Ciwanê Ebdal
Ji me xuyaye, di dema bê de, eger aloziya Sûrî çareser bû, û komcivîn çêbûn, wê alozker lihevkevin li ser kursiya serokatiyê.. ku wê kî bibe serokê Sûriyê.
Jiber wê kursî vala bimîne çendakî, navbera herdu hêlan.. û ev wê hêle ku -dara di gepa hev de rakin- ta ew lihevhatin çê bibe? Ta ew alozker wê kursiyê bidin Kurda, bidin hêle-aliyekî sêyemîn, ji vir ez bawer im ku wê di roje pêşî de serokê Sûriyê Kurd beLê nexm e, kesekî karîzmeya wî belo be.. an na.?!
Ya giring ew e ku serok ne ji yek ji wan her du hêlan be, ne Sunî be û ne Elewî be, ya rast lê napirsin ku divê serok Ereb be ji komara Sûrî re, ji ber Erebê Sune tucar êdî erê-nakin bi serokekî Elewî, bi sedema ku di van 40-50 salê dawî de pir zor derstî ji wan kişandin, û vê ezmûnê dîsa bi serê xwe de venagerînin .
Belê ji hêla din jî Elewî tucarî erê-nakin bi serokekî Sunî. Ji tirs û hizra ku ew nema li xwe dibin ewle ji hêla wan ve, û tiştî din jî ma ku bi qayîş wan ji vî cihî bêpar bikin, û ji vir wê alozker wê li serokekî din hilbijêrin an bigerin ku li navbera wan be, Serokekî kursiyê dagire, û bes. Da vê aloziyê çareser bikin ji nav xwe bi hesanî.
Tê nasîn ku Sûriya zengîn e bi netewa xwe, ku Ereb, Kurd, Turkman û Ermen tê de dijîn, û ji hêla Olî de, Sune, Elewî, Dirûz û Esmaîlî tê de hene, lê ya rast yek ji vana nabe, jiber alozî di navbera Suna û Elewîyan de kor bû. Û bi rastî Dirûz û Esmaîlî tên hijmatin li ser Elewiyan. Û ev tişt nayê erêya Sune, bi hemana ku ew rabûn bi şoreşê dijî van tiştan.. çawa nuha yekî ji wan hibijêrin?
Belê.. file ew jî hilbijareke başe, lê ew pir hindikin, û tiştekî wan li ser riwê gasînê tune ye. Lê Kurd /weke dibêjin (Hêka qapanê ye) ew yê erê-kerin ji hemiyan, ji cûra; (bera ne Suna be, ne ji Elewîya be, bera kî be..bera ew be) tevî wê ne Ereb be jî bera ew be. Weke daxwaza herdu pevçûnan, tevî wê serokê Kurd wê Sunî be, (Eger lihev kirin, ku serok ji Kurda be) lê wê bi wan razî be, ku aloziyê çare-dike, tevî wê Suna kêfa wan bê bi vê helwestê bê. Wê Elewî pê razî bin.. û wê dil-xweşin jî. Ku wê serok Kurd be û tu kîna wan tune ye bi kesekî re, Tevî ku Sune ne, lê ne zarê Sunê ne. û ew bi xwe çarake nêviye wê pê razî bin bi geşî ji herdu hêlan.
Û tiştekî jî, ku raman bikin ev daxwazeke milî ye, qezenceke ji Sûriya nû re, Sûriya pêşerojê, Sûriya divê zanistî be, Sûriya dîmoqrat be, û welat-gişî ye be. Xwedê giravî vaye bi serokî ne Ereb razî ne. Weke çawa li Iraqê çêbû. Ku serok Kurd be, serok-wezîr ji Şîa be, û serokê berleman Sunî be.
Wiha bi vî hawî wêne xuya bû, di rewşa Sûrî de, Serokekî Sune wê cihê ne razîkirinê be li gel Elewiyan, û serokekî Elewe wê cihê ne razîkirinê be li gel Suniyan.
Belê, bi vî hawî navê Sûrî wê bibe: Komara Sûrî, ne dimîne Komara Sûrî Erebî, ango Sûrîya tevî gelê xwe ye. Bi hemo şêwên xwe, û ev tiştekî baş e.
Lê..
Lê. Ya bi pîlan veşirtî û bi dixs e.. ew e ku ev cih dan gelê Kurdên Sûrî.. ku gelê Kurd razî kirin, bi cihekî wênekirî dan wan, cihekî bê sude, kursiyeke hema-wiha ye. Bê tişkî veke û girêde.
Û tiştekî din, ewê daxwaza Kurdan vala derxînin, û ev dan wê daxwaza şovîniyane bi cih bike. Ya ji dehê salan di mejyên wan de dikele, ku Erebê şovînî de doz û daxwaz Kurdan pûç bikin ji hêla mafê wanî netewî.
Helbet. Ev çare, an ev lihevhatin, ango ev pêkanîn, ne ji vala dertê, jiber Kurd bûne hijmareke dijwar –ne li hirêmê tenê.. lê belê /li Iraq û li Turkiya/ jî, ku aloziya mafê gihişî asteke bilind, jiber vê çareserkirina pirsgirêka Kurdan bûye daxwazeke cîhanî. Da aramî li herderê rawetse, li Rojhilata Navîn.. weke çawa çend çûkan bi kevirekî bikujin.. mîna pend dibêjin.
Ev tişt hesan e jiber Kurd li ser riwê erdê pir şêwê çareserkirinê bi dest wan de ye. Li seranserî axan Kurad ji nexasim li Sûrye, li çarçwar sînorê çi ji destpêkirina Dêrikê li Rohilat ta Rojavayê qoçanê Efrînê.. tevî Qamişlo ta bi Kobanê..
Jiber ew Kurd bûne hêzek tund û bi rewa di rêvebiriya xweser de, ji bêtirî sê salan û vir de. Ew derfet bi dest xwe xistin ku rêveberya xwe bi xwe bikin.. xwe bi rêxistin kirin û welatê xwe parastin ji hemû hêlan ve, û bi taybet ji kesên tandirew yê tê bi navê olî weke Daiş û hêzên çewt, ku vê axê û xêr û bêrên wê dagir bikin.. Ku Kurd bû ye rêvebendek di riwê van hêzên tandiraw ji Amerîka û heval bendên wî.
Ji ber vê yekê, ez dibêjim ku pêşeroja Sûrî wê serokê wê Kurd be. Weke nimûne ku li Iraqê bû, Serokekî Sunî be lê bi şêwekî cih dagire.. wê hindê wê hemû hêl wê razî bin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (32) de hatiye weşandin