Roja Çarşemê di 16 meha Çileya Pêşîn 2015an de, li bajarê Hesekê, û bi helkeftina pênc saliya koçbûna nivîskar û helbestvan ( Rêwî ) şevsaziyeke taybet ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyali baregeha xwecehiya Encûmena Niştimanî Kurdî li taxa Salihiyê hate lidarxistin.
di destpêka şevbuhêrkê de amadekar kêlîkê li ser rewanê pakrewanên şoreşa Sûrî û pakrewanên kurd û kurdistanê û bi taeybet li ser rewanê pakrewanên bûyera Tiltemirê û li ber sirûda netewî ( Ey reqîb ), rawestiyan. Pişt re mamosta Gulal Kasanî endamê Komîta Rêveber ya giştî gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya xwend , di pê re mamosta Hewas Bişo kurtejiyana nivîskar Rêwî pêşkêş kir, pişt re girûpek ji helbestvanan helbestê xwe xwendin (Leylan, Jînda Mihemed, Selman Cewher, Umran Menteş, Redwan Yûsiv, Miş’el ê Osman, Novîn, Mihemed Şêxa, û dawî mamosta Izedîn Xelef bavê Eyaz birayê nemir Rêwî gotina malbat xwend, û tê de hat: Rêwî, navê wî Mihemed ê Xelefe, sala 1955an de li gundê (Xirbê Kejê) ji dayik bûye , Xwendina xwe ya seretayî li gund xwendiye ,paşê rêza hefta li (Amûdê) xwendiye ,xwendina Xwe ya navîn û dibistana bilind li bajarê Hesekê xwendiye ,xwendina xwe ya zanîngehê li zankoya Ysayî (Hiqûq) li bajarê (Helebê) bidawî kiriye. çend salekî mamostayî kiriye. Despêka guhdana wî ji zimanê kurdî re vedgere salên xwendina seretayî. Berhemên wî yên çapkirî ev in:
1- Paytexta Derdan (helbest) 1987.
2- Salar û Mîdiya (weger) 1992- bi alîkariya Şêx Tewfîq Huseynî.
3- Dîroka Toreya Kurdî Li Sûrya beşê(1) 1994.
4- Revandina Ocelan û Asaya navnetewî 1999.
5- Pend û Metelokên Dicle û Xabûr 2003.
6- Nazê û Diyar (helbestên zarokan) 2003.
7- Dîroka çapmeniya Kurdî 2003.
8- Baxê Gulan (çend gotar) 2004.
Destnivîs:
1- Ferhenga (Rêwî) bi alîkariya Şêx Tewfîq Huseynî
2- Ola êzîdiya.
3- Têkêlîya Kurd û Ermenan.
4- dîwanek helbestên kilasîk.