Mihemed Şêxo
Gava rêveçûna civakê dilikume, kelem û newalên kûr tên dîtin û ew sazûmana nepenî di nav kesayetên hevgirtî de dihêrive, yan têkiliyên rastgo qedexe dibin, tiştek li holê ji bilî dengê fîşek û hewarê pê ve namîne. Li gor pîvan û yasayên ku zanyar û zanistan ji civakê re danîne, çênabe em civaka xwe ji dîroka wê ya mirovane veqetînin yan dûrkin.
Giringiya vê mijarê ji giringiya armancên wê ye, ew yên lîstikên neyêr tarûmar bike, çawa dixwaze milet ji hêviyan riswa bike, wî tertûbela bike, da her kes li xwesteka xwe ya kesayetî bigere. Yek li vir dikare bipirse çawa di vê mij û moranê de, çilo mirov dikare vê danasînê di rewşeke awarte de bi saxlemî destê xwe deyne ser birînan û derman ji wan re bibîne, Rewşa Rojava: Civaka kurdî mîna çêleke bi şîr e, her hêzeke cengê dixwaze çend meşk dew ji şîrê wê bikeyîne. Ango xortên wê bike wek êzingên şer û hinin ji wan ta pileyeke bilind di vê keysebaziyê de biserketin bi dest xwe xistine. Ev yek di demekê de tê ku civaka Kurdî berî Şoreşa Sûryê ji her civakeke dîtir rêxistinkirî bû, lê mixabin ev xalehêz hinhino ji ber nerîna rêxistinan ya teng hatiye kerkivandin, bîst ji sedî bi Kurdistana Başûr ve hatiye girêdan, gelek koçemal lê niştecî bûne, zarok bê xwendina fermî ne, xort karên ne li gor şênên xwe dikin, jimareke nêzî ya li Kurdistana Başûr li Tirki yê belawela bûne. Li wir jî mendal bê xwendin in, ne tenê wilo jî, ew gelek karên giran û kêmpere dikin!!!!! Beşê sisiyan derbider bû, ber bi Europayê ve hilvedperike û li pêşiya wan xefka avê bi zanebûn hatiye danîn, da bi sedan bibin qurbanê vê reva dîrokî, ku destê me Kurdan bi xwe tê de heye.
Bûyereke xwezayî li nik tebekan heye, dema ew liqasî zordariyeke tund hatin û jiyana wan ya bi mayînê ve girêdayî bê armanckirin. Ew Teba zûbizû xwe nêzî hev dikin û weke xelekeke bi hêz li ber xwe didin, yan xwe didin nasîn. Ev jihevnêzîkbûn li cem miletê me kêm dibe!!!! Gelo çima?!!! Helbet rola rêxistinan û serkirdeyên wan li vir serekeye, çimkî wan sincirandina hest û derûnan sar kirin û serhildanên xortan kedî kirin. Mendal: Dema rewşa malê di xirecirê de be, bav bê kar be, dê bê çeng û per be, zarok bêhêvî mezin dibe, derfet jê re nîne ku mezin jî bibe, çimkî xwendina ku jê re wek xewnekê bû, desthilata Rêjîmê dibistanên Kurdî qelb û nerastgo dibîne!
Çi rê li pêş wî dimîne?? Dê û bav ji paşeroja zarokên xwe her nîrî, çiqas dijwar be, dipejirînin, lê ku paşeroj nepenî be bêdilê xwe berê xwe didin riya biyaniyê. Çareserî: Pêwist e desthilata Kurdî ya Tev-Demê bighe baweriyeke riyal, ez dibêjim ew vî tiştî bipelînin, ku mafê hê ji wan cida heye ku bi wan re desthilat be yan hevparê biryarê be, ew tabloya birakujiyê bê jibîrkirin û hevpejirandin çawa ew daxwaza milet e, her du alî rêzê jê re bigrin, lê herêm li ber guhertinên dîrokî ye, da dîse mîna çarzemana ew neçine tilihên xwe bi geza..!
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (33)an de hatiye weşandin