– Di riya rojnameya Bûyerpress re ez bangekê bo Seîd Gabarî dişînim û dibêjim ez dixwazim ahengekê pê re lidar bixim.
– Eger hûn alîkariyê bikin, bawer bikin ez ê li gor wê alîkariyê bim, ji ber ez dizanim çi li cem min heye.
– Min ew gotinê helbesta xwe ezber dikirin, û yekemîn helbest strana min a “Tu hungivê Ser Zimana” û ” Ava Ferat” bû.
– Hunermend Zoya jî bi me re di strana “Ava Ferat” de alîkar bû, ew jî weke kewres bi me re bû.
– Mixabin tu kesî têkilî bi min re nekirine, û di nerîna min de ew jî ji ber ez serbixwe û bêlayen im.
– Ez mirovekî bi olê ve girêdayî me, nimêj dikim, rojî digrim, Qu`ranê guhdar dikim û ezber jî dikim.
– Hezkirin çêbû, û di dilê min de ma û min negot, ceger bi min re tune bû, û ditirsyam ez jê re bêjim ew bêje na!?..
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
– Em dixwazin xwendevanê rojnameya Bûyerpress Hunermend Imad Darî ji nêz ve nas bikin?
Navê min yêrastî Imad Darî ye, di slala 1980ê de li bajarê Amûdê jidayik bûme, ez du salî bûm em hatine Qamişlo.
– Te çawa hunermend Se`îd Gabarî ku ew jî di heman êşa te de ye şopand?
Piştî min nas kir ku dengê min wilo ye, gelekan ji min re got vaye hunermend Se`îd Gabarî jî weke te ye, li vir min xwest ez jî bi tena xwe derkevim şahiyan û bê alîkariya tu kesî , min di hundirê xwe de digot ez ê karibim bikar bînim, min ji xwe re digot ew di dîlana Kurmancî de biser ket, lê, ez ê di ya Şêxanî de biser bikevim.
– Tu hevdîtin di navbera we de çêbûye?
na, qet çênebûye, û mixabin ta niha têkilî di navbera min û wî de nebûye, ez dixwazim wî bibînim û ahengekê pê re lidar bixim. Û di riya rojnameya Bûyerpress re ez bangekê bo Seîd Gabarî dişînim û dibêjim ez dixwazim ahengekê pê re lidar bixim, ji ber îroj roj ew bi xwe dibistaneke taybet e, û yekemîn hunermend di warê muzîka gelerî de ye, ez gelekî dixwazim pê re têkiliyan bikim, û fêrî gelek tiştan bibim.
– Em ê werin ser qonaxa biryara ku tu kasêtekê tomar bike, em werin qonaxa sala 99an?
Wê demê tiştin çêdibûn, carnan konsêrt li dibistanan çêdibûn, dostekî min hebû niha li Elmanya ye, ji min re got were dibistanê û strana bêj deng te xweş e, bi rastî ez çûm min ji zarok û mezinan re stran gotin, ê ku hişt ez yekemîn gav di hunerê de bavêjim ew bû û ta 2004an jî me bi hev re kar dikir.
– Dema te biryara kasêtê da, te xwest tu çi şêweyê strana çê bike?
Bi rastî min xwest ez tiştekî daxim rengekî nûjen be, wek dîlana “Şêxnî” û aliyê dî ya “Hûrizî” bû, stran hemû gelerî bûn, stranek hunermend Diyar wê demê bi navê “LoLo Lawiko” hebû, ji xwe di wê kasêtê de me Org tenê bikar anî, û ji ber di wê demê de ew belavkirina mezin nehate belavkirin, derdora Du Sed kasêt hatin tomarkirin, kompaniyê hindek kasêt ji wan dane me û me jî di riya xwe re da dost û hevalan, ew bi xwe destpêk bû, û zêde nehat belavkirin, lê nebû sedema reşbîniyê li gel min, tev wilo jî ji min re dihate gotin ku ez biser ketime, û pesnên min dihate kirin.
– Imad Darî carekê li zikakekê buhuriye û dengê kastêa xwe kiriye?
Rast e, ev çêbûye. Carekê ez û hevalê min yê orgê, di kolanekê re derbas bûn, hindekan li kasêtê guhdar dikir, ez pir şad û kêfxeş bûm, û di heman demê de min nema dixwest ez xwe pêş ê guhdêr bikim, min got bera ew hest bimîne, li mirov guhdar bikin û merov nas nekin.
– Çima?
Min dixwest li min guhdar bikin, ji ber hîn navê min jî derneketibû, min dixwest ew hest bimîne, kesê merov nas neke jî li merov guhdar dikin.
– Piştî kasêta te a şahiyan, têkilî bi te re bûn bo tu şahiyan lidar bixe?
Di wê demê de têkilî çêbûn, di wê demê de malbetek hebû, piştî li kasêtê guhdarî kirin, ji min re gotin em dixwazin tu were şahiya me lidar bixe. Ji min re tiştekî xweş bû, û zor bû jî, ji ber şahî dema wê dirêj e, û hîn wê demê min şahiyên taybet bi navê xwe lidar nexistine, û wê tîpa muzîkê bi navê min be, û serkeftin û binkeftina govendê ji min dihat xwestin, min ji xwe re got eger ez bêjim na, wê bibêjin ev baweriya wî bi nefsa wî nayê, û eger bibêjim erê ditirsim hindek astengî derkevin, min ji xwe re got bera ew astengî ji min re bin ya ez ê bi ser bikevim û ya ez ê dest ji vî karî berdim!..
– We bi çi qasî wê çaxê lihev kir?
Di sala 200an de bû, guman dikim derdora çar û nîvan bûn, ew jî hema bo kiriya alavan, Org bi me re hebû, ew jî di hewşekê de bû.
– Dema gotin bûk û zave hatin, çi bi te re çêbû?
Li gor ên dora min ji min re gotin, riwê min sor bûbû û ez gelekî bi tirs bûm, ez bi xwe hest bûm ku weke ricfekê bi min re çêbû, ji ber zor e ku giş li hêviya te bin , û ez nêviyê stranê jibîr bikim, min dengê kilîlî û çepkan kir, min dengê Orgê hilda û min strana “Sed piroz û şahî be bo bûk û zava” got,.
– Te çawa hewldana nivîsandinê dikir?
Ez carnan li tena xwe dimam, mijarek hebaya, ez tê de diramyam, min ser dinivîsand, min ew gotinê helbesta xwe ezber dikirin, û yekemîn helbest strana min a “Tu hungivê Ser Zimana” û ” Ava Ferat” bû.
– Rewşa evînê çawa dihat ber çavê te, xeyda xort û keça, dûrbûn û nêzîkbûna wan, te çawa didît, te ji hinekan hez kiribû?
Helbet, hezkirin çêbû, û di dilê min de ma û min negot, hişt ez gotinan jî deynim, ji xwe dema min ew gotin datanîn, min ji xwe re digot min ser filanê nivîsiye, min tu carî navê wê neanî ser ziman û ne di helbestê de jî, tu kes jî ji kesên dora min bi vê yekê hest nebû, hindek dost û heval têbîn kiribûn, û nas kiribûn, lê min jê re negotibû, ceger bi min re tune bû, û ditirsyam ez jê re bêjim ew bêje na, heta ez li jiyanê sax bim ez jibîr nakim.. ji ber rewşa min a astengdar, min ew nedidît.. ji ber tevgera wê, dan û stendina wê, û gotinê wê min jê hez kir, min ji yên derdora xwe dipirsî ka pesnê wê ji min re bidin, bê çawa ye, dirêj e yan kin e, esmer e , gewr e, pir dirêj e, gelek tiştê min di xeyla xwe û dilê xwe de datanî û pirê wan tiştan li gor hevalan ji min re digotin rast bûn.. Carinan hevalên min ji min re digotin; em bala xwe didin te dema ku dengê filan keçê tê te yan tu dizanî nêzîkî te bûye, ji riwê te xuya dike, tu li bin guhê hev dikeve.. û ew bi xwe qet negiha asta ku çîrokek evînî di nav me de hebe, ji bilî gotinên rojane, mîna silav û pirsa li hal û demê merov
– Vê qonaxa evîndariyê hişt Imad Darî helbestê binivîse û biryarê bide ku kasêtekê derxe, te çawa helbestên xwe hilbijartin?
Gelek helbest û muzîk hebûn, lê ez bêtir li ser staylê wan sekinîm, stran pir bûn, lê min stayl hildibijartin. Di kasêta xwe ya yekem de ez li helbestvana negeriyam, ji nivîsê min bûn, min biryar stend ku helbest û mûzîk û ta awaz jî yê min bin, ji ber min xwe didît ez gihiştime asteke nexerab. Sedema vê yekê jî; dibe ji ber ku meydan valabû, û ez hest dibûm ku mirov çi bibêje wê were qebûlkirin.
– CD ya te çend stran bûn?
Ew (9) stran bûn, hemû jî ji helbest û awazên min bûn û bi dengê min bû, ji xwe staylê min di destpêkê de nêzî ê Tirkî bû, û awazê min bi ser de diçûn, lê dema min stran datanî, min helbest û awaza xwe bi hev re digotin, ji ber her du bi hev re dihatin, ev jî bû sedema ku ez ezber bikim û di mejiyê min de biçesibe.
– Wek min ji devê te bihîst strana te ya ku cî girtiye di CD ya te ya yekem de ye, tu dikarî ji me re helbesta wê bibêjî?
Tu hingivê li ser zimana
Bejna te takî rîhan e
Ez xulam dengê tey zelal
Xweştir e ji saz û kemana
Dinya tev de, û tu li alîkî
Wek te nabînim li cîkî
Evîn ne ewqasî zor e
Qet netirse tu bi xwedêkî
Gava tu ketî dilê min
Te ji serî bir aqilê min
Tirsa min navê te bêjim
Heval bibin dijminê min
– Tu stranên dî hene wisa cî girtî û navdar in di CD ya te de, tu dikarî bi helbestî bîne ziman?
Strana ” Wekî Ava Ferat” jî heye, û guman dikim ew ê deng bêtir ji ya ” Tu hingivê li ser zimana” da.. helbesta wê jî ev e
Wekî ava ferat, tu paqij û zelal e
Wek bilbilê Rojhilat, ji dil ji dil dinale
Dostê min hez te kir, ji vî dilê birîndar
Min çavê xwe vekir, li ser te bûm evîndar
Xulam keça çarda, dermanê xem û derda
Dilê min vemirî bû, dîsa ji bo te agir da
– Tu çawa dizanî ava Ferat paqij e?
Ferat çemeke mezin, paqij, û diherike, helbet wê zelal be…!
– Piştî strana te cî girt, te bihîst ku tu kesî ew strana te goriye?
Belê min bihîst, ji ber piştî me ew CD derxist bi salekê yek ji xwediyê kompaniyekê ji Batmanê hate ba min got min kasêta te li Başûr dîtiye û hunermendekê strana te “Tu hingivê li ser zimana” di şahiyekê de gotiye, û ez jî dixwazim navê kompaniya xwe li ser kasêta te bixim. Li Nisêbînê jî ev stran gelekî hate belavkirin û gotin.
– Piştî navdariya vê CD yê, tu kesî di tu aheng yan şahiyan de ji te xwestine ku tu vê stranê ji wan re bibêje?
Belê, ew jî bûye.. û ta roja îro ku ez diçim kîjan devera ragihandinê van strana ji min dixwazin. Û gelek stran ji wan xweştir jî hene, lê ew van tenê dixwazin
– Te aboriya xwe ya her du CD yan ji ku anî?
Bi rastî aboriya CDya didwan jî wek ya yekem bû, birayê min Fîlat birayê hunermend Zoya bi me re alîkarî kir, û Zoya jî bi me re di strana “Ava Ferat” de alîkar bû, ew jî weke kewres bi me re bû, wan nehişt di warê aborî de ez biêşim. Ya diwemîn, piştî ew CD bidawî bû, min nema xwest ez mûzîkê bi wê astê daxim, min dixwest tiştekî mezintir bikim. Ji hêleke dî ve ez ji gelek dost û hevalan minnetdar im, ji wan hunermend Fehed Beko ku ji sala 2002an de em hev nas dikin, gelek alîkarî bi min re kir, min dibir devera ku ez dixwazim, ew dibû çavê min.
CD ya sêyemîn ji hêla mûzîkê ve min hindekî di ber xwe de da, û yê ku hişt ew Cd li ser piyan bisekine helbestvanê hêja Imad Hemdî bû, nêzî deh stranan da min, û ez jê memnûn im, tenê du stran tê de hebûn ne ên wî bûn, yek ji wan ya min bû bi navê” Erd û ezman bighêjin hev” û ya dî ya “Ew rojên xweş” ya hunermend Salar Berkevirî bû.
-Kîjan stranê di nav wan de nav da?
Strana ” Erd û Azman” bû…! Dîsan ya min bû, û ez jî bi xwe nizanim çima wilo bû. Lê di nerîna min de ez dibêjim yê helbestê datîne divê cuda be, û yê distrê jî divê cuda be.. lê ta roja îro jî ez nizanim çima wilo ye, bawer bike min navê CDyê kir navê helbestek ji helbaestên mamoste Imad Hemdî ta ku ez navê helbesta xwe nebêjim, û min digot wê ew stran deng bide lê tev wilo jî strana min ya bi navê “Erd û Azman” nav da.
– Te çend CD ji bilî wan her du yên pêşî tomar kirin?
Min Sê CDyê dî tomar kirin, lê yên pêşî – û piştî pazdeh salan – cîgirtî ne, her sê CD yên dawî yên di salên 2005an bi navê “Dîlana şêxanî”, 2007 bi navê ” Mercanê”, û sala 2011an ew jî ya şahiya bû.
– Şoreşk li Sûryayê lidar ket, te çi di serê xwe de bir û anî bo tu bikî?
Min stranek ji bo şoreşê amade dikir, ez haydar dibûm ku stranek weke wê derdiket, ez di wir de radiwestyam, ya didwan, eger tu îroj were ji min re bibêjî vaye bûyerek bi min re çêbûye, ji min re stranekê li ser çêbike, helbet eger bi heyvan jî bimînim ez ê nikaribim, divê bandorek li min hebe…!
– Stayla nû ku di vê demê de ji hêla hunermendan derketiye, yan wê stran li ser hêzên YPG yan jî li ser hêzên Pêşmerge wê amade bibin, çima te tiştekî wisa çênekiriye û nerîna te di vê yekê de çi ye?
Bi rastî straneke min heye ne li ser hêzan e, lê li ser partiyan e, min tomar kiriye û belav jî kiriye, helbesta wê dibêje:
Tu bê ez û ew bê ez
Bê avdan dimîne rez
Destê xwe tev bi hev din
Yêkîtiyê bikin bi lez
Yek bin yek bin yek bin
Yek hêz û helwest bin
Gel bi we bawer nakî
Ger hûn ne destek bin
Parçebûn ne tu kar e
Di laş de weke illet e
Yê ku xwedî biryar e
Baş bizanin millet e
Û perçê dawî min ji helbesta hevalekî xwe navê wî Ebûd Se`dî ye derxistiye, ew jî dibêje:
Hov e ji me re dîrok
Bes e xap û pêkenok
Em bûne şazde partî
Û em bûne hîjdeh serok
– Te çima hewl neda ku tu ji xwe re kilîpa çêbikî?
bi rastî hewldan çêbû, lê rewşa aborî ne alîkar bû, tu kesî – mixabin- têkilî bi min re nekirin bo ji min re kilîpekê tomar bikin, û ev yek ji min re xewn e.. ez banga xwe di riya rojnameya we re ji kesên ku hasten me bigihên wan, çi xwedî Kompanî, yan saziyên mûzîkê bin ji wan re diêjim, eger hûn alîkariyê bikin, bawer bikin ez ê li gor wê alîkariyê bim, ji ber ez dizanim çi li cem min heye. Û ez ê wê çaxê hewl bidim ku tiştekî nû pêşkêş bikim.
– Desteya çandê yan tu saziyên ku guh didin hunerê di Rêveberiya Xweser de têkilî bi te re girê nedane, û sedem – di nerîna te de- çi ne?
Mixabin tu kesî têkilî bi min re nekirine, û di nerîna min de ew jî ji ber ez serbixwe û bêlayen im, kenalên partiyan min vexwendî pirogramê xwe kirin, û kenala TRT6 a kurdî jî şand pê min, ez beşdarî pirogramekî bûm, lê mixabin û mixabin qeder û qîmetê ku dan me, ez guman dikim eger saziyên me bidin hunermendên xwe, îroj roj wê ê hunermend bi azmanê hunerê bikeve.. vê kenalê alîkarî ta di warê aborî jî de kir.. Eger îroj alaveke ragihandinê bişîne pê min, dikarin biaxivin ka tu li ku ma û giha ku û çima tu dereng ma.. gihaye asta ku ez di baranê de bi meşê, dost û hevalan bi destê min girtiye û ez çûme kenalê. Lê dema ez çûm Diyar Bekir, şeva berî wê ji min re otêl girtin, du dost ji karmendên xwe şandin, her yekî bi destekî min girtin, şufêreke taybet bi wan re, pêşkêşkerê pirogramê bi xwe hate pêşwaziya min, qedrek dane min, ez gelek matmayî mam, kêfxweş bûm jî û di heman demê de -mixabin- ez aciz bûm jî, min dixwest ev guhdan ji hêla milletê min li Rojava heba”.
– Pêşkêşerê pirogramê hunermendek navdar bû, ew jî Fatê bû, we bi çi coşê gengeşe kirin?
Hunermend Fatê pir diltenik û milder e, tev karmendên xwe bi me re gihişt ber teksiyê, û xatir ji me xwest, em baş bi hev re – ji derveyî pirogramê- axivîn, me rewşa hunerê û astengiyên wê li Rojava gengeşe kir, li strana “Erd û Azman” guhdarî kir, û pirs kir çima ta niha saziyek tuneye ku vê stranê bike kilîp, axavtinên me pir zelal bûn.
– Em ê werin ser karê te yê bêjeriyê, te çawa ev kar hilbijart?
Bi rastî kêfa min gelekî ji karê bêjeriyê re dihat, min xwe tê de didît, lewre dema min dest bikar kir, min ji hevalan xwest ez bêjeriyê di Radyo de bikim, ji ber danûstenadina bi millet re kêfa min jê re tê, pirograma min ya destpêkê, ya “Bexçê Gula” bû, û ew jî ne bi dilê min, kêfa min ji Ebraca re nedihat, lê hevalkara min bi Erebî dixwend û kes tune bû bi Kurdî pê re wergerîne, lewre ez bêçare mam ez pê re kar bikim, û pirograma dî “Pêşbirk ” bû, lê ew zû dema wê ji ken û telefonan derbas dibû.
– Amadekariya pirogramê ji hêla kê ve bû?
Siyamend Ezîz Omerî bû û min jî carinan alîkariya wî dikir, yê min ne pirs bûn, wek gotinên sivik min digotin bo hindekî ken çê bibe, ji ber ragihandin divê li gor dilê millet be, lewre min li gor dilê wan tiştin xweş bikar dianî.
– Piştî rawestana Radyoya Vîn, tu radyoya têkilî bi te re bo pirogramekî girêdane yan an?
Na, nizanim bi rastî sedem çi ne, tev ku ez ji wan re didim xuyakirin ez dixwazim kar bikim, ne ji bo rewşa aborî, ez dixwazim kar bikim ji ber ez ji vê hunerê hez dikim, min ji gelek dost û hevalan jî xwestiy, min ji Radyoya Arta û Hêvî jî xwest, lê min pêşind bersiv dizanîbû.. Na ye..! Radyoya Hêvî got dibe em nikaribin alîkariya aborî bi te re bikin, niha ez aboriya xwe di riya mûçekê xwe ê Tirkî re dikim, eger şahî jî hebin ez diçim.
– Em werin qonaxa zewaca te, raman û biryar çawa hat?
Ji xwe evîna yekem ji hêla min ve bû, ya duwem min jê re hestê xwe gotin, û hev nas kir, têkilî derdora sal û nîvekê çêbûn, lê di dema xwestinê de hindek astengî ji hêla malbata wan de çêbûn, destpêkê tu kesî nas nedikir, lê piştî min ew xwest diyar bû, mixabin ew kesayetiya xurt ku di ber xwe de bide û berevaniyê bike tune bû, dawî ez mecbûr bûm em terka hev bikin.
ya sisyan ne ezmûn bû, tenê min ji malbatê xwest ku yekê ji min re bibînin, û ez amade me ku ez erê bikim, têkilî çar pênc mehan dûm kirin, û em di 2004an de zewicîn, sê zarokên min hene (Mihemed, Yehya , û Yûsif).
– Çima te navê pêxemberan hilbijartin?
Ez mirovekî bi olê ve girêdayî me, nimêj dikim, rojî digrim, quranê guhdar dikim û ezber jî dikim, û dersê quranê jî distînim, min asta Tecwîdê jî derbas kiriye, hindek dibêjin çawa tu mirovekî oldar î, û hunermend î.. oldariya min jî hindek malbatî ye, lê ya pir kesayetî ye.. navê Yehya malbatê lê kir, lê ji ber kêfa min gelekî ji Pêxember Yûsif re û ezmûna wî re dihat min ew nav li kurê xwe kir.
– Ez bala xwe didim zimanê te yê Kurdî tu ji gelek siysetmedar û hunermendên Kurdî jî paqijtir diaxivî, sedem çi ye?
Ji ber dema ku mirov helbest û mûzîkê datîne, bê haydarî merov fêr dibe, dibe hindek caran mirov gotinê Erebî jî di nav re derbas bike, ji ber ev yek bi helbestvanên gewre mîna Mellayê Cizîrî re drebas bûye, lê min bi rengê evînî bala xwe dida gotina herî Kurdî û li xurû û sade. Gelek hevalên min hene karê wergerê dikin her dem pirsa wan ji bo peyvan li gel min e.
– Imad Darî xwe dibîne derçûyê kîjan dibistana hunerî?
Gelek hunermend hebûn bandora wan li ser min hebû, di warê hunera Erebî de hunermend Kazim El – Sahir û Ilyas Xidir bû, di warê Kurdî de Nizamidîn “Feqê Teyran”, û ji yên çûne ber dilovaniya Xwedan hunermendê Mezên Mihemed Şêxo, Aram Dîkran bandora wî gelekî li ser min hebû, dengê hunermend Mehmûd Ezîz, Sefqan û Şivan Mîdî jî hez dikim.
– Te bi yek car behsa hunermend Seîd Yûsif nekir?
Bi xwe kêfa min gelekî ji staylê wî re tê, lê dûrî min e, gelek caran ger aciz bim guhdariya wî dikim ji ber bihna Qamişlo ji sazê wî tê.
Ji helbestvanên çûn ber dilovaniya Xwedê min dixwest ji Seydayê Tîrêj re bistrêm, herweha helbestên mamoste Imad Hemdîli gel min xweş in. helbestên Dildarê Mîdî jî nêzîkî staylê min in.
– Wateya van peyvan li gel Imad Darî bi yek gotinê çi ne?
Jiyan: Hêja ye merov lê bimîne.
Mûzîk: Xwîna damara ye.
Welat: Em jê pêk tên
Jin: Çiyayê pişta zilam e.
Evîn: Herî giring e.
Helbest: Wêne ye.
Çav: Alavek ragihandinê ye ji xwediyê xwe re.
– Peyama Imad Darî a dawî di riya rojnameyê re?
Hêvîdik im ku kesê hunermend were guhdan berî ku navdar bibe, ji ber mafê gelekan hatiye xwarin, merov li nav û deng negere, merov li naverokê bigere..spas ji bo rojnameya Bûyerpress ku ev derfet dan min, û wek ku bihna min li vir fireh bû û min ya dilê xwe got min li tu deverê negotiye.
Ev hevpeyvin di rojnameya Bûyerpress, hejmara (30) de hatiye weşandin