Silêman Azer
Bajarê Nisêbînê rabûye ser xwe û xwepêşandan li dar e, wek gelek caran ku milet dadikeve kolanan hemberî kiryarên dewleta Turkî dijî miletê Kurd, û vê carê jî dijî herifandina peykerê şehîd Egid bû,û tu li kolanên bajar digerî, Nisêbîna ku bi dehên caran tu pê hest dibûyî û bîna wê dikir dema ku tu diçûyî mala hevalê xwe, yê ku mala wî li dawiya bajar bû ji aliyê Bakur de, erê tu li wir bûyî lê niha tu dinava kolanên wê de yî û li çayxanekê tu çaya wê vedixwî.
Tu û hevalê xwe yê ku berî çend mehan ew û malbata xwe ji Qamişlo koçber bûne mîna gelek malbatan piştî destpêkirina krîza Sûriyê û li Nisêbînê bi cih bûne, kolanên bajar derbas dikin û poz û çavê we ji bîna bombeyê xazê dişewite, lê win dixwazin dev ji van kolanan bernedin.
Yekemîn şev tu li welatekî dîtir, li bajarekî dîtir tu pêrgî bêrîkirin û hestên koçberbûna xwe dibe.
Ji pencerê ve roniya mizgefta Zeyinelabdîn hêsirin gerim bigewriya te de berdidin, çendîn car tu û zarokên xwe dibere derbasbûn û we tiştin hînik dikirin an çend kulorîk muşbek di demsala zivistanê de, û niha tu ji dûr ve lê dinerî û gelo vê şevê zarokên min bi çi hest dibin û çawa yekem şeva xwe piştî dûrbûna min derbas dikin.
Li ser telefonê zaroka te yî biçûk gazinên xwe dike: Yabo diya min hîn ji êvarî ve derî li me dadaye û em li hundir rûniştîne, tu wan hêsirên ku di çavên wê de asê bû bûn di dema xatirxwestinê didaqurtîne û çavên te di aso de difitirin û ew li asîmanekî giravî wilo li te dibarin:
Zevoka min
ew çavên te yî pingehayî di kêlîkên
xatirxwestinê de
şapekin
îro ji asîmanê Sitenbolê dibare
û min radestî hêcbûna pêlên deryaya spî dikin.
Hevalê te bi taybetmendiya rewşa te hest dibe û bi henekî dibêje: Bi rastî te bêriya Zevînê û zarokan kiriye an diya wan..hhhhhh.?
Şev we radestî siyset û helbestan dike, çîrokên koçberiyê û rewşa awarte ya welat û bajarê we. Gelo çima û ji bo çi win gihane vê asta kambax û koçberbûn bûye baştirîn bijarte di jiyanê de, pirs in belkî bersiva wan zortir be ji sedemên wan bi xwe. Diya hevalê te jî ya diltenik û dilovan tevî wan êş û birînan dibe, û bi we re çîrokên koçberbûnê dihûne.
Wek sazbendan dema ku zivistanan birçî dibin dawetên havînê tînin bîra xwe, win jî kêlîkên şahî û kêfxweşiyan li bîra xwe tînin, win xwe ji xeman mezintir dibînin, û hewil didin bi devkeniyê kiwara xeman bigrin da bi kêlîkên we ve nedin, lê tîpên gotinan bi lêvên we ve dilekin û bi giranî xwe berdidin pêlên bihîstinê.
Hevalê te dest bi xwendina helbestan dike û çavên te di wê minareyê de çikilîne, tu kêlîkan bi wan kolanan re derbas dikî.
Şev di wî cihî de dilûse û xilmaşî birînadare bi têlên sînor, tu birçiyê bîrîkirinê yî û tenêbûn careke dîtir serê xwe datîne ser bêdengiyê, xilmaşî radikeve lê xewa bêrîkirin û tenêbûnê nayê.
Tu li Basê siwar dibe û dîse rûbirûyî xatirxwestinê tê, û ew pirsa hevalê te û malbata wî pirsa bavê te tînin bîra te di dema xatirxwestinê de: Kurê min çima tu yê koçber bibe, ma çi ji te kême, û ma tê min û vê diya xwe yî pîr ji kê re bihêlî, em mirîne lawo û bikêrî xwe nayên….şapek çavên te bindest dike û xwêsiya te di gewriya te de asê dike, firendeyên te basko dibin û te bazê xwe di mijekê dev berda, erê bi rastî çima yabo……..?
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (33)an de hatiye weşandin