mexrebê daye…. Mêvanan jî xwe li dora sopê dane hev û niçeniça dilopa ye baran ji erd û ezman tê, xaniyê wan dilop dike, hingî wan rojan baran hatiye û av di nav pûş de maye ji lewma çaxê ku dilopa destpê kir hinek cî ji odê dilopa bi şirik dihatin.. Remezan bang kire zaroka ka sênîk û legenan ji min re bînin em deynin ber van dilopan… wele ciyê me li odê nema..nema zaroka di ber dilopan re ne dikin der, hingî xaniyê wan dilop kirin oda mêvanan, eywan, oda pîrekan. Pîrekê wan bûne palê anîna firaxan û vegerandina firaxan. Ev legen tijîbû wê bin birjênin yeka dî deynin cihê wê.. Di ser wê rewşa wan ya dirûnî ya xerab de cî nema lê rûnên ji dilopan ew sênîkê ku dabûn ber dilopan tijî avek sor bûn, çaxê ku dilop dikeve peşkan dipijiqîne, ew peşk li ser û çavê mêvanan dikevin… aveke gemar e, bihnek nexweş bihnekî genî jê tê, dema ku dipijiqe li ser û çavên mêvana dikeve weke çaya beriya sê rojan lêhatiye şûna wê demûş digre û zer dibe..
Remezan ji dînê xwe derdikeve diçe eywanê, dimeyzîne, diçe oda pîrekan dimeyzîne vedigere oda mêvana him fedî dike ji mêvanê xwe ku ev yek bi serê wan de hat û him bihna wîs ya teng. Piştî baran sekinî bi qederekî Remezan ji kurê xwe ji Ebdo re got: Derkeve ser vî Xwedê xerakirî tenekek dido ka bi xwe re bibe û xênî banger bike ka bê ev dilop nasekinin ma em ê di vê rewşê de bin.. Ebdo hilkişiya ser xênî ka lê reşand û banger kir.. Mêvan hemû di xênî de rûniştî ne, lê diniya li wan teng bû, rêya wan di kevelê wan de nemaye him ji şerma ku ew di vî çilî de ketine ser çavê van camêran de.. Her yek di dilê xwe de dibêje halê wa nebesî wa ye em jî ketin ser çavê wan de.. ji jor bi ser wan de baran tê û binî li bav piyê wan tev bûye av, û cilikê wan çil bûne ciyê rûniştinê nemaye û ya herî dijwar mala Silo bela xwe ji wan venakin… ew ketine rewşeka ku kes nahesidiye ne şeva wa şev e û ne roja wa roj e… jiyan li ber çavên wan reş bûye wek dujihê lêhatiye nema dizanin wê çi bikin… bi ku de herin.. hin ji wan ji xwe re dibêjin ma gelo ku em vegerin Welêt wê ne çêtir e ji vê zindanê lê hema ewe em ne di zindanê de ne û Cendirme ne li dora me ne… ev bû serê çand roja em divê odê de genîbûn …
Nema dilê wan di axavtinê de heye, gotina ku ji devê hina ji wan derdikeve jî bê dilê wa ye û bi serê zimanê xwe diaxivin û bi mehdekî tirş… ew şeva çû û roja di ser de hatî li ser wan pir giran bû.. lê tu kes kul, xewin û hêviyên xwe ji yê dî re nabêje, tevlî ku hemû li hev tînin der lê kes ya dilê xwe ji kesî re nabêje û nizane, lê madê tevan giran e û qermîçonkê rûyên wan ji mirov re dibêjin sed kul û xewin û hêviyên nîvco di serê min de hene, lê ez ji te re nabêjim… her yek ji xwe dipirse ma ev kul û xewin û hêviyê nîvco di serê hevalên min de jî hene yan na…. Hin ji wan di dilê xwe de poşman bûne, bê hêvî bûne, li hatina xweya li bin xetê lê xuya dike ew poşmanî bi xwe jî nema sûde dike, lê ji hevalên xwe re hişkere nakin, û nizanin wê çawa poşmaniya xwe di wê rewşa derûnî de ji hevalên xwe re bêjin. Rewşa wan pir nexweş bûye, rê û rêbar li ber wan têne girtin, baran rê nade wan ku ji gundê Cirnikê derkevin û bi rêya xwe de herin heger li Welêt û yan bi Ewropan de…. di nav destên wa de rehin bûye..ew zilamên ku beriya demakî di çiya û bajarê Kurdistanê de weka lehinga bûn îro ketine çi davikê… carna dikeve bîra hineka ji wan ku ev davik hina li ber wan vedabe û hayê wan jê nebe lê ka wê çawe xwe jê xelas bikin.. hiş û sewdan di serê wan de nemaye… Remezan da xwe rabû. Hisên jê re got: tê çi bike….!? Remezan got: ez ê binêrim ka Ebdo çi kir bila ji ser bên were xwar ez ditirsim xanî di bin lingê wî de herin xwar û ji dêvla ku ava bike xira bike. Xaniyê ku îro sê rojin baran lêhatiye û banê kevnin û ev çend salin me pûşê wan nûnekiriye û ev barana dijwar lê hatî… Yabo min kir û nekir zaroka bi ya min nekir min digot ez ê îsal serê wan biqulpênim lê nehiştin… ma ne xwe kengî xaniyê min dilop kirine ta ku îsal dilopa dikin.. Xwedê wekala gerek mirov tu carî bi ya zarokê xwe neke… Ebdo hate xwar Hisên jê pirsî.. Ma ji derve çawa ye….!? Ebdo got: Mirov nizane ba ji ku ve tê hingî bakî dijwar û cemidi ye wek bayê berfê ye, welahî yê ku îşev ji derve razê ez bawer nakim roj li wî derkeve, wê biqufile.. Şevê wek vê min nedîtine li cem me hatîn. Mêvan di cihê xwe de mane cemidî her yek ji xwe re dibêje ma ku li vir wisa ye gelo niha li Serxetê çawa ye.. ew mane behitî ji vê baran û bayî. Yekî ji wan di pencerê re li hew şê nêrî ewir gihane erdê, bi şûn de vegeriya û berê xwe da Remezan, jê re got: Apê Remezan zivistanê we tim wisa ne….!? Remezan got: Bawer bike min nedîtiye barana wek vê baranê li binya xetê hatiye, ev ne baran e ev tofan e, Xwedê ava bike, wele mirov dibêje wê diniya xira bibe, ev ne zivistan e ev wêran e. Xwedê wekale ez gihame vî temenî hîn min ba û barana weka ba û barana vê zivistanê nedîtine…
Mêvan hemû li Remezan dinêrin û di dilê xwe de dibêjin ev şensê me ye bavo. Pê re pê re dibe şîqe şîqa ewran beledî ve didin û mirêna baranê destpê dike û beledî hewşê dikin ronî û diniya pê re pê re tarî dibe, ewir hatin li erdê sekinîn, tarîbûnek bi sehw. Xumexuma ewran, mire mira baranê, şîqeşîqa belediya diranê mirov li hev dikevin, tevzînok bi giyanê mirov de tên, bablîsok çê dibe, gupînî ji sopê tê, sope vedimire, teniya wê bi ser mêvanan de tê xwar her yek xwe didê qurcikekî û xwe ji teniyê dadiweşîne. Çûk di kunê xwe de di ber serdorê xaniya de xwe dimelisînin…, Dibe newnewa pisîkan li dora mêvana diçin û tên dûvê xwe li giyanê wan didin xwe bi wan dixwerînin… Yekî ji mêvanan got: Hûn dizanin wê van rojan gelek baran û berif were ? Hevalekê wî jê pirsî: tu ji ku dizanî..!! Wî lê vegerand got: Tê bîra min carê xitiyarên me digotin: dema ku pisîk tê xwe bi mirov dixwerîne manexwe wê berif û baran zehif were û bi rê baran ne diçûn…
Ewir hildikşin banî, baran hêdî hêdî kêm dibe diniya dibe mij, mijeke sipî û baran disekine tîrêjê rojê didin kosera xaniyan, dengê mirîşka li hewşê tê, zilamê rûniştî li hev dinhêrin bê ku biaxivin lê di çavê her yekî de sed pirsê bê bersiv hene. Gelo ev çi ye, wê ta kengî ev baran were..? Şev li wan giran bû ew giranî li wan bû sal. Xewa kesî nayê her yek di nav cihê xwe de dirêjkirî ye bê ku ew razê, şevek giran e her yek ji wan ji xwe re dibêje: Ev çi şevek giran e gelo ma weheye ku vê care jî em rojê bibînin yan wê diniya xira bibe û em li binya xetê li deriya li biyaniyê…!
Hemî bi cilê xwe ve raketine karê xwe û çûnê kirne lê baranê rê nedaye wa wan jî nema cilê xwe ji xwe kirine..hin ji wan ji xwe ditirsin û hinê dî li ser mala Kabreş ditirsin û ji xwe re dibêjin ya me hal e ma ya wan çi hal e.. çima em xwe bixin bela li van feqîran ma ya wan çi ye.. hema Xwedê ji me sitandiye.. her yek derdek wî heye lê kes bikesî nizane ji her yekî we ye ku yê dî ketiye xewê û heyê wî ji vê rewşa xirab nîne… lê halbokî hemî di halê hev dene.. hemû mane şiyar ta ku roj li wan hilat, bêhna wan cardî fereh bû. hîn barana ku bi şev destpê kirî nesekiniye… lê baranek sivik e dilê wan jî hinekî xweş bû, yeka yeka derdikevin hewşê bêhna xwe piçekî ber didin û li wan Çiyayê Serxetê dinêrin ji hev re dibêjin: Çiya tarî bûne ji mij û moranê, kes di vê bandevê de ji mala xwe dernakeve. Ji lewma dilekî wan bi hatina baranê xweş e û yek bi tirs e, çimkî ew ji xwe re dibêjin ma weheye ku hin di vê ba û baranê de ji Serxetê werin me û mala Silo wa bişînin da ku ataxiyê li me bigrin û ji nişkîve li me bireşînin.. Hin ji wan xwe bi vê yekê razî dikin lê hinê dî tirsa mala Silo nemaye di dilê wan de û ji xwe re dibêjin ma wehe ye ku mala Silo ji nişkîve ew bi ser me de bigrin bê ku me haj ji xwe hebe û me teva bikujin…
Carek dî li xwe divegere û dibêje na ez yeqîn nakim ku mala Silo karibin tiştek wisa bikin ma xwe ne bûne hikumet ta ku werin derbasî sînorê Sûrî bibin û me bikujin û vegerin Serxetê… ma ev çawe çêbû…. Hemî ketine di van xem û xeyalan de… Lê tiştek bi destê wan ve nayê û xwe sipartine qederê. Taştêya xwe xwarin û ji nûv re her yek vegeran ser cihê xwe û ji Remezan re gotin: Hema nivîna nehilêne em ê di nav cihê xwe de razên. Demekê rojê rabûn ku vaye baran sekiniye û diniya venebûye… lê ewir dikelin xezeb ji ewiran tê xwarê, wek zihayê mara xwe li hev dipêçin, jêr û jor li hev dixin, diniyayê li ber çavê mirovan dikin dujeh.. Her yek li ser nivînê xwe rûniştiye û çixara wî di destê wî de ye..dema ku mizê li çixarê dixin dûyê çixarê li ser serê wan dibe weka kufendîla û li hev dizîvirê ta ku diçe xwe bi zikê xênî ve digre.. ode tarî bûye ji dûyê çixarê wan. Çavê wa ji dû dişewitin dibe kuxte-kutxa hina ji wa dûyê çixarê di ber wan de dimîne.. ew bi xwe ji tirsa ye.. simbêlê hina ji wan zer bûne ji dûyê çixara. Simbêl bi xwe dirêj in û devê xwediyê wa simbêla xuya nake..çavê wan dizerwilin neynokê wan dirêj bûne di ber wan de tijî gemar bûye… xuya ye ku ji demek dirêj de xwe neşiştine.. berstikê qemîsê wa gemarê girtiye pantiron qermiçiye hin ji wan qulek yan di qul di gorê wan bûne.. ev hemî nîşana perîşaniyê ye. hin ji wan dema ku li xwe dinêrin heyecan wa digre û hêrsê wî dadikevin ji desthilanî dikevin nema xwe li ser lingê xwe digrin….
Ber êvarê Şikriyê kurê Remezan û bavê Hemze dane derê malê, silav li mêvanan kirin Şikrî çû destê bavê xwe û li hal û demê hev pirsîn, lê dema ku bavê Hemze derbasî xênî bû û çav li hevalên xwe kir matmayî ma ji dîtina wan hevalan li wir….!? Bavê Hemze deng nekir, silav li wan kir di nav wan de birayê wî yê mezin e… Bavê Hemze ew ji Serxetê bi Şikrî re hatiye hin çek ji xwe re bibe. Ew nizane ku ev qas hevalên wî û birayê wî jî bi wan re ye û hemû li mala Remezanê Kabreş in û ne Şikrî dizane ku ew mêvan li mala wan e. Şikrî bavê Hemze bi zorê bi xwe re aniye malê çimkî ew hevalê wî yê rê bû û gotiye were çayekî vexwe û bi rêya xwe de here. Lê dema ku bavê Hemze dî wan ew heval hemû li wirin nema destê wî ji civatê bû û wî jî xwe li wir berda erdê. Ew jî ma li wir, ew nizane ku ew heval hatine çi û wê bi ku de herin.
Bavê Hemze ji dîtina wan li biniya xetê behitî, di dilê xwe de got: Çima ez ji wan napirsim ka ew hatine çi!? Ji wan re got: Xêr e hûnê bi ku de herin û ji kengî ve hûn hatine vir…!? Bavê Hemze jî yek ji hevalê rêxistinê ye, ji partiya Kawa ye û ew heval jî yê rêxistina Kawa ne…. Yekî jê re got: Va bû serê du sê roja em li vir in û em hatine em ê herin Ewropa ma te nizanîbû em li vir in…
Bavê Hemze got: Na wele heyê min ji hatina we nebû ku hûn li vir in. Û ez nedihatim lê Şikrî ez bi zorê bi xwe re anîme…..! Hisên jê re got: Me ji hevalan re negotiye em ê herin binxetê û ji wir em ê herin Ewropa. Bavê Hemze berê xwe da birayê xwe û jê pirsî: Çima te ji min re negot: Va ez ê herim te haj zaroka hebe. Birayê wî got: Ma ev çiqase me hev nedîtiye, ma ez ê di ku re ji te re bêjim? Hisên ji wan re got: Ne xem e, vê mijarê bigrin, va we hev dît û Hisên ji wan re axivî li ser Turkiya û Kurdistanê û rewşa nû piştî hatina Conta Leşkerî bi serokatiya Kinhan Êvrên… Civat li bavê Hemze jî xweş hat. Havlê wî jê pirsîn ka tu hatî çi, hema em dizanin em hatine çi û em ê bi ku de herin, lê ka ji me re bêje tê bi ku de herî….!? Bavê Hemze got: Ez bi Şikrî re hatime ji xwe re qaçaxçiyê bikim, ez ê çekna ji xwe re bibim Serxetê bifroşim. Kesî deng nekir û jê nepirsî tê çeka ji çi re bibe yan te ji hevalan re gotiye û hayê hevalan ji vê hatina te heye yan na û tê çeka bifroşe kî….!?
Bavê Hemze got: Ez bi serê xwe hatime mane va hûn jî hatine û we jî ji kesî re negotiye. Ma hûn nizanin ku bi vî rengî wê Kurdistan vale bibe madem rêxistin ji Kurdistanê baz didin û ji hev dikevin ma nexwe wê milet wê çi bike, û kî maye ku biya biriyara rêxistina xwe bike ji ber rêxistin bi xwe nemaye ta ku ez bê biriyara wê newim yan ez ji hina re bêjim va ez ê herim biniya xetê û çeka ji xwe re bînim…
Ev gotin li Hisên ne xweş hatin, berê xwe da bavê Hemze û jê re got: Bavê Hemze, heger ku baweriyê te sist bin bi pirsa kurdî û bi rêxistina te ev ne gunihê me ye û nema ne xwe rêxistin ji hev ketine û indamê rêxistina hemî li malê xwe rûniştine û wê miletê me dev ji Kurdistanê berde… madem em hene wê ev pirs hebe û tucarî em dev ji milet û Welatê xwe bernadin.. Binê heval miletê me ji sedê sala ve berxwedanê dike û gelek qurbanî daye..Di baweriya min de ev milet nema dimre ne mumkine ji nû de ku kurd piştî vêqas kedê ji berxwedana ji ser hildana.. lê heger ku baweriyê te zehîf bûbin ev tişteka dî ye.. Çimkî îro bi hezara xwendevanê me çêbûne û mafê xwe nas kirine û bi seda ji miletê me.. Û kesên zane li cîhanê bela bûne nexasim li Ewropa. Miletê ku xwîn di ber mafê xwe de rijandibe ne mumkin e ku bi hêsanî dev jê berde… rast e em îro ji Kurdistanê derdikevin lê emê lê vegerin û em qebûl nakin ku xwîna miletê me bi arzanî here.. me soz ji miletê xwe re daye ta ku xwîn di damarê me de hebe em ji pey doza xwe venagerin… Îca dev ji va ramanê xerab berde ji xwe yekê weka te şerme wisa birame… Vê carê ez vê ji te qebûl bikim lê carek dî nabe tu wisa birame… Bû nêzîkî êvarî û careka dî baranê ji erd û ezman dest pê kir gelî dagirtin, bû xumxuma çeman, şîqe şîqa tavan.. Hisên serê xwe xiste şebakê de û li baranê dinêrî, hişê wî çû kete çol û çiya xewa li bin dar û deviyan, ew zivistanên Kurdistanê yên dirê jn, ew berf û baran, lê wek vê baranê nedîtiye, vegeriya hat cihê xwe rûnişt û ji hevalê xwe re got: Bawer bikin em mane li vir, xuya dike baran rê nade me ku em ber xwe bibînin..! Remezan got: ma çi li pey we heye? Hûn li mala xwe li ber sopa xwe rûniştîne, û em ê ji xwe re êvara bi qeremaça û bi gustîlk mijûl dibin ta Xwedê çê bike, ma ferman e…. Heger hûn ji dilopa aciz dibin ev jî heqê we ye lê ez dibêjim belkî Ebdo ew jî sekinandin… Hemû li dora sopa xwe rûniştîne û guhê wan li ser baranê ye Şikriya jî hat li cem Hisên rûnişt…
Herdû bûk û zavayê nû ne, ev nebûye demek dirêj Şikriya mêr kiriye, hîn ew û zilamê xwe ji hev têr nebûne, ji lewma dixwazin ku carnan bi tenê bimînin, lê bi dest wan nakeve û cî li wan teng bûye… Çimkî herdû jî nûner in di partiya Kawa de û hevalê wan li dora wan in, mecbûr in ku di nav hevalên xwe de bimînin û şîreta li wan bikin û hêrsê wan bilind bikin, û ji wan re dibêjin ev hemû ji wê berxwedana ku bav û kalan di kurahiya dîrokê de kiriye, ji lewma îro em hene û dihna xwe bidin dîrokê ka ew miletê ku li ser vê axê xwedî nav û deng bûn, xwedî kelih û tac bûn, xwedî leşker bûn, qiral bûn, beg bûn, Mîr bûn. Lê hina ji wan navê xwe di dîrokê de bixwîne nivîsandaniye û hina bi şaristaniyê û wek hêviyê û kedê bi şûn xwe de hiştine, lê îro ew nemane çimkî wan nikarî wek bav û kalên me berxwedanê bikin.. û di jiyaneka serbixwe de berdewam bikin ji lewra hin ji xwediyê îmberatorên ku bi hêz bûn îro heliyane û ew têne jimartin li ser tiliyan… Lê miletê me dikarîbû xwe biparêzê û berdewam bike di jiyanê de wek miletek xwedî dîrok xwedî ziman xwedî erd.. ji ber vêyekê gerek em jî wek bav û kalên xwe berxwedanê bikin ta ku em welatê xwe azad bikin û bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin… ma ne şerm e ku miletek biqasî miletê Kurd ta îro mabe bindest ma ta kengî wê ev miletê perîşan bimîne di bin destê hov û xwînxwaran de… Dijminê me hov in xwînxwar in.. ma ta kengî emê li ber deriyê dijminê xwe bin em ê xulamê wan bin ma ta kengî ew ê keda me bixwin û em ê birçî bin… Bi rastî miletê me netewa xwe nas kiriye û miletê me sax e ne mirî ye û nema dimre…
Remezan bang kire Emîna û jê re got: Ka çeydan dagire av em ê deynin ser sopê çaya li ser sopê xweş e… Emîna çeydanê mezin dagirte av û anî denî ser sopê.. Şikrî hin berû bi xwe re ji Serxetê anîbûn. Emîna legenek anî li ber Remezan danî û gotiyê: Ji xwe re deynin ser sopê wê biqemirin, xweş in. Remezan rahişte hin berû danîne dora çeydan. Dema ku Hisên çav li berûya kir.. ji Remezan re got: Ev berû ji Kurdistana Serxetê hatine… hevalekî wî pirsî? çawa tu dizanî hevalê Hisên…? Hisên lê qulipî û jê re got: Ji ber ku berû li Kurdistana bixetê nîn in û min colociya li zangoyê xwendiye ji lewma ez baş cuxrafiya Kurdistanê nas dikim… De ka guhê xwe bidin min ez ê ji we re bêjim… û destpê kir, ji wan re li ser dar û deviyên Kurdsitanê û çiya yê Kurdistanê, deşt û newal, av û kanî, û fêkiyên ku li Kurdistanê çê dibin axivî. Hevalê wî jî mane guhdar nexasim yê ku beriya niha ew nas nedikirin û nedizanîn ku rêberê wan hewqas rewşenbîrekî bilind û zîrek e… Hisên li ser çem kanî av û hewinga diaxive….
Hisên biste diaxive û hemî piştrast in ji ber ku ev serê sê roja ye baran e û teva ji hev re gotiye em bawer nakin ku di vê baranê de kes ji malê xwe derkeve ji lewma Ebdo neçûye nobetê û di wan rojê baranê de ser bestbûn… tubî turs ji wan re çênedibû…..
Serxetî hatin hewşê, Hemo û hevalê xwe jî bi alîkariya hina ji gundiya yan hin ji wê derdorê û di bin perê şevê de di wê baranê de hatine û di ser dîwarê rojhilat re yê hewşê re derbasî hewşê bûne û li hewşê gerane tiştek nedîtine…. Ji ber yê ku ew derbasî hewşê kirine ji wan re gotiye mala Kabreş beriya çend roja nobedarî li xwe digirtin lê wek ku me qelewîz li wan girtî di van rojê baranê de nema qelewîzê li xwe digrin… Lê tevlî wisa jî dema ku hûn derbasî hewşê bibin we haj ji xwe hebe û pêşî baş li hewşê bigerin beriya ku hûn gullekî berdin…. Hemo hevalê xwe li hewşê bela kirin teva ciyê xwe girtine û tivingê xwe amade kirine li birine ber û li benda ku Hemo ji wan re bêje dest bi kuştinê bikin… Hemo dîwar dîwar çû li ber şebakê sekinî û guhê xwe da ser odê dî wa Hisên ji hevalê xwe re daxive li ser Kurdistanê…. Hemo di ber xwe de got: Bi serê bavê te ku Xwedê min nekuje min nehişt tu careka dî li ser Kurdistanê baxive û te Kurdistana xwe nedît… ez Hemo me ez ê gewdê te bişênim Kurdistana te, na çima gewd nawele ez ê hestiyê te bişînim bi ser dayîka te de… Bi Xwedê Hisêno min nehişt ku ji vê kêlîkê pê ve gotina Kurdistanê bînê ser zimanê xwe…. Hemo serê xwe hinekî bilind kir dî wa Xoce jî li kêleka wî ya çapê rûniştiye… Ji xwe re got: Pir başe bila hûn wisa di nav zilaman de rûnin, wele ezê gewdê te kunkunî bikim û bişînim ji bavê te re.. Hûnê Kurdistana çûk in, merhebe bi Kurdistanê.. Hemo xwe hinekî bi şûn de da û ji hevalê xwe re got: Li wan bireşînin..
Hisên di gotinê de gerim bûye û dixwaze ku gotinê wî bandora xwe li hemî hevala bike tevlî zarokê Remezan jî, ew jî ji xwe re dibêje ez li fersendeka wisa digeram ku ez di nav xelkê Sûrî de baxivim ji lewma ew pir bi zanebûn gotinê xwe dineqîne da ku gotin yek ser derbasî mejiyê wan bibe…. Ê mirov derziyê li odê berdê wê dengê wê were hingî kesê di odê de guhê xwe dane ser Hisên û bihna xwe wek diza dibin û tînin… Hisên jî di nav gotinê xwe re carna bi ser rêxistinê dî de dişkîne lê hêdî hêdî û her serê kêlîkî li çavê guhdara dimeyzîne…. Ew dixwaze yê guhdar bi wî re indîmac bibin nexasim zaroyê Remezan…
Dîtina wan dîtî gulle di şebakê re, di derî re wek baranê bi ser serê wan de hatin… Rê û rêbarî li ber wan hatin girtin, nema karin ji cihê xwe rabin…..!